Komkujiya Helebceyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Qurbanin bombeyên kîmyawî li Helebceyê di sala 1988'an de
Yadgeha qurbanên bombeyên kîmyawî li Helebceyê

Komkujiya Helebceyê bûyerek e ku di 16'ê Adara 1988'an de çêbû dema balafirên şer yên artêşa Îraqê bombeyên kîmyawî barandine ser bajarê Helebceyê. Di nava çend saetan de li Helebce û derdora wê bi hezaran kurd mirin û bi 10 hezaran kurd jî seqet man. Di nava kurdan û rayagiştî de bi navê "enfal" jî tê bi navkirin. Enfal navê komkujiyeke (tevkujiyeke) li Başûrê Kurdistanê ji aliyê sazûmaniya Baas ve hatiye pêk anîn e. Navê xwe ji ayeta Quranê ya Enfalê digire

Raya giştî ya cîhanê, ji komkujiyê piştî çend rojan agahdar bû. Rojnemevan Remezan Ozturk piştî komkujiyê çû Helebceyê û wêneyên ku li Helebceyê kişandibûn, bi weşandina wan cîhan agahdar kir. Di wêneyekê de kesekî bi navê Elî Hawar zarokekî xwe yê yek mehî ku hê nav jî lê nehatibû kirin, bi awayekî hembêzkirî û dev vekirî, jiyana xwe ji dest dabûn. Wêneyê mijara gotinê, piştî ku di rojnameyan de hate weşandin, bû sembola komkujiya Helebceyê. Îro jî dema ku qala komkujiya Helebceyê tê kirin, Elî Hawar û zarokê wî yê yek mehî tê ber çavên mirov.

Bandora bombeyên kîmyewî tenê bi mirina pênc hezar kurdan û seqet mayîna bi deh hezaran ve bi sînor nema, bandora bombeyên kîmyawî hê jî li bajêr didome.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji bo bombeyên kîmyawî li Helebce û derdora wê di navbera salên 1991 û 1994'an de nexweşiya penceşêrê ji sedî 800 zêde dibû. Herwiha ji ber bombeyên kîmyawî nexweşiyên jinan çar qat zêde bûn û bi hezaran kes jî bi nexweşiyên qiriq, kezeb, poz û çavan ve rû bi rû man. Bi hezaran kesan jî çavên xwe wenda kirin. Li gorî agahiyan, hê jî bandora bombeyên kîmyawî, zarokên nû tên cîhanê tehdîd dike.

Ji berpirsyarên sereke yên komkujiya herî bi xwîn a dîroka nêz Sedam Huseyn û Elî Hesen Ebdelmecîd ê bi navê kodê "Eliyê Kîmyawî" bûn. Herdu hatine girtin û hikûmeta Îraqê siza darvekirinê li ser wan sepand. Sedam Huseyn di 30'ê kanûna biçûk a 2006'an de hat bidarvekirin û Eliyê Kîmyawî jî di 25'ê kanûna mezin a 2010'an de hat daleqandin.

Dîrok[biguherîne]

Deme ku mirov li dîroka kurdan dimeyîzenê, mirov pir êşeke mazin dibîne. Emê di vir de wê êşe hemûkî neyênine ser ziman. Em bi sere kirinên ku li hevberê kurd ji sedsala 20'an pê de bênine ser ziman ji wir pê de çawa hata dema Helebceyê emê bênin ser ziman. Ji ber ku Helebce, qirkirinaka etnîkî ya sedsala 20'an weke ya ermenî û cihuyan, yeke herî mazin e. Helebce, ji ber ku bû, sembola komkujiyên li ser wî gelê ku li Helebceyê hate kuştin. Bûye sembola ser serê kurdan.

Dema 1'ê[biguherîne]

Yên ku ew komkujî jînkirina kurd in. Deme ku mirov li dîrokê dimeyîzenê, dîrokeke pir bi êş mirov dibîne. Eme bi wê dîrokê re bêne ser ziman.

Di sedsala 20'an di destpêka wê de, pêşketinên ku derketina hole, ku mirov dokumeke wê derdixie, mirov hinek sedemên bûna helepçê ji dibîne. Di serê sadsala 20 de li hêla cihanê li ser derî mirov karê bêje ku serekî dest hilhatdariyê û cînî hebû. JI sedsala 19'an weke mîrete, sedsala 20'an gelek pirsgirêkên civakî û sîstemî hildan. Ew pirgirêk, deme ku hewldanên şerên cînî re dibîne yek, êdî sadsala 20 dibe bitimî demeke tevlihevbûnan.

