Konên Aşîtiyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Konên aşîtiyê an jî weke ku di nav xelkê de tê gotin "konên çareseriya demokratîk yên çareserkirina pirsgirêka kurd". Li Kurdistanê di Newroza 2011an de ji aliyê dayikên kurd yên aşîtiyê ve hatine avakirin. Dayikên kurd, ji bo ku pêşî li wî serê ku heya bigirin, hertimî di nav tevgerekê de bûn. Ew kirina wan ya dawiyê ya di 2011an de bû. Dewleta tirk, di wê newrozê de bidest operasyonan li ser gerîla kir û di roja komkujiya kurda roja Helebçê de roja 16 adarê 2011an de sê ciwanên kurd kuştin. Helîme Baş û Halît dag du ji wan ciwanên kurd bûn. Halît zewicî bû û bavê du keçan bû û ji Mahsertê bû. Kurdistaniyan ew weke ´pekrawanên newrozê´ himbêzkirin û wisa denezandin.

Li Kurdistanê, hê jî, zimanê kurdî li kurdan qedexe ye. Bernama komara tirk ya bişavtinê hê li ser serê kurdan di merîyetê de ya. Zarokên kurdan di dibistanan de bi zimanekî beyenî têne bi şavtin. Dayikên kurd, ji bo ku pêşî li vê bigirin û bi riyên dervî şer xwesteka xwe çareserkirina bênian rojevê, "konên çareseriya demokratîk" vedan. Lê di roja ku hatina vedan de, deme ku piştî pîrozkirina newrozê re, girseyên ku newroz pîrozkirin bê ku jev belav bibin bihev re ketine meşê de û ku bi ber konên çareseriyê ve pirsgirêka kurd ve çûn de, hêzên dewlete tirk bi leşker û polêsan re hêrîş birina bi ser wan de û bi dehan mirov birîndakirin.

Lê kurdan bi înad ew rewşa xwe