Komkujiya Qilabanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Komkujiya Qilabanê (Tirkiye)
Gundê Robozkê

Komkujiya Qilabanê[1][2][3][4][5][6][7], an jî Komkujiya Robozkê di 28'ê kanûna 2011'an de li gundê RobozkêQilabanê pêk hat. Piştî ku di heman demê de civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî (LEN) ya Tirkiyeyê ku jê re bi tirkî dibêjin "MGK" lev dicivê û piştre ev komkujî dibe. Hat gotin ku plansaziya wê komkujiyê di wê civênê de hat kirin. Di wê civinê de, ku armanca ku çavtirsandinê bidina kurdan, firokeyên dewleta tirk diavêje ser gundên ku li wê herêmê û ser 35 mirovê kurd dikuje.[8] Mirovên ku hatine qetilkirin, hemû sivîl bûn.[9][10] Gelek ji wan temenê bin 18 saliyê re bûn.[11][9][12] Li gor ku agahiyên ku dihatin û ketina ajansan de di nav wan de zaroyên 12 salî jî hebûn. Çapameniya tirkî, cih neda bûyerê. Li hin ajansên cîhanê yên weke yên Fransa û Îngilistan û hwd re jî wê komkujiya ku dewleta tirk li ser serê kurdan da kirin, cih girt.[11]

Komkujî, weke ku hemû kurd jî jê bawer dikin ku bi piştgiriya Amerîka[13] û Îngilistanê pêk hatiye.[çavkanî pêwîst e] Ji ber ku hertimî di şerê li dijî kurdan de, Amerîka istihbaretê dide tirkî û di çarçoveya wê istihbaretê de komkujiyên kurdan pêk tên.

Balafirên şer ên artêşa tirk ên F16 li gundê Robozikê di navbera Qilaban û navçeya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê de gundî bombebaran kirin. Hate zanîn ku heta niha 35 kesan jiyana xwe ji dest dane.[14][8] Lê çapemenî û rayedarên tirk tu agahî an jî daxuyanî nedan. Tenê bêdeng man.

Xata dîrokê ya di temenê komkujiyê de[biguherîne]

Kurdistanê, di sale 1923´an de, di konferansa Lozanê de di nava Îran, Sûrî, Tirkî û Îraqê de hat qatkirin. Di wê demê de, li cihê rêveberiya îraqê, Ingilistan li Îraqê hebû û rêveberî û desthilatdariya wê di destê wê de bû. Kurd, di wê demê de, li başûrê kurdistanê, di bin serkêşiya Şêx Mahmudê berzencî de di tekoşînê de bûn û doza maf, azadî û serbixwebûna xwe dikirin. Rêveberiya Îngilizî, pêşî ji kurdistanîyan re got herê û desthilatdariya "keyaniya Kurdistanê", di bin serokatiya Şêx Mahmudê berzencî de hat ava kirin. Lê ev rêveberî, wilo zêde ne doma. Ji ber ku Kurdan, di wê demê de dixwestin ku biserbixwebûna xwe tevbigerihin. Bi vê yekê, êdî artişa Ingilizî ya ku axa îraqê ku başûrê kurdistanê de di nav dihasinad, li dijî wê xwesteka kurdan rabû û ji bêjahî û hewayî ve bidest hêrîşî kurdistanîyan kir û keyaniya kurdistanê ji holê kir.

