Kobrayê Hindistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kobrayê Hindistanê
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Reptilia
Kom: Squamata
Binekom: Serpentes
Famîle: Elapidae
Cins: Naja
Cure: N. naja
Navê zanistî yê latînî
Naja naja
(Linnaeus, 1758)[1]
Hevwate

Coluber naja Linnaeus, 1758
Naja fasciata Laurenti, 1768
Vipera naja Daudin, 1803
Naja tripudians Gray, 1834
Naia tripudians Boulenger, 1896

Kobrayê Hindistanê yan kobrayê çavikî (Naja naja), cureyekî marê mertal (Elapidae) ê ji cinsê kobrayan (Naja) ye ku li Hindistanê dijî.

Şayes[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nexşên çavikî ser kumika marê

Li ser piştê kumika kobrayê Hindistanê du nexşên çemberî hene ku bi xêzekî badok girêdayî ne. Şêweya van her du nexşan wêneya çavikan tîne balên me. Dirêjiya kobrayê Hindistanê derdorî 1,9 m, lê carinan digihîje 2,4 m. Kumika kobrayê Hindistanê, ew taybetmendiya mûmeyeztir kelijdartir e, ku pan dibe û bi alîkariya hildandina pêşiya laşê xwe dema ku dikeve bin herrêşiyê.[2] Nexşê çavkên kumika kobrayê tê guherîn dema ku rengê giştî yê marê tên guherîn.[3]

Belavbûn û jîngeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kobrayê Hindistanê li Hindê, Nepal, Pakistan, Bengal û Srî Lankayê dijî ye. Kobrayê Hindistanê li deştan, zeviyên vekirî, dehlan,û li ciyên ku mirovan lê dagirtî ne tê dîtin.[4]

Reftar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xwarin û parêzî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kobrayê Hindistanê kojer, beq, beqê axê, çûk û marên din dixwe. Kobrayê Hindistanê nêzî herêm û warên mirovan dibe bi sedema parêzî û xwarina cirdonan.

Pirbûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kobrayê mê ji 10-30 hêkan di nav mehên nîsan û tîrmeh dike. Kobrayê mê hêkan di kunên cirdonan û moristanan vedişêre, ku piştî 49-67 rojan ji van hêkan ji qalikên xwe derkevin.

Jehr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jehra Kobrayê Hindistanê ji neurotoksîn an jehra rehî û kardiyotoksîn an jehra dil çêdibe. Jehra kobrayê Hindistanê li kunên rehan dixebitîne û masûlk an parxûneyên laşê kût dike. Gezên dijwar dibe sedema bihinçûnê an dil girtin. Eger berjengên bandora jehran aşkere bibe di nav 15 xuleyan û 2 demjimêran piştî gezê kobrayê. Mêjerê navçe ji jehrê kobrayê ku di her gez da derdikeve qasî 169–250 mg. Bi rastî, mêjerekî hindik ji vê jehra kujer e, heke derziyên dijî jehran tine bin[5].

Pêşangeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Naja naja. Itis.gov. Retrieved on 2013-01-03.
  2. ^ "Reptiles of Pakistan-Wildlifeofpakistan.com. Retrieved on 2013-01-03". Ji orîjînalê di 3 sibat 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 tîrmeh 2013.
  3. ^ Asiatic Naja Girêdana arşîvê 2007-12-13 li ser Wayback Machine. Biology.bangor.ac.uk (2001-10-09). Retrieved on 2013-01-03.
  4. ^ "Whitaker & Captain"
  5. ^ Davidson

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]