Komara Çekî
| Česká republika | |||||
| Komara Komara Çekî | |||||
|
|||||
| Sirûda netewî: Kde domov můj? | |||||
| Zimanên fermî | Çekî | ||||
| Paytext | Prag |
||||
| Sîstema sîyasî | |||||
| - Serokdewlet - Serokwezîr |
Václav Klaus Petr Nečas |
||||
| Rûerd - Giştî - Av (%) |
78.866 km2 2 |
||||
| Gelhe - Giştî - Berbelavî |
10.264.212 kes 130 kes/km2 |
||||
| Serxwebûn | Di 1'ê rêbendana 1993'an de ji Çekoslovakyayê veqetiya. | ||||
| Dirav | Kronê çekiyayê (CZK) | ||||
| Dem | UTC+1 | ||||
| Nîşana înternetê | .cz | ||||
| Koda telefonê | +420 | ||||
Nexşeya Çekiyayê |
|||||
Komara Çekî (bi çekî: Česká republika) welatekê endamê Yekîtiya Ewropayê ye (ji 1'ê gulana 2004'ê).
Komara Çekî welatekê dorpêçdayî li nîveka parzemîna Ewropayê ye û li çi aliyekî nagehit avên azad. Hevsiyên welatî li bakur Poland, li bakurê rojava û rojavayê Almanya, li başur Nemsa (Austriya) û li rojhilat Slovakya ne. Bajêrê dîrokî yê Pragê (bi çekî: Praha), paytext û mezintirîn bajêrê wê ye. Bajêrên dî Birno (Brno) ji ber tivengên wê di nav Kurdan da binavûdeng e.
Welat ji du herêmên dîrokî yên cida pêkdihêt: Bohemya û Moravya, hindek ji Sîlesya û pareka biçûk ji Nemsaya Jêr (Austriyaya Jêrîn).
Tabloya Naverokê |
[biguherîne]
Wezareta Karûbarên Derve ya Komara Çekî li sala 1993'ê navê Çekistan ê wekî berdêlekê fermî ji bo navê komarê diyarkir dema navê dirêjê komarê ne pêdvî bû. Lê di zimanê îngilîzî de vî navî cihê xwe venekiriye. Malpera fermî ya komarê <[1] ko ji aliyê Wezareta Karûbarên Derve ya Komara çekan dihat birêvebirin, li sala 2006'ê ev nav êdî bikaraniye. Navê çekî Česko cihê gengeşê ye, lê hindekan bikardianîn.
[biguherîne] Dîrok
Kevnarnasan dirovên anko belgeyên akincîbûna mirovan li demên berîdûrokî li herêmê vedîtine ko heta çaxê Nû-berîn (Neolithic) diçit. Li demên Kevin, hema ji sedsala 3'ê Berî Bûna Îsayî, mişextên Kêltîk (Sêlt) û Boî (Boii) (binihêre Bohêmyayê) û paştir li sedsala yekê eşîrên almanî yên markomanî (Marcomanni) û Kuadî (Quadi) li wan herêman akincî bûn. Li Heyama Mişextbûnan li derdora sedsala 5'ê, gelek ji eşîrên almanî ber bi rojava û başur çûn û ji Ewropaya Navîn derkevtin û gelên slavî ji derdora Deryaya Reş herêma Karpatî (Carpathian) hatin û cihê wan girt. Ev hatin bi êrîşên gelên dî yên ko bi hovîtî ji Sîberyayê dihatin, mîna hûnan, avaran, Bulgaristan û macaran xurttir dibû.
Li sedsala 7'ê bazirganekê frankî bi navê Samoyî li dijî xûnkarên avar piştevaniya gelên slavî kir û bû desthilatdarê hukmeta slavî ya herî pêşîn li Ewropaya Navîn. Li sedsala 8'ê û li bin rêveberî ya Moravyaya Gewre desthilatdarî ya Moravyan hat damezrandin.
Hukmeta Çekî an Bohemya li sedsala 9'ê peyda bû. Şayatî ya Bohemyayê li çaxên navîn yek ji desthilatên xwecihî yên girîng bû. Ew bi dirêjahî ya hebûna Împeratoriya Romaya Pîroz parek ji wê konfederasyonê bû.
Şerên olî û mezhebî li sedsalên 15 heta 17'ê bandoreke gelek xirab li ser xelkê Bohemiyayê hêla û li dawiyê ew kevtin bin destê Hapisburgê (Habsburg) û paştir bûn parek ji Împeratoriya Nemsa-Macaristanê.
Piştî heriftina wê emperatoriyê li piştî Şerê Cîhanî yê Yekê, li sala 1918'ê komara serbixwe ya Çekoslovakyayê hat damezrandin. Komarê gelek deverên ko piranî ya akinciyên wan bi almanî, macarî, polonî û rûtênî jî diaxivtin anîn bin desthilata xwe. Herçind e Komara Çekoslovakyayê komareke navendanî (sentralîst) jî bû, gelek ji mafên kêmanî yên neteweyî ewle kiribûn. Lê di nava wan mafan da çi mafên hebûna herêmên siyasî yên tuxûbkirî yên nîvxweser (otonom) nebûn.
[biguherîne] Herêmên Komara Çekî
Komara Çekî ji 13 herêman (kraj, pirhijmar kraje) û paytextek statuya wê taybet pêk tê (hlavní město *):
|
[biguherîne] Çavkanî
- ↑ www.czech.cz
| Li Wikimedia Commons medyayên di warê Komara Çekî de hene. |
|
||||||||||
|
|||||||