Kurd, di vê demê de di welatê de di nav xwe bi pir pirgirêkan jîn dibûn. Hingî Kurdistan dibin destê ne hêzeke de di bin destê pir hêzan de bû. Haya sedsala 20'an, destpêka wê, Kurdistan di bindest osmaniyan de bû. Lê di destpêka sedsala 20'an de, ew ji hin bi hin ji aliyê hêze ve bidest helandinê dike.

Ev helandin ji du sedeman pêk têt. Sedema pêş, ewê ku di wê demê de dem hinekî guharî ya û wê ew guharandin bitimî fahm nekirya û nikarê xwe li gor demê birêxistin bike. Sedema din ji her weha ewê ku li rojava pêşketineke mazin bi hêze Birîtanî,Fransizi, û hin bi hin bi Rûs û Almanya re ji dibe. Almanya ji deme Prusya buhurtina dema Almanya, pir bi êş di buhurêne. Hinek di wê demê de yên bi Fransa û hinekî hêzên din yên Ewropa re wê dibe rewşeke nû de. Lê hê ji li ser xwe ya. Ew dixweze ku were rojhilat û li wir bihêzên weke osmani re serwerbûna xwe li herême çêke. Bi vê yekê ev herdû hêz bi hev re êdî dikin gavên xwe bi avêjên. Fransa ji, ji dema Napoléon ve bûye hêzeke mazin. Li herêmê de bi hêz e. Li herêmê ji ku Rojava Rojhilatê Kurdistanê ji di nav de ji hinekî herêmên ber Misrê haya ku digihê Sûrî di bin destê wê de ya. Bi wê herêma Sûrî re ya dibin destê wê de ev qata kurdistanê ji di nav de ya. Libnan ji di nav de ya. Li ser herêmê bi hêzê.

Hêzên Brîtanî ji, ku Başûrê Kurdistanê ji di nav de li ser ew herême ku wê di wê de bi nav kir Îraq û iro ji weke welatekî ku navê wê Îrak e, serdest bû. Di wê demê de, li Kurdistanê, axlabe ji li wê herêmê Şêx Mehmûdê Berzencî hebû. Weke Keyê Kurdistanê ji dihata bi navkirin û naskirin. Li wê herêmê ew serdest bû. Bi dehhezaran ji hêze wî hebû. Di serî de îngilizi yanî hêzên Birîtanê, pêre levhatinakê dikin ku wê ew li wir ser bin, "lê ew herêm Kurdistanê, û wê, Kurdistanê nasbikin. Îngilîzî li wê herêmê, zanibûn ku pir dewlemendî hene. Li Başûre Kurdistanê petrol hê hingîhatibû zanin ku heya. Ingiliziyan ji xwestibû ku li ser wê serwer bin.

Bi vê yekê, di serî de bi şêx Mehmûd Berzencî re levhatinak çêkirin ku wê "rêveberîyeke kurdistanî hebe. Li ser vê yekê li hev kirin. Bi wê levkirinê, ew li wir ji man. Lê Ingiliziyan de dixwestin ku haya ku herêm digihê herême Şat-ul arabê serweriya xwe mayinda bikin. Bi vê yekê re bahra Hurmuz ji di bin awlakariyan de dima.Lê ku welatî ku weke ku iro haya, Îraq û weke ku iro sînorê wê di kuderê ve diçin ku hatibana ava kirin. Ev yeke Hizreke wan bû. Ingliziyan ew Îraqa ku di dixwestin, xwestin ku sinorê wilo deynin, ku wan herênên din ji yên ku wan kifş kiribûn ji wir, bi rê ve bibin.

