Kiwex

(Ji Kivex hat beralîkirin)
Kiwex
Kofex
Mağaraköy
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Şirnex
Navçe Hezex
Nahiye Basibirin
Demografî
Gelhe (2011) 6[1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°17′20″Bk 41°34′7″Rh / 37.28889°Bk 41.56861°Rh / 37.28889; 41.56861
Bilindayî 1.095 m
Koda postayê 73300
Koda telefonê (+90) 486
Kiwex li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Kiwex
Kiwex
Kiwex (Tirkiye)
Map

Kiwex, an jî Kofex (bi tirkî: Mağaraköy) gundekî navçêya Hezexa ser bi Şirnexa li bakurê Kurdistanê ye.

Erdnîgariya gund[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Rojhilatê gund du gundên Suryaniyen bi navê Sarê û Basibirin hene, li bakurê gund Soran û Kiferp (li Kiferpê berê Suryanî bi piranî bûn, niha kesî Suryanî li gund najî) û li başûrê jî Ziwenga Adirman, Kirse, Barahka, Derpû û Bahnimn hene. Ev Ziweng bi giştî berê gundê êzîdiyan bûn, demekê di destê misilmanan dabun, lê ji salên heşteyî û vir de êdî yek bi yek vala bûn. Li rojavayê jî gundê Derikê û Qartmin hene (Derik ji sala 1993'a ve xerabe ye). Derdorê Kîwexê çiya ne û bi giştî darê berû hebûn. Li Kîwexê di demsala havînê de weke li hemû herêmê germ digihişt + 45 °C û zivistanê jî pir sar bû û serma digihişt heya -25 °C.

Jiyana gund[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kiwex, bi gistî ser bî ola êzîdîtiyê bûn û di salê heştêyî da nezîkê 60 malî lê dijîn. Xaniyên Kiwexê ji keviran hatibûn avakirin. Ava gund ji çala dihat peyde kirin û her malek ji hindikayî çaleke xwe hebû. Tenduristiya mirovan li gund bi piranî mirovên kal bi xwe dikirin (ji wan re "hekîm" digotin). Her çiqas milkê Kîwexê ji bo çandiniyê jî hebû, bi pirani aboriya gundiyan bi xwedîkirina pez bû. Rez li Kîwexê pir hindik bûn, çandiniya werza jî pir kêm bû, lê darê behîva, hejîr û hinar jî li Kîwexê hebûn û li sîsla wêjî pir dartahm û geyayên cude hebûn.

Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Gelhe[2]
2011 6
2000 336
1990 59
1985 -

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ tuik, 2011, ji orîjînalê di 7 kanûna pêşîn 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 2 sibat 2012
  2. ^ Yerelnet, Mağaraköy, ji orîjînalê di 13 gulan 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 8 kanûna pêşîn 2010

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]