Di wê demê de, li ser axa Sûrî jî, ku herêma kurdistanê "başûr rojavayê kurdistanê di nav de bû, Hêzên firansizî li ser bûn. Wan jî, bi Ingilizîyan re bi yekîtî tevdigeriyan ji bo ku li herêmê karibin xwe li ser axên ku li ser wan bûn xwe bigirin. Di sale 1923´an de, bi vê rewşê diçina konfaresan Lozanê. Di wê demê de, Tirkî jî, biryara avakirina wê dihê dayin. Li gorî, berjewnediyên Îran, Ingilistan, Firansa û tirkiya ku ji nû ve ava dibê ku kurdistan, newê naskirin û di nava wan de were qatkirin. Ku di wê demê de kurdistan hatiba naskirin, wê başûr rojavayê kurdistanê ê ku di bin destê rêveberiya ingilizî de bû, başûrrojavayê kurdistanê ku di bin destê Firansizîyan de bû, rojhilatê kurdistanê ku di bin destê Irane ku bi Ingiliz û Emarikalîyan re pirr baş bi îtîfaqî tevdigeriya hatibû hiştin, wê nema ba. Konfaranse Lozanê li ser wî temenî digihijê biryara qatkirina kurdistanê. Piştre, sînor di nava kurdan de tê xîzkirin û nayê hiştin ku ti kesek karibê ji sînor derbas bibe û herê aliyekî din ê sînor û hevdû bibînin. Weke ku li tirki bû, Ku mirovekî ji sînorê bakûrê kurdistanê derbaskiriba û çûba rojhilatê kurdistanê ku di bin destê Îranê de ya û yanî jî ku çûba başûrrojavayê kurdistanê ku di nav sînorê sûrî de dimêne, weke "qaçaxçî" tên bi navkirin. Bi vî rengî û gotinên bi vî rengî dihê xwestin ku pêşiya çûna cem hevdû ya kurdan were girtin. Piştî ku Paxta Sadabadê jî hat li Darxistin, wê di wê paxtê de, bi teybetî biryarên ku li ser sînor û jidandina sînoran wê werina girtin. Bi vê yekê, wê çûna bi sder kurdan de bibe. Lê kurdên bakûrê kurdistanê li beşa kurdistanê ya di nav sînorê Îranê de jî, di ya di nav sînorê sûrî de jî û di na ya di nav sînorê Îraqê de jî, li wan xizmên wan hena. Bi heman rengê, ji wan qatên kurdistanê jî, li bakûrê kurdistanê xizmên wan hene.

Ew sînorên ku di nava kurdan de hatina xîzkirin, hertimî bûna sedeme kuştina kurdan. Kurd, hertimî, ji wan buhurtina ku herina cem hevdû û xizmêên xwe bibînin. Ew çûn û hatina wan ya li ser sînor bûya. Tenê ku mirov ji deme konfaranse Lozanê û heta vê demê hilde li dest ku tenê li ser sînor hatina kuştun, ku bi rastî, kronolojiya wan, were derxistin, wê bê dîtin ku heta roja me, bi sadan û hezaran kurd hatina kuştin li ser wan sînoran. Weke xaleka dawiyê ya wan komkujiyan jî, komkujiya Qilabanê û yan jî ku di çapamaniyê de tê bi navkirin komkujiya Robozkê bûye.

Armanca siyasî ya di bin komkujiya Qilabanê de[biguherîne]