Li gor wan, ku her weha Îraqak hatibana ava kirin, wê di paşarojê de ji "wê ew li wir hiştibana".Wan ji ev îraqa iro ku sinorê wê hatiya kifşkirin, avakirin. Di wê demê de Ji araban melikek bi navê Feysal anîn û xwestin ku dênin ser serê wê, ku Kurdistanê, ew qata wê ji di nav de. Kurd, hişt li dijî vê yekê rabûn. Ji ber ku ev yek ne li for jiyana wan û kevneşopiya wan bû. Deme ku wilo hata ser serê wan, êdî Di bin serektiya Şêx Mahmud Berzencî de Kurdan li ber Ingilizan serî rakir û li berxwedan û şerekî mazin di nav wan de bû. Kurd, deme ku li hevberê wan rabûn, êdî şer di nav wan de qawimi. Ingilizan ji gotin ku madam ku ew ew li ber me rabûn, "emê di bin rêveberiya araban de wan bicih bikin" û kirin ji. Lê kurdan ev yek erê ne kir. Li ber vê yekê rabûn. Li ber vê, pir serhildan ji bûn, yên kurdan. hemû serhildanên kurdan ji bi komkujiyên mazin hatina tafisandin. HEp dixwestin ku kurd, rêveberiya wan erê bikin. Lê kurdan erê ne dikir.

Dema 2'yan[biguherîne]

Di wê demê û piştre de, Sovyet ji ava bûbû û hin bi hin ji mazin û bilind dibû. Ji bo ku li ber vê ji bê sekinandina rojava, ji ber ku di nav wê de welatê sosyalist dernekevin tetbir dihilda û li derve ji, herêmên weke herêmên rojihilat ji bi vê ve girêdayî hin tetbirên xwe dihildan. Bi vê yekê ku Ew Îraqa ku avakiribûn ji di nav ve de Kembera Şîn ku ji Welatên Îslam pêk dihat çêkirin. Ve yekê ji bandûra xwe hin bi hin li kurdan kir. Kurd, di wê demê de di rewşeke pir zor de bûn. Li Bakûrê Kurdistanê ji, ew herêma kurdistanê yan ku di deme osmaniyan de di bin destê wan de bû û piştre deme ku osmani têk çû û li cihê Komara Tirk hata demazirandin ji, ser hildanên kurdan hebûn. Di wê demê de li ber çavên Dinyê hemûkî Tirkan milyon û nîv bêhtir Ermenî qirkirin. Bi wan re ji bi sed hezaran kurd kuştin. Lê ti bertek ji ti hêze ne hat. Hêzn mazin yên di wê demê de ketibûbûna ber hevdû de yên weke Yekîtiya Sovyet û Amerîka ji ti bertek ne dan. Vajî wê, herdû hêzan ji bo ku wî welatî li cem xwe bibiin, ev komkuji ne anîn rojava xwe ji.

Piştî ku ev hata serê ermaniyan piştre li kurdan vegerahndin bû. Komara tirk di sala 1023an de hata ava kirin. Di serî de weke ku wan di Konfaransa Lozanê de ji anîbû ser ziman, wê bûbana komara kurd û tirk. Lê piştî paxt hata mohrkirin êdî ev gotinên ku gotibûn, hemû ji hatina ji bîr kirin.PIştî serpêatiya ermenî û kurdan, kurdên ku sax mabûn ji serî hildan û raparîn kirin. serhildana Şêd Riza û ya Şêx Saîd yên herî ku deng vedan bûn.Lê ew ji bi alikariya hêzên firansî yên ku li ser herême sûrî û wê qatê kurdistanê serdest bûn tekbirin.Piştî wan têkçûnan rewşeke nû ji bo kurdan dest pê kir.

Piştre çûna li ser kurdan berdewam kir ji aliyê komara tirk ve. Gelek kurd hatina kuştin. Ji 1923an de haya 1938an de bi sehezaran kurd ji aliyê komara tirk ve hatina kştin. Di sala 1938an de Komkujiya Dersimê hata kirin. PIştre weke demekî bêdengbûn bû. Haya sala 1960an de û piştre de.

LÊ başûre kurdistanê de heman rewş hebû. Çend ser hildan bûbûn hatibûbûna tefisandin. Kuştin gelek bûbûn. Serdestiya araban piştî Ingilizan ser serê kurdan ava bûbû. Qatan kurdstan ji di nav sînore Îran de ji hatibş hiştin. Bi vê yeê hatibû zan kiirn ku wê kurd, bi vê qatbûnê êdî wî hêze wan nemêne û wê êdî nikaribin li ber wan serî hildin û wê mesele bi vê halî çareser bibe.Lê wilo ne bû. Kurdên ku di nav sinorê Îranê de hatina hiştin ji di wî qatê kurdistnaê de serî di hildan.Li wir ji haya sala 10943 wan gelek serî hildan bûn. Lê ew ji hatina tafisandin.

