Koçk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Mînakek ji koçka Hansom Cab

Koçk amyareke bi hespê tê ajotin e. Di hin devokan de koçke jî dibêjin. Berê li Kurdistanê pirr dihatibûne bikaranîn. Ji ber ku niha nînin, mirov rêça wan tenê di wêjeya devkî de dibîne.

Navên amyarên hesp dikişînin[biguherîne]

Mixabin kîjan kîjan e tenê zimanzan dizanin û hinekê tevlîhevî heye.

  • Birîşke
  • Gerdêle
  • Parxêl an paxêl, li ser berfê tê ajotin ji simaxêlan biçûktir in
  • Koçk
  • Kilose
  • Simaxêl, li se berfê tê kaşîn, darikên nîr bi kêlêran hatine pêvekirin, bimanewra ne, li Serhedê hêj jî hene lê pirranî bi ga dikaşînin

Li ser bingeha navê wê[biguherîne]

Li Ewropa jî navê vê amyarê heman e lê ew viya bi bêjeya macarî kocsi re girêdidin, dibêjin ev ji bajarê Macaristanê Kocsê belav bûye. Dibe ku koçkê navê xwe dabe bajêr lê bajar nikare navê xwe bidê. Lewra romayiyan, grekiyan, îranîyan (kurd, faris ûêd), egîptiyan (misir), slavan, germanan û gelekan jî ev pirr berê bikaranîne ku, wê demê bajarê kocsê jî nebû.

Di zimanê kurdî de bêjeyên nêzîk koçik e ku tê wateya "odeya, xurfeya biçûk". Koçkirin jî bi heman amyaran dihatin kirin, ango di nava koçkirin, koçk û koçikê de têkiliyên mentiqî û rasterast hene.

Ji bermayiyên dîrokê (xêzkirinên li şikeftan ûêd) em baş pê dizanin ku bi hezaran salan berê kurdan jî ev bikaranîne.

Di 8'ê adarê 1886'ê de hilberînerê otomobîlan Gottlieb Daimler, koçkekê bi motorê diceribîne û biserdikeve. Hêdî hêdî koçk bi motorê tên ajotin û riya otomobîlên îro jî wisa vedibe.

Cureyên wê bo pêdiviyan[biguherîne]

  • Koçkên nava bajêr
  • Koçkên gundewariyê

Awayên çêkirina wê[biguherîne]

  • Koçka xweajok, koçka yek ajokerek lê siwar dibe û xwe tenê diajo
  • Koçka rêwî na lê ajovan diajon
    • Cihê ajovan li pêşiya rêwiyan
    • Cihê ajovan li pêşiyê û li ser e
    • Cihê ajovan li paşiyê û li ser e
  • Di hinekan de, wekî Koçkên Viktoria, cihê ajovan seyar û guherbar e. Mirov dikare jê vebike û bi cihekê din ve bike

Koçkên li Ewropa navdar bûne[biguherîne]