Klaus von Klitzing

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Klaus von Klitzing
Jidayikbûn28 hezîran 1943 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Środa Wielkopolska Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîAlmanya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • University of Würzburg
  • Technical University of Munich
  • Technical University of Braunschweig
  • Artland-Gymnasium Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Meqam
Xelat
  • Order of Merit of Baden-Württemberg (1986)
  • Great Cross with Star and Sash of the Order of Merit of the Federal Republic of Germany
  • Xelata Nobelê ya Fizîkê (1985)
  • Bavarian Maximilian Order for Science and Art (1988)
  • Walter Schottky Prize (1981) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Klaus-Olaf von Klitzing (jdb. 28ê hezîrana 1943an li Schroda, Reichsgau Wartheland) fîzîknasekî navdar ê Alman e. Sala 1985 Xelata Nobel a fîzîkê girtiye ku ji ber lêkolînên wî yên li ser qûantan hatibû dayîn.

Malbat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji malbateke esilzade ye, kurê Bogislaw von Klitzing (jdb. 1907) û Anny Ulbrich (jdb. 1913) e.

Bapîrê wî yek ji giregirên siyaseta Prûsyayiyan bû, Bogislaw von Klitzing (1861–1942).

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wekî koçber Klitzing, bi tevî malbata xwe sala 1945 tê Lutten (Vechta (parêzgeh)). Sala 1949 li Oldenburg dest bi dibistanê dike. Dibistana amadeyî sala 1962 li dibistaba amadeyî Artland-Gymnasium Quakenbrück (Osnabrück (parêzgeh)) bidawî dike.

Bo xwendina fîzîkê diçe Zanîngeha Teknîkê ya Braunschweigê, Technischen Universität Braunschweig. Perwerdeya xwe li wir adara 1969ê li bidawî dike.

Heya 1980 ew li cem Gottfried Landwehr li zanîngeha bi navêJulius-Maximilians-Universität Würzburg dimîne. Li wir sala 1972 doktoraya xwe li ser babeta "taybetiyên galvomagnetîk di bin magnetîka mezin de" dinivîsîne.

Bo lêkolînan 1975 heya 1976 di laboratûara Clarendon li Oxford û 1979 heya 1980 di laboratûara magnetîka mezin li Grenoble dimîne û kariyera xwe jî li wir bidest dixe. Lewra di van xebatan de effektên qûantan rohnî dike.

Sala 1980 wekî profesor li Zanîngeha Teknîkê ya Münchenê Technische Universität München li ser fîzîka materyalên kondensekirî dersdariyê dike. Sala 1985 ji wir diçe Înstîtuta Max Planck bo lêkolînên fîzîka yekbedenî / laşî Max-Planck-Institut für Festkörperforschung bajarê Stuttgart.

Ji sala 1990 pê ve hevpeymaniyeke navneteweyî bo realîzekirina pîvana elektrîkî heye Ohm û Klitzing ew standard kiriye [1].

Nivîs[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Grenzen der Mikroelektronik: Quantenphänomene in mikrostrukturierten Halbleitern - Tixûbên mîkroelektronîk: Fenomena qûantan di mîkrostrûktûrên nîvveguhêz. 1. Aufl. Univ.-Verl., Jena 1995. Schriftenreihe Ernst-Abbe-Kolloquium Jena 11 ISBN 3-925978-47-X (bi almanî)
  • Klaus von Klitzing (Hrsg.): Aufbau der Arbeitsgrundlagen eines Reinraum-Labors für neuartige Bauelementstrukturen: Schlußbericht; Contract NT 2733. Max-Planck-Institut für Festkörperforschung, Stuttgart 1990. (bi almanî)

Hin jî xelat û payeyên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herwiha gelem endamediyên akademiyan, xelatên rûmetê û doktoriyên rûmetê wergirtiye.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ CODATA