Dema 3'yan[biguherîne]

Di wê demê de sovyet ji bo ku wê kembera Şîn bi şikêne, kete nav axa kurdistanê ya di nav sînorê Îranê de hatî hiştin. Li wir ji, wî xwest ku welatî kurd ava kê û ew welat ji nêzîkî wê bê û li herêmê wê politikaya kembera şîn bi şikênin.

Yekîtiya Sovyet kete wê qata Kurdistanê de û di sala 1943an de komaraka kurd wê li wê qataka kurdistanê bi navê komara Mehabad demazirand. Vê komara kurd weke 13 Mihan li ser lingan ma. Piştre bi hinek pataxên ku sovyetê bi rojva re û Îran û Tirkî re kirin, ji herême hêzên xwe vekişandin û piştre Îranê de hêzên xwe şandina ser Komara kurd û ew da ardê û bi serokê wê Qazî Mihammed re bi dehan rêveber û bi hezaran mirov girtin û bi darve kirin.Komara Mehabad. hinekî girîng bû. Ew sinorê wê yên ku di serî de ji aliyê rûsan ve hatibû kifşkirin. Herêma başûre kurdistanê ji di nav de bû. Bi vê yekê, Rûsya Îraq ji di de ardê. Bi vê plana Rûsya Kembera Şîn diket. Lê bi levhatinan de rûsya paş ve vekişiya. Kurd li vir derbayaka mazin dixun. Piştre wê derbaya mazin di deme sala 197 wan de ku serî hildidin û amerika dibêje wan "li pişt we me" û piştre bi paxta Cezeyîrê jin dikin. Piştre sovyetê pêndavaka din kir, ji bo ku wê kemberê bide ardê. Hêzên xwe şandin û kira Afxanistanî de. Lê wê carê, hasabên wê lev derneketin. Pêndava ku pêşî kiribû û ketibû herême kurdistanê de rastbû. Lê ne bira serî. Di nêvî de hişt.

Ew di nêvî de hiştin, piştre dibe bingihê xuruxandina wê ya dîrokî. Ji ber ku wê kembera şîn cewherê wê ya rast wî baş kifş kiribû. Ew politikaya Ingiliz bû.Lê wê ev yek, li ber hinek paxta berda û hişt ku Ingiliz bi ser bikevin.

Wê hiştinê, hişt ku ew rewşa li ser serê kurdan ji berdewam bike. Hişt ku kurd ji ew rewşe bi wan re heyî ya serî hildan û perçiqandin berdewam bike. PIştre li Îranê de ji Amerika bi hewldanakê rejîma Musaddaq da ardê û Ayatullah Humeynî Anî ser rêveberiyê. Lê wir, hababên wê lev derneketin. Îran, piştî ku rêveberiya wê guharî êdî weke wê ne kir.

Kurd. di wê demê de li başûre kurdistanê di bin serekatiya Mela Mistefa Berzanî serhildanaka nû dabû dest pê kirin. Wî bi wê serhildanê bi ser ketiban. Mistafa Berzanî ji sovyetê ji piştgiriyê di xweze, lê ew piştgiriyê nadiyê de. Piştre Amerika dide. Lê tenê wî ji wir dibe. Amerika. Lê rewşe kurdan li herême weke xwe dimêne.

Haya deme sala 1985an ev rwş berdewam dike. Di wê demê de kurd bi hêzeke mazin dikin ku rabina ser xwe û xwe bigihênin azadiya xwe. Bi vê yekê serî hildidin.

Gav bi gav çûna ber bi Helebceyê ve[biguherîne]

Gav bi gav çûna bi ber bûna Helepçê ve, ya rastî ku mirov gavê wê ya pêşî vekişîna hêzên sovyetê yên ji rojhilatê kurdistanê bêne ser ziman. Divêt ku mirov gava duyemîn ji paxta Cezeyîre ya di naqabina Amerika û îran û Tirkiye û Îrakê de ya. Di wê paxtê de ev hêzên herêmî dixwezin ku piştre kurdan bişikênin û wan bi dest bi hêlin. Vê yekê pêktênin ji. Amarika deste xwe ji ser wan di kişêne. Bi wê tirkî û Îran di xwestin ku ew xwasariya ku Di îrakê de wê bidest xistiban li pêşiya wê bibin astang. JI bo ku di qatên kurdistanê yên di bin destên wan de ji rewşeke wilo ne afirê.