Komkujiya Qilabanê, weke komkujiyaka ku dewletê bi plankiriya ya. Armanca sereka, ew bûya ku ku çavê kurdan were tirsandin a. Di serî de, weke armanca duyemin jî, ew a ku têkiliya kurdan ya çûna cem hevdû were birrîn a. Armanca sêyemin jî, ew a ku kurd, doza maf û azadiya xwe ne kin a. Bi vê armanca dewletê ya sêyemin ve girêdayî, mirov divê ku weke xalna binî rojavê û pêşketinên ku di wê demê de bûna jî bênê rojavê. di wê demê de, dewletê, komkuji kir ku weke ku kurdan, gavekê bi şûn de bide bi şûn de. Kurdên, başûrê kurdistanê, bi nîvdewletî dijîn. Kurdeên başûr rojavayê kurdistanê, di asteka nîv dewletî de dijîn. Kurdên bakûrê kurdistanê jî, xweseriya xwe denezandin. Bi komkujiya Qilabanê re, hat xwest ku xatekê di nava van pêşketinên di nava kurdan de ji aliyê civaknasî, sîyasî û dîplomatikî ve were danîn. Bi vê yekê, komkuji, pirr bi planî hatiye kirin. Di roj û saete ku komkuji pêkhat de, lijneya bilind a ewlakariyê ya millî ya tirkiyê li hevdû dicîvî bû. Piştî, bidawîbûna civînê bi saatekê û an jî du saetan re ev komkujî pêk tê. 'Dewletê, wilo fikir ku weke ku berî wê komkujiyê bi salakê li Gundekî xizane Amedekê bi destê çend cerdewanan 44 kurd hatina qatilkirin û ew komkujî, di çapameniyê de weke komkujiyaka ku di ancama berjewnedîyan û an jî dozaxwûnê de pêkhatiya û bi wê rengê daya nîşandin, wê fikir kir ku wê ew komkujiya Robozkê jî, wilobi wê rengê bida nîşandin.' Di wê komkujiya ku têde 44 kurd hatina qatilkirin, hingî, serokkomarê tirk Abdullah Gül bixwe derket ber çapameniyê û got ku "di kevneşopa wan de temenê vê heya û ev dozaka xwûnê ya."

Koordîna, plan û istihbarate komkujiyê[biguherîne]

Di deme ku komkujiya Robozkê bû jî, kurdan û gotin ku "emarîka û Îsrail, istihbarate wê komkujiyê dane"[çavkanî pêwîst e]. Piştre, ne bi gelekî re derketa li holê ku Ji navenda Emarika istihbarat hatiye. Bi firokên bêmirov ku ji wan tê gotin "Heron", bi wan, îstihbarat bi dîmenî hatiye girtin û hatiye kifşkirin ku ew kî na. Lê tevî wê jî, piştî ku îstihbarat, hatiye dayin li destê rêveberiya tirkî, êdî ji aliyê Sorokwezir û û serokfermandar ve ferman hatiye dayin û komkuji pêk hatiye. Kurdan, ev komkuji, di nava xwe de weke Komkujiya Qerqeliyê ku li navçeya Wanê pêk hatiye û nav wê weke " sihûsêgûla" bûya malê dîrokê, tijbandina wê. Di wê demê de jî, Komkujiya Qerqeliyê, ji aliyê generalê tirk Mustefa Muglali ve hatibû kirin.

Piştî komkujiyê re hewldanên dewleta tirk yên bi arnamca ser komkujiyê bigirê[biguherîne]

Piştî ku komkujiya Robozkê, pêkhat, dewletê, hertimî hewlda ku rojevê biguharinê û ser buyarê bigrê. Piştî komkujiyê re "doza 12 êlûnê" hat dest pê kirin li berçav. Ji bo ku rojev were guharandin bi wan, çend generalên tirk jî hatina girtin. Piştre, ji bo ku dîsa komkujiyê ji rojavê derxê, bi navê "komisyona lêkolînê" li meclisa tirkî, komisyojek hat avakirin. ev hewldan hemû jî, ji bo ku serê komkujiyê bide girtin û an jî, wê ji rastiyê dûr bide nîşandin. Lê tevî ku heta, îro(28. Mai 2012) bi ser 5 meh jî buhurtin jî, hê jî, ti kesek ne hata derizandin. Vajî wê, siyesetmederên kurd, yên ku komkuji dikirina rojavê de, ji wan re doz li ser dozê hatina vekirin. Yên ku komkuji sermazar kirin, rastî hêrîşa hêzên dewletê hatin. Ji bo ku bertekên gelê kurd, bênina xwerê, li berçav dozek vekirin. Lê doz li kê hat vekirin û kî têde hata darizandin, ew veşartî ma. Qatilên ku komkuji pêkhanîn, veşartî man. Lê kurdan, tevî hemû hêrîşan jî, dev jî biçûna bi ser komkujiyê de ku ji bo ku wê derxistina li holê û qatilên wê teşîr bikin ne berdan.

