Koma Asmîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Koma Asmîn
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Koma Asmîn komeke muzîk ku ji jinan pêk tê.

Yek ji armancên Koma Asmîn ew e ku rindbûn û spehîtiya jinê di hunêrê de destnîşan bike. Her wiha damezrandina komekê ku bi tevahiya endamên xwe jin bin, diyariyek ji bo têkoşîna jinê di roja 8ê Adarê de. Piraniya endamên koma Asmîn ku bi xwe 11 kes in, di heman demê de, endamên komên curbecur ên çandî ne. Xebatên xwe yên çandî di hemû hêlan de didin meşandin. Her wiha asmîn jî navê gulekê ye ku li cihên bilin û li zozanan şîn dibe. Hêviya koma Asmîn ewe ku di xebata xwe ya hunerî de, mîna gula Asmîn geş û spehîbin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]