Sedam ji Huseyên ji di wê demê de serokê nû bû li Îrakê. Hingî di kongre Partiya Baasê de hatibû Hilbijartin. Partiya baas aliyê wê li Îrakê ji weke yê li Sûrî li ser dengên herêmê yên politika di leyist. Xwe nêzîkî Sovyetê didan nîşandin, lê piştgiriya rojava ji digirtin. Piştî paxta Cezeyirê, berpirsiyara ku hêzên herêmê yên weke tirkî û Îranê dabû saddam dabû hîmê wê xwasariyê ji holê rake. Her çend ji sala 1980 pêde di naqabina Îran û Îrakê şer dest pê kiribû û bi hev re şer dikirin ji, di mesele kurdan ya vê xalê de di hizrekê de bûn.

Hê ku şerê naqabina Îran û Îrakê bi dawi bû nebû. di cih de saddam berê xwe de Kurdan. Ne hişt ku navbar bikeve naqabina şerkirina wî de. Di serî de wê qirkiirn, weke kuştinên di şer de yên di naqabina Îran û Îrakê de daban nîşandin. Tirkî ji li ser vê yekê bi wan re bû. Ew têkiliyaka wê ya mazin bi wan re hebû.

Di serî de ev yek di naqabina Tirkiye, Îran û Îrakê de hatibû plankirin. Wê çawa bikin û çawa hewl bidin hatibû axiftin li ser. Deme ku dem hata 16 adara 1988an de êdî hêzên Îrakê bi dest paqijkirina kurdan kir. Di wê demê de çêkên ku haya wê demê, ew 10 sal bû bi Îranê re di şer de bû bi kar ne anîbû çekên kîmyewî ji aliyê hêzên îrakê hatina bi kar anîn. Ev çêkên ku bi kar anîn ji, ji Hollanda hatibûbûn ji îrakê ve. Almanya ji haya wî kêlîkê hinek çekên wilo tiransferî Îrakê kiribûn.

Berî Helebceyê, di şer de ji xwe, haya wê demê, nêzîkî milyonak kurd weke ku di şer de hatibin kuştin, hatina kuştin. YÊn ku mabûn, êdî hewl didan ku wan paqij bikin. Bi vê yekê, wê hîmê xwasariya jibo kurdan wêj ji holê rabûbûna.Bi wê rabûnê re ji wê ji bo Îran û tirkî ji wê êdî pirgirkên wilo yên xwasartiyê wî rû nedaban. Her weha dihata hasab kirin. Hêzên Îrakê bi fermana Saddam Huseyn û ku di nav kurdan weke "Alî Kîmyewî" ji piştre hata Alî Hasan El-Mecîd yên j malbata saddam huseyn, bidest qirkirina kurdan kir.

Roja Helebce û ku du bi azmana ket[biguherîne]

Di wê reojê de rojê bi xweşî dest pê kir. Herkesek diçû kar û barê xwe. Herkesek bi kar û barê xwe ve diçû. Lê roj ku hinekî dî têve çû, êdî ji hewa weke Teyrên kalaşan Ji azmana firfirok hin bi hin hatin û weke ku hevirdore ji haşarata derman kin, bidest berdana gazê ku rengê sipî lê ku hinekî mirov nêzîk dibû weke ku hinekî tarîbûn di xwe de diveşart bi ser mirovan de berdan.

Deme ku hata berdan hinek di ser xwarinê de hatina girtin. ew li ser xwarinê rûniştî bûn. Wilo di cihê xwe de rûniştî man. Tenê weke naylonaka ku bi halihê. hinekan ji laşên wan bidest ayar avêtin hin bi hin dikir. Deme ku têve çû, êdî qîr û qêjîn di nav hev de bilind bûn û li arşê xwede sekinîn. Dengê mirovan di nav hev de bûn. Hinekan xwe ji bajêr derxist û bi ber sînorê îran ve çûn. Hinekan ji xwe xilas ji herêmên dore bê ku tiştekî xwe hildin, pî xwas ketina rê de û hatina ber sînorê tirkî. Tirkî hingî Sinore xwe girtibû. Ne vekir ji mirovan re.