Di şerê li dijî kurdan de, tirkî, heta vê rojê jî, piştîgirî ji welatên andamê NATO û Emarika girtiya. Emarika, li dijî, tevgera kurd ya azadiyê, hertimî, bi sîyasî, dîplomatikî û gelek aliyên din ve piştgirî dayê de. Ku ne bi wê piştgiriyê ba, wê heta roja me, ew şer ne hatiba domandin. Rêxistinên kurd, hem li kurdistanê û hem jî dervî kurdistanê li ewropa, hertimî hatina kirimînalîzekirin. Televizyonên kurd, ên weke roj tv, ji bo ku bi kurdî weşan dikirin û maf û azadiya kurdan dihanîn ser ziman, hatina girtin. Ev hemû, di wê deme ku ev komkuji bû de, bêhtirî, hatina berçav û bandûra wan hat dîtin. Bi van re, mirov karê bibêje ku dewletê, li hemberê xwestina statûya xwe ya kurdan, bi komkuji û înkara xwe re bi van rengan bersiva daya kurdan. Komkujiya Robozkê jî, bi armanca çavtirsandinê ji bo ku kurd maf û azadiya xwe doz nekin û nexwezin, hatiye kirin. Kurdan, ji bo ku ev fahm kir, êdî bêhtirî doza mafê xwe yê azadiyê kirin. Bi wê re, divê ku mirov bibîr bixe ku di vê demê de ser 15 hezar sîyesetmederên kurd jî ji bo ku doza azadiya kurdan kirin û mafê kurdan bi lêvkirina, hatina girtin û nûhan di zindanê de na.

Xwepêşandinên ku li gelemperîya Kurdistanê ji bo Komkujîya Qilabanê bûn[biguherîne]

Li Kurdistanê, piştî ku komkujiya Qilabanê bû, li her bajar, navçe û gundên kurdistanê, xwepêşandin ji bo komkujiya Qilaban û Şermazarkirina wê bûn. Di hemû xwepêşandinan de, xwestekek bi dirişim û gotinên kurdan re derketina li pêş. ew jî, ew bû ku "berpirsîyarîyên komkujiyê derkevina li Holê. rayadarên dewleta tirk, di despêka komkujiyê de bêdeng man. Roja ku komkuji bû, heta ku di çapamaniya kurdistanê û ya navnetewî de bi awayekî mazin cih negirt, dewlete tirk, rayadarên wê û çapameniya wê, komkuji ne hilda rojava xwe. Piştî ku hilda rojava xwe jî, bi gotinên ku hêrîşî kurdan bikin, hildana roja xwe. Minaq, di gotin ku "ew mirovên ku li wir hatina kuştin, çi karê wan li wir hebû?". Bi vî rengî, xwestin ku yên ku di komkujiyê de hatina qatilkirin, bi berpirsîyar bidina nîşandin. Li Meclîsa tirk, komîsyonaka ku Lêkolîna komkujiyê bike hat ava kirin. Komîsyonê, tenê tenê bi armancekê derketa li pêş. Ew jî, ew bû ku bertekên ku ji nava kurdan ji bo komkujiyê bilind dibin kêm bin.

Komkuji, ji roja ku pêk hat û hata ku demên pitre hemûyan jî, kurdan xwestin ku rayadarên derwletê ên ku fermana komkujiyê dane werina derxistin li holê. Lê ti carî, ew mirovên ku ferman dabûn, ne hatina eşkera kirin.

