Komara Sovyet a Sosyalîst a Belarûsê
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
|
|||||
![]() |
|||||
| Zimanên fermî | Belarûsî û rûsî | ||||
| Paytext | Mînsk | ||||
| Rûerd | 207.600 km² | ||||
| Nifûs (1989) | 10.151.806 | ||||
| Berbilavî | 48,9/km² | ||||
| navçeya demjimêrî | UTC + 2 | ||||
Komara Sovyet a Sosyalîst a Belarûsê (belarûsî: Беларуская Савецкая Сацыялістычная Рэспубліка, rûsî: Белорусская Советская Социалистическая Республика) li 1'ê rêbendanê 1919'an de hatibû sazkirin. Demeka kurt pê re jî ew bi Lîtvanyayê ve bû yek û wan tev bo demeka kurt Komara Sovyet a Sosyalîst a Lîtvanya-Belarûsê pêk anîn. Di sala 1922'an de KSS ya Belarûsê teva YKSS bû û heta ko ew di 1991'ê de belav bû teva wê ma. Di 1991'ê de Belarûsê serbixweya xwe ji YKSS da zanîn.
Wexta Şerê cîhanî yê duyem de navbera salên 1941-1944'an de Komara Sovyet a Sosyalîst a Belarûsê di bin bindestiyê nazîyan de ma. Di dema wê bindestiyê de wê zirarên mezin dîn û nêzî 2,5 milyon qeyb dan.