Li gor ku di nav merkezan de hatibû kifşkirin, wê ti kesek sînoran ji wan re ne vekê. Wê deng ne din. Û wê ne hêlin ku dinye ji pê bi hiseihe.Her weha hatibû kifş kirn. Piştre hin bi hin ku dem têve çû, êdî ji dinyê hinkan his kir û deng dan. Bi deng dayînê re êdî hinek deng hatin. Hinek rêveber yên weke yekîtiye Sovyetê ji deme ku hiskirin, gotin " ev proparagandaya ku rojava ya" û ne hiştin ku bahs ji bê kirin.

PIştî ku hata bihîstin, êdî li ser betekên ku hatina dayîn tirkî ji mecbû ma ku derî veke. Lê deme ku vekir ji ne hişt ku kese ji kilo metreyekê ji were hundur. Di wir de di nav hinek çadiran de hatina hiştin. Piştre ku hata bihîstin, êdî kurdên bakûre kurdistanê di nav xwe de bi araban cih û xwarin dana hevdû û kirin ku bibine ji wan re. Tirkî ti alikarî ne da wan di wê heyemê de.Di heman demê de ji Ayatullha Humeynî ji fermana serê kurdan dabû.Lê ew fermana wî ya ku dabû, piştre bi salaka hata kifşkirin. Wî ji ferman dabû. Kurd dervî ol denazandibûn.Bi vê yekê, ev ji wê di aliyê xwe de wê çûbana ser kurdan. Tirkî ji xwe di wê demê de bi kurdan re di şer de bû.

Li ber qirkirinê Helepçê de tirkî, Îran û Sûrî[biguherîne]

Tirk, Îran û Sûrî, li cem sadam bûn. Heya wan ji komKujiya helepçe hebû. JI piştî ku şerê duyemîn yê li îrakê bû, hingî, wezîrê karê derve yê tirkî ku Îro Serokkomara, Abdullah Gul Gotibû ku "xaber dana me û gotine me, bi me re bi kurdan bikin me erê ne kir". Lê kirnên wan yê piştre didina nîşandin ku ew ji bi wan re bûn.

heya tirkî ji hebû. Roje ku komkujiya Helepçê bû, piştî wê rojê bi du rojan piştre konfaransfa "Konfransa welatên Îslam" ku navê wê yê kin IKO ya bû, û hingî, tirkî bi serokkomar tevlî bûbû. Hingî ti welatekî Misilman ev komkujiya li hevberê kurdan ne hilda rojava xwe. Sûrî haya wê rojê di hin qadan de alikariyên ku kurdên di bin desthilatdariya wê de ne ji xwestin ku bikin, lê wê hewldanên astagbûnê derxistin.

Bi teybetî welatê misilman, tevrên wan li ber komkujiyê[biguherîne]

Welatên misilman tevrên wan li ber komkujiyê bêdeng bûn bû. Çi bû, wan deng dernexist. JI ber ku statukoya ku li ser kurdan hatibû afirandin, wan ji bi nêzîkatiya di parast. Bêdengbûna welatên misilman di di "konfaransa welatên Misilman" IKO de ji berdewam kir. Ti tevir ne dana nîşandin.

Yekitiya Sovyet[biguherîne]

Hingî deme ku komkujiya Helepçe bû li Rûsya Yekitiya Sovyet li ser lingan bû. Deme ku komkuji bû, hingî rojnamavanak ji wezire kar derve yê sovyetê di pir ku tevire wan çiya, ev dibêje " ti komkuji wilo nîn e, ev propagandaka li dij me tê kirin.".Bi vê yekê ti tevir ne dabûn nîşandin.

