Komkujiya Çorumê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Komkujiya Çorumê di 4'ê tîrmehê 1980'yê de li parêzgeha Tirkiyeyê Çorumê pêk tê. Li dijî elewîyan e û ji aliyê hêzên rastgir, îslamîst, Gurên Boz, hêzên paramîlîter ên romiyan (tirk) ve hatiye kirin.

Gav bi gav berî bi komkujiyê[biguherîne]

Di 27'ê gulanê 1980'yê li bajarê Eskişehirê siyasetmedarê tirkperwer Gün Sazak tê kujtin. Li seranser Tirkiyeyê Gurên Boz, tirk-îslamîst û rastradîkalên din meş û mîtîngan lidardixin. Gün Sazak yek ji giregirên tirkperweran û partiya wan a legal MHPê bû.

Li bajarê Çorumê jî mîtîng tê lidarxistin, hawirdor bi pankartên ku elewî û çepgiran wekî hedef nîşandidin, tên arastin. Di 30'ê gulanê 1980'yê, êrîş dibin ser taxên elewiyan. Rayagiştî wekî şerê sunnî û elewiyan binavdike lê di rastiyê de ji bo mercên derbeya leşkerî bicih bên aramiya welat dihate xirabkirin û dixwestin herwiha wekî Komkujiya Gurgumê, li vê parêzgehê jî li elewiyan bidin, wan ji parêzgehê bikin der.

Tê zanîn li parêzgeha Çorumê kurdên elewî yên ji Dêrsimê hatibûn derkirin jî dijîn. Di komkujiyê de çendîn ji qurbaniyan kurd bûn, nayê zanîn, lewra di komkujiyê de hedef ne tenê elewiyên kurd bûye.

Di 4'ê tîrmehê 1980'yê de Gurên Boz û tirk-îslamîst, bi alîkariya hin komên polîsan di nava bajar de agahiyekê didin belavkirin ku elewiyan mizgefta Aladîn şewitandine. Ev agahî di kanala televîzyonê ya dewletê TRT'ê de herwiha tê weşandin. Ev provokasyon sunniyan û xelkê bajêr radike ser piyan. Ji wê rojê heya berbanga 4'ê tîrmehê, agir li serê taxên elewiyan tê barandin. Mal û dikanên wan dişewitînin, êrîş dibin ser gundên elewiyan, jin û zarokan didin, gelekan dikujin û birindar dikin.

Gorî agahiyên fermî yên dewletê 57 kes hatine kujtin û bi sedan kes jî birîndar bûne. Hin kes hejmara miriyan zêde û ya birîndaran jî 400 didin. 300 mal û dikan tên şewitandin û talankirin.

Girêdan[biguherîne]