Koça Qewman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Koça Qoman navbera sedsala 2'an û 5'an

Koça Qoman an jî Dema Koçê (bi ingîlîzî, migration period) Herka Barbaran (bi ingîlîzî, barbarian invasions) navekê dîrokzanan daye koçên di navbera 300anan û 700anan hatî dî bû. Bi wan koçan re li Ewropa çaxa Antîka dereng xelas dibe çaxa Navîn dest pê dike.

Di koçê de got, vandal û frankan, û hin gelên dinên germanî û slavî hat koç kirî bû. Gorî hin dîrokzanan koç kengê hunan li Asya Navîn de dest bi koç kirinê dike şunda dest pê dike. Hunan ber bi Ewropa û Rûsya koç kirin şunda gelên din jî ji pêra koç kirin.

Wê koçê heta salên 1000an dewam kir û paş koçê re slav, alan, avar, bulgar, macar, peçenek, kuman û tataran etnîk avahiya Ewropaya Rojava gelek hat guhertin.

Li ber hunan li Ewropaya gotan, di sedsala 2'an de ji Polonyaya îroj de ber bi Derya Reş koç kirin. Bi wê koçê re wan vandal û markommenên başûr de, Burgundan jî ber bi rojava koçê re zor kirin. Ew koçaka gelaya mezina herî pêş de bû. Li dor 290an gotan wek vizigot, ango "gotên rojavayî" û ostrogot an "gotên rojhelatî" bûn du paran. Ostrogot li dor Derya Reş li Ukranyaya îroj, vîzîgot jî li Balkanan li bakurê Danûb bicih bûn.

Nêzî dema koça gotan, langobardana ji Elbe de ber bi navbera Awûstûrya û Çêka îroj koç kirin.

Hêrîşên hunan[biguherîne]

Di sedsala 4'an de hunan ji zerdên(step) Asya Navîn de ber bi başûrê Rûsyayê ve koç kirin. Wan bi xwe re gel û qomên din ber bi başûr û Ewropaya rojavayî defandin. Di 375an de hunan ostrogot bin xistin û ji bo koçê ber bi Romanyaya îroj zor kirin. Bi piranî, gorî dîrokzanan, Koça Qomana vê bûyerê şunda dest pê dike. Paş ostrogotan li wir bin ketin şunda ketina bin destên Hunan. vîzigotan jî çûna împaratoriya Romayî. împaratoriya Romayî ew li Trakyayê bicîh kirin. Di 378an de wana ji împaratoriya Romayî re serhîldan kir û împaratorê Valens li Adrianopolisê bin xistin jî, lê dûv wî re 382an de Theodosius I vîzigot bin xistin. Lê vîzîgotan bi pêşengê Alarich de koça Balkan û Peloponnesê pê re di despêka sedsala 5'an de jî îtalya kirin. Di 410an de vîzîgotan Rom dagir kirin. Li Romê şunda li başûrê Romê jî bicih bûn. Pê re wan bi xwe re frank jî ber bi nîvgirava Îber zor kirin.

Kengê vîzîgot hatin nîvgirava Îber vandalan ji bo koçê zor kirin û vandal Tengava Cîbraltar(Gibraltar) re derbaza Efrîkayê dibin û di 439an de Kartaca dagîr dikin û li wê derê împaratoriya vandalan saz dikin. Ji bo fîlo û dijwara derya xwe gelek rind bûn ewna derbaza îtalyayê dibin û di 455an de Rom pê re jî Korsîka û Sardûnyayê dagîr dikin.

Paş Atilla mir şunda dewleta Hunan helweşî ye. Ostrogot, heta wê demê bin destên hunan de bûn, bi destûra împaratorbanûya Bîzansê Zenon, li Îtalyayê bicih bûn.

Di sedsala 4'an de hin qomên biçûkên wek frîzyayî, angeln û sachsen koça Danîmarka û îngiltereya îroj kirin. Keltan jî ji Brîtanyayê de koça Bretanyaya Fransayê kirin.

Li navbera salên 500anan û 700an koç bi kêmavî navbera gelên slav, wek bulgaran, û germanan dewam kir. Çi qas 700anan şunda ne di hundura Dema Koçê de ye jî koç navbera hin qomên macar, tirk û vîkîngan de dîsa bi kêmavî dewam kir.