Lê ya rastî, ne wilo bû. Wan ji zanibû ku ew komkuji bû. Li wir li başûre kurdistanê û bûbû. Ji ber ku li wir pir sîxurên wan hebûn û herêm di binçav de digirtin. Her di dakika û saniyê de agahî didana nevenda xwe. Tekiliya wan bi partiya baas re xurt ji bû. JI ber ku tevire ji bo kurdan bidan wê tevir tirkan û yê Îraniyan ji li ber wan çêbûbana. Ji br vê yekê wan tevir ne bû Nîşandin. Berî ku komkujiya helepçe bibe, di naqabina Îran, Tirkiye û Îrakê de hevdîtin bûbû û di vir de ji bûna wî komkujiyê hatibû rojeve û heya sovyetê ji wê civîne û nêqaşên wê hebûn.

Saziyên navnetewî[biguherîne]

Saziyên navnetewî, bi raxnakirinê re man. Zêde wilo ti bertek ne hata nîşandin. Haya berî şerê Îrakê yê yekemîn ji naqabina Hêzên navnetewî û îrakê pir xweş bû. Çûn û hatin ji bû. Zêde wiloti bertek ne hata nîşandin.

Haya salakê wilo vê yekê berdewam kir. JI xwe, şerê yekemîn û ku yê duyemîn ji li duv bû, ji bo ketina hêzên saddam Huseyn li Kuweytê bû. Sedeme şerê yekemîn ji û duyemîn ji ew bû.

Saziyên netewêyên yekbûyî û BM ji, ji xwe komkuji ne hildana rojeve xwe ji. Kurdên dervî welatên xwe jîn bûn. pir xwepêşandin kirin. Gelek dosya amedekirin û dana saziyên navnetewiyê yan. Bi vê hinek peyam hatina dan. Ji wê pêve ti ti tiştek ne bû.

Piştî komkujiyê[biguherîne]

PIştî komkujiyê bi du salan piştre hêzên Amrika ketina Îrakê de. Deme ku ketinê de HIngî di şerê yekemên de Saddam Ne dana Ardê. Di şerê duyemîn de dana ardê. Di wê demê de ji ji ber ku komkujiya li ser serê kurdn pir li ber çavan bû, pararela 36an afirandin û di hundurê wê de herêmên kurdan hiştin û ne hiştin ku hêzn saddam bikevine wê herêmê de. Lê herême kurdistanê hemû ne kete nav wê pararela 36an de. Herême kurdistanê ya Kerkukê ne kirina nav de.

Piştre hin bi hin kurdan li wir rêveberiya xwe ji nû ve afirand. Lê tirkî û Îran hertimî bala wan li ser wir bû û hewldanên wan li ser wir bûn. JI ber ku her yekê ji wan welatan di nav sinorê wan de qatak kurdistan hebû. bakûre kurdistanî di navb sinorê Tirkiye bû. Rojhilatê Kurdistanê di nav sinorê îranê de bû. Ew van di hizirîn. Sûrî bi wan bû û ew qatek kurdistanê yê ku di nav sinorê wê de bû, rojava rojhilatê Kurdistanê dihizirî.

PIştî komkujiyê re, ti carî herêm weke berê xwe ne bû. Êşên nû ru bi ru dan. PIştî êrîşê re mirovêên ku piştre dihatina dinyê ji bi wan re ji ber wê kîmyasala ku li hevberê wan hatibû bi kar anîn saqat dihatina dinyê. PIştre bi çend salan ji ji bo ku baş bibin tedevî didin. Ji xwe ji aliyê deronî ve ti carî ti tedevî li wan ne hata kirin. Herêm û mirovên herêmê bi xwe û rewşe xwe ve hata hiştin.

Bi ser komkujiyê re iro, 22 sal buhurtina. Lê hê ji bi tememî rehet bûn ne bûya. Hê ji mirovên wê derê ji gelek aliyan ve mihtacê tedeviyê ne. Rêveberiya herêmê ji ji ber ku li gor xwe diçê, zêde wilo haya iro bi kul û êşên wan ve mijul ne bûya.

Komkujiya Helepçê û piştî şerê îrakê yê duyemîn dadgehkirin[biguherîne]

Piştî şerê Îrakê yê duyemîn, rêveberiya Îraka berê ku di serî de Saddam Huseyn û xizmê û ber destê wî û ku di rêveberêya berê ya Îrakê de xwediyê weyneke pir girîng bû Alî Hasan El-Mecid di serî de gelek rêveber hatina girtin û hatina daggah kirin. Saddam Huseyn ji komkuji û qirkirinê hata derizandin û cezayê dervekirinê lê hata birrîn û hata bi darve kirin. Piştre di serê Alî Hasan El- Mecid ji bi heman awayê bû. Weke wan geleke dîn ji bû. JI ber ku Tirkiye, Îran û Sûrî li ber di sekinîn, hê ji qirkirina weke qirkirinaka navnewteweyî ne hatiya naskirin.

