Keyaniya Kurdistanê
|
Keyaniya Kurdistanê
كوردستان کهیانیی |
||||||||||||||||||||||
|
||||||||||||||||||||||
|
||||||||||||||||||||||
![]() |
||||||||||||||||||||||
|
||||||||||||||||||||||
Keyaniya Kurdistanê (1922-1924) navê keyaniya ku Şêx Mehmûdê Berzencî li başûrê Kurdistanê damezrandiye ye.
Piştî têkçûyîn û hilweşîna Împaratoriya Osmanî, pêl bi pêl gelên bindest li çareya serê xwe digerin. Tevgera ku di bin pêşengiya Berzencî de xurt kiribû, li dijî statûkoparêzî, berjewendperestî û dagirkeriya Brîtanyayê di rezbera 1922'î de îlankirina dewleta Kurdistanê dike û bo karê dewletê hikûmetekê sazdike.
Sazûmaniya vê dewletê keyanî bû û key jî Berzencî bi xwe bû. Tîxûbê keyaniyê dikete Kurdistana Bakûr, ango hemî başûr dadigirt.
Firokên Ingiliz, di wê demê di sale 1922´an de hêrîşî herême kurdistanê dikin bi firokan û bi hezaran mirovan dikujin. Bi wê hêrîşê, di xwezin ku sazî û dezgehên rêveberîya kurdan û rewşa wan ya ku ew bi wê xwe li sere lingan digirin ji holê rakin. Keyitiya kurdistanê djî heta sale 1924´an. Lê di wê deme dawiyê de jî hêrşîn firkon ingilizan lê herême kurdistanê dibe. Di wê herîşê de bi hezaran xalkê sivîl di ancama bombabardiman ingilizan ya li kurdistanîyan de dibe. Heta roja me jî, ev mijar hê ne hatiya rojeve û ne ji aliyê sîyesi ne ji aliyê huquqî, ne ji aliyêî din ve li ser hatiya sekin in. Ingiliz,dixwezin ji kurdan û bi teybetî ji rêveberîya kurdan ku li gor wan tevbigiriê. Lê rêveberîya kurdan her çendî ku li gor keyitiyê kurdî jî bû, li gor kurdan û kurditiya xwe tevdigeriya. Bi vê yekê re li gor ingilizan û xwestek û berjewendên wan tevneriya. Di gulanê de serxwebûna kurdistanê bi awayekî fermî di deneznêne. Piştre Şêx Mahmud berzencî, ku weke keyê û serokê wê ya. hukumete xwe didenezêne û ava dike. Li gor wê avakirinê qabîna xwe ya ku ew kurdistanê bi rê ve bibe, ava dike. ev rûpelê dîroka kurdan hê bi tememî heta roja me jî baş û qanc ne hatiya fahm kirin. Di wê demê de di ancam hêrîşên hêzên ingilizî de ên hewayî de, heta roja me jî, ew hijmar bi tememî ne hatiya kifşkirin. LÊ li gor hin gotinên ku tên gotin ku ji wê demê bi awaykî ibretî tên seer ziman, dibêjin ku "bi hezaran mirov hatina kuştin, malên herkesekê bi serê wan de hanîna xwerê."
Ingiliztan, parvekirina di peymana bi siykes-pikos re, çawa ku hatibû parvakirin herêm, ew herêm ji bi wê peymanê, weke herêmê wê bû. Bi vê yekê re, di ancama wê peymanê de ne dixwest ku rêveberîyaka din were ser kar. Bi vê yekê, rêveberîya kurdan jî nexwest. Di wê peymanê de beşe bakûrê kurdistanê jî, herême serhadê li paya rûsan ketibû. Lê piştî ku yekitiya sovyet, ava bû û piştre, êdî ew rêveberîya sovyet, ev peymana veşartî ya siykes-pikos derxista li holê. Lê piştre bi çend salan piştî avabûna wê re, weke ku li rûhê wê peymanê vegirehê, di bin serokfermandrariya Stalin de, herêmên bakûrê kurdistanê ên serhadê ên weke Mûş, Sêrt, Agirî û hwd, kir ku bike dest de. Di sale 1922´an de, artişa sovyet ket van herêmên kurdistanê de. Ingiliz, li başûrê kurdistanê rêveberîya kurdan ji holê rakirin û temenê wê bi hêrîşên leşkerî ên hewayî re ji holê kirin û xwestin ku ji holê rakin. Di wê demê de di konfaranse li Qahirê de ji malbata ereb, yekî ereb ku li gor wê xwesteka wan tevdigerihê Melik Faysal, dtênina wir û li wir di bin rêveberîya ku bi destê wî avakirin, welatê Îraqê ava kirin û ew beşêa kurdistanê ya Başûrê Kurdistanê jî dikina nav wê îraqê de û navê Kurdistanê nayê ser ziman. Piştî ku deklarasyona ilan Îraqê hat veşaşandin jî navê kurdan tê de çih nagirê.
[biguherîne] Hin agahiyên derbarê Keyaniya Kurdistanê de
- Navê artêşê: Artêşa netewî ya Kurd
- Serokwezîr: Şêx Qadirê Hafiz
- Wezîrê parastinê: Zekî Sahibqiran
- Wezîrê perwerdeyê: Mistefa Paşayê Yamolkî
- Wezîrê aboriyê: Abdulkerîm Alaka
- Wezîrê derve û alîkarê serokwezîr: Ehmed Begê Fetah Beg
- Wezîrê hundirîn: Şêx Mehmûd Xerîb
- Wezîrê dadmendiyê: Hecî Mele Seîdê Kerkûkî
- Wezîrê kargeriyê: Hema Evdilla Axa
Ji ber ku tevgera Kurd di gelek xalan de bi ya Brîtaniyan nedikir û sazûmaniya dagirkerî nedipejirand ji mêj ve Brîtaniyan êrîş birin ser dewleta Kurd û şerekê têr bi xwîn û hovane pêk hat. Balafirên Brîtaniyan bajar û gundên Kurdan dan ber gulebaranan. Bi dehhezaran mirovên sîvîl hatin kuştin û bi hezaran kes hatin windakirin. Seranser başûr bû gola xwînê. Berzencî dîl hate girtin û birin Hindistanê.
Di tîrmeha 1924'î de hikûmeta Kurdistanê ala teslîmbûnê rakir û rê neda ku li ser daxwazên Tirk, Ereb û Eceman Brîtanî komkujiya Kurdan bidomîne. Cara yekemîn bû ku artêşa Brîtanyayê çekên kîmyayî li dijî Kurdan bikardianî.