Piştî komkujiyê bi 5 mehan di rojnemaya Emarikî ya bi navê "The wall Street journal", nivîsand û hanî ser ziman ku Pantagonê îstîhbarate komkujiya Robozkê daya tirkî û rayadarên tirk, ferman dane." Ev hanîna li ser ziman ya rojnemê, bi rojan hat nîqaşkirin. Lê rayadarên dewleta tirk, hewldan ku pêşîyê li wan nîqaşên ku piştî nivîsa wê rojnema Emarikî bûn jî bigirê. Bi vê yekê, dewletê, xwest ku berpirsîyarîya xwe ji berçav bide dûrkirin. Serokwezirê tirk Recep Tayyip Erdoğan, di axiftina xwe ya li ser komkujiya Robozkê de, got ku "me tazmînate wê jî daya, êdî çima li ser tê axiftin û di rojevê de tê hiştin." Serokwezirê tirk T. Ardogan, herdemî, komkuji parast û yên ku komkuji kirina, veşartin. Kurdan, ew bixwe, weke yê ku "ferman daye" hanî ser ziman û di xwepêşandinên xwe de bi dirişmî û dengê badikirin ku "qatil Ardogan." Bi van gotinan, ji rojnemavana xwest ku êdî ti kesek komkujiyê ne hildê rojava xwe.

Kurd, li Kurdistanê, her roj derketina qadan û ew komkuji şermazar kirin û xwestin ku berpirsîyarên wê werina derxistin li holê. Di her xwepêşandinên xwe de kurdan, xwestin ku "kê ferman daya, were eşkera kirin." Bi vê yekê û armancê, hertimî pirsîn ku "kê, ferman daya?" Ev pirs, weke pirseka ku hertimî kurdan dipirsîbû. Lê ew pirs jî, ti carî, ne hat bersivandin. Ew pirs, hertimî, bêbersiv hat hiştin. Heta roja me jî, ev pirsa "kê, ferman daya", bêbersiv a.

Birina komkujiya Robozkê li dadgeha navnetewî[biguherîne]

Partiya kurd BDP, piştî ku fahm kir ku wê êdî li hundurû ti ancam ji dewletê û lêgerînên wê yên li berçav dernekevin, êdî bi serlêdanê serî Dadgeha sûcên şer ya navnetewî lê da. Tirki jî, ji bo pêşî li wê dozê bigirê, doza li dadgeha xwe dayî vekirin bêî ku ti çareserîyan û bîryaran têde bide girtin, di "kudandinê(sûrûncemê)" de dihêle.

Giringiya birina vê doza komkujiya kurdan li dadgeha navnetewî, ew a ku wê pêşiya komkujiyên din yên bi vî rengî bêgirtin. Lê ku ti ancam, ji dadgeha navnetewî, bi herênî newina girtin, wê êdî pêşiya komkujiyên nû ku bibin newê girtin. Ji ber vê yekê, giringa û wate wê heya.

Siyasetmedaran çi got?[biguherîne]

  • « Ewên ku behsa nîjadkujiyê dikin ma ev ne nîjadkujî be çi ye? Ewên ku Esad û Qedafî rexne dikin, îro ji wan zêdetir kirine. Ew gelên xwe bombebaran nakin. Ev nîjadkujiya ku ne kêmî Qedafî û Sedam e, wê di dîrokê de cihê xwe bigire. Serokwezîr Erdogan wê weke serokwezîrekî nîjadkuj di dîrokê de cih bigire » Hevserokê KCD'yê Ahmet Türk[15]
  • « Wê bedêla hemûkan were standin. Yê ku ne stîne bila nemêr be. Heta em hesabê vî karî ne pirsin sekin nîne! » Parlementerê Mersînê yê BDP'yê Ertuğrul Kürkçü[15]
  • « Em hem dilgiraniya xwe li hemberî wê bûyera diltezîn radigihînin û di heman demê de teqeziyê li ser helwesta xwe dikin ku çend zûtir rewş bi rêya aştî û siyasî bê çareserkirin baştir e, ji bo ku êdî xelkê sivîl û medenî rastî wê ziyana ku rûdayî nebin. » Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê[19]
  • « Em ji bo êşa we parve bikin li vir in. Em dev ji vê bûyerê bernadin. Emê vê bûyerê bînin rojeva meclîsê û ji bo ku berpirsyarên bûyêrê derkevin holê çi ji destê me were emê bikin. » Serokê CHP'yê Kemal Kılıçdaroğlu[20]
  • « Di operasyona hewayî de 35 hevwelatiyên me jiyana xwe ji dest dane. Serokerkaniya me gotiye me dest bi lêgerînan kiriye. Ez jî bi serokerkan re civiyam. Ji bo serokerkan û serleşkeran (her çiqas medya wisa bike jî) re spas dikim. » Serokê AKP'yê Recep Tayyip Erdoğan[21]