Tirkiye, Îran û sûrî li ber vê yekê di sekinîn. JI ber ku ew ji iro li ber kurdan bi heman Nêzîkatiyê ne. Li tirkî tenê Ji sala 1986 pêde haya 1999an, ser 60 hezar kurd hatiya kuştin û ser 40 hezar kurdî re ji hatiya windakirin û nêzkîkî 20 hezar nivîskar û rojnemavan û mirovên ku navdar yên kurd ji aliyê tirkî ve hatina kuştin. Ku ev komkujî naskirin bê kirin, êdî ne Tirkiye, ne ji Îran û ne ji Sûrî wê nikaribin rehet û weke berê kurdan bikujin. Ji ber vê yekê, ji bo kuştina kurdan bê sekinandin li ser vê yekê pir divêt ku bê sekinandin û tê sekinandin ji.

Piştî komkujiyê, şerê Îraqê yê duyemîn[biguherîne]

Piştî ku komkujiyê şerê Îrakê yê duyem dest pê kir û bidawi bû. Di wê demê de ji pir mirovê kurd ji ber ku li kurditya xwe xwedi derketin hatina kuştin. Gelek ji wan, bi sedeme ku alikarî dana hêzên Amerika hatina kuştin. Ji xwe ji ber vê yekê, kurd li herêmê bûna armanc.

Kurdan. li hêzn herêmê baweriya wan nîne. Ji ber vê yekê, pir baweriya xwe bi hêzên Amerika Anîn. Ji ber ku piştî ew hatina Îrakê, li wir wan rêveberiya xwe avakirin.JI vê avakriinê Tirkiye, Îran û Sûrî ji pir ne rehet bûn. PIştî şerê Îrakê yê duyemîn, di bin navê "li berxwadanan" de hêzne Îrakî yên ku Hêzên Amerîkî ji dikujin û bomba ji di paqênin ji aliy Tirkiye, Îran û Sûrî ve hatina demazirandin. Wan li başûre kurdistanê ji pir bomba dana paqandin. Amerika ku heya wê ji van hêzên ku tirkiye, Îran û Sûrî avakiribe ji, weke ku heya wê ne be tevgereha.

Di qada navneteweyî de naskirin û erêkirina jenossîde helepçê[biguherîne]

Di qada navneteweyî de naskirin û erêkirina wê pir girînge. Ku bû, komkujî û jenosîdên nû yên ku wê li ser serê kurdan bibin wê bigirê. Wê li Tirkiye, Îran û li Sûrî ji pêşiya komkujiyên nû bigirê. Li tirkî, îran û sûrî hê ji pirgirêka kurd ne hatiya çareserkirin, ev ji, heya ku deriyê komkujiyên nû veke.Ku newê çareserkirin, bêguman wê veke ji. Ji bo pêşya wan komkujiyên ku di paşarojê de bibine bê girtin, di qada neneteweyî de û di BM de de û di neteweyên yekbûyî de bê naskirin, ji bo vê yekê pir girînge. LI tirkî îran û sûrî dîrokeke komkujiyan ya li hemberê kurdan heya.Ev yek, hê ne hatiya ji bîr kirin û ne didemeke dûr bû. Di demên nêzîk de bû.Ev yek ji li ber çava.

Welatên komkujiya Helebçê bi fermî di bi biryara li parlamanên xwe girtina naskirina[biguherîne]

Komkujiya helebçê weke tevkujiya li dijî kurdan ku hatîya nasîn. Piştî ku rejima baasê ya Saddam bi mudahaleya Emerika hat xuraxandin, rejim nû ya ku li cihê hat ava kirin, tevkujiya li dijî kurdan qabûl kir. Piştî re di 5´ê mijdara 2012´an de parlamane Swêd, bi biryara ku parlamanê de girtî, tevkujîya Helepçê nas kir weke şucekî mazin li dijî mirovatiyê.

Binêre jî[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]