Kezebtirşa Sêrtê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kezebtirşa Sêrtê, kezebê tirşî navê xwarineke Sêrtê ye. Xwarineke quşxaneyê ya bigoşt e. Ji parêzgeha Sêrtê belav bûye, yan jî wisa tê zanîn.

Berkelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 200 gr pîvaz
  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) mergeya fringî û îsotê (tevlîhev)
  • 5 SA (stekana-qedeha avê) av
  • 1 SA ava bi simaqê
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
  • 1/4 pîvan têkela kufteyê ya Rihayê
  • 1 kezeb û pişa (ceger, pişik) mihê
  • 1 dilê mihê
  • 1 SA nok (xaşandî)
  • 50 gr (2 KX) rûn

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jî têkela kufteyê gilolikan (kufteyên biçûk) amade bikin. Kezeb, ceger û dil tîke bikin (tîkegoşt), bişon, heya ava xwe kişand di quşxaneyê de biqelînin.

Rûn berdin navê, pîvaza hûrkirî jî û biqelînin. Hinek jî bi mergeyê biqelînin. Nok û avê tevlî bikin, heya goşt keliya bikelînin. Bi xwêyê kelekî pê bînin, kufteyan bavêjinê. Hêj kufte baş nekelîne ava bisimaqê tevlî bikin û kufte keliyan jî ji ser agir daynin.