Herwiha di rojnameya amerîkî WSJ'ê de nûçeyek derket ku, dihate gotin; "Amerîkayê, îstîhbarata Robozikê bi balafirên xwe yên bêmirov (ji wan re predator tê gotin) daye Tirkiyeyê." [25] The Gardîyan [26]

Çavkanî[biguherîne]

  1. http://www.turquieeuropeenne.eu/article5094.html 'li gora webrûpela "Turquie Eu", li uludere masscre hebû yanî komkujiya uludere)
  2. http://www.time.com/time/world/article/0,8599,2104027,00.html?xid=gonewsedit (li gor rojname TIMe, massacre, yanî komkujiya uludere)
  3. http://www.londragazete.com/haber_detay.asp?haberID=10216
  4. http://www.ihd.org.tr/english/index.php?option=com_content&view=article&id=727:report20120103eng&catid=14:joint-press-releases&Itemid=30 (li gora "mafê mirovan a tirkiyê" komkujiya uludere, tarix 10-01-2012
  5. http://www.todayszaman.com/columnist-268855-uludere-massacre-and-government.html (li gora rojnameya tirk, wêshana îngilîzî, "today's zaman 17-01-2012" Uludere massacre and government)
  6. http://europenews.dk/en/node/51174 ( Europe news, 16-01-2012 Turkish Justice: Gulen’s Recent Response to Uludere Massacre)
  7. https://www.newroz.com/en/politics/350831/uludere-massacre-kurds-was-no-mistake-sole-survivors-testimony (li gora rojnameya newroz " Uludere Massacre")
  8. a b İşte yaşamını yitiren 36 kişinin isimleri
  9. a b Savaş uçakları sivilleri vurdu
  10. http://www.todayszaman.com/columnist-269693-the-uludere-massacre-as-a-political-move.html (li gora rojnamevan ETYEN MAHÇUPYAN em dibêjin "komkujiya Qilabanê)
  11. a b Turkey admits 35 civilian deaths near Kurdish villag
  12. Ölenlerin Çoğu Öğrenci
  13. The wall Street journal
  14. Hejmara kuştiyên êrîşa balafirê kêmtirîn 35 e
  15. a b c BU TOPRAKLARIN ADI KÜRDİSTAN
  16. Demirtaş: Bu toprakların adı Kürdistan
  17. Selahattin Demirtaş'tan Şok Sözler
  18. Selahattin Demirtaş”BuRası Kürdistandır”
  19. Serokatiya Kurdistanê sersaxî li kesûkarên gundiyên Robozkê kir
  20. Kiliçdaroğlu: Em ê Bûyêrê Bînin Meclisê
  21. Erdoğan ile Demirtaş'tan Uludere Açıklamaları
  22. Çelik: Olay bir operasyon kazası
  23. ABD Büyükelçisi: Uludere’deki Katlıyamı Sahip Çıktı Akp'ın Yanındayız
  24. ABD Büyükelçisi: Uludere’de hükümetin yanındayız
  25. The wall Street journal; Emarika, Istihbarata Roboski da tirkiye û Tirkiye ferman da.
  26. [1] The Gardîan; Artişa tirk, gundiyên sivil ên kurd qatilkirin.]

Girêdanên derve[biguherîne]