Kurudere
Ji Wîkîpediya
(Hat ragihandin ji Komirlî)
Navçeyeka girêdayî Dîlokê ye. Navê xwa heta demeka nêzik bi Komirlî dihat zanîn lê navê ewê kirin Dewleta Romîyan kir Nurdağ. Ev navçeya yê li ber Gawirdaxê ye. Ku navê Gawirdax kirin Nûrdax navê navçeyê jî bû Nûrdax. Yê li ser rîyê Edeneyê û Meraşê ye. Li rojhilatî ewê çîyayekî bilind heye kurdan pê ra dibêjin Çîyayî Xuşrût. Rîya kevin ya Dîlokê di ser ew çîyayî ra diçû lê niha bi ser nakeve. Li nêzikî çîyayî Xuşrût tumekî mezin heye li ser wî tumî Zîyareta Şêx Mislim heye. Ev çîyan di dîrokê Kurdên Kilisê da pir giringin. Demekan dirêj ew çîyan yên di bin destên Aşîren Kurd bi navên Amikîyan, Şêxliyan û Okçî îzeddînlîyan bûn. Nifûsa wê niha 29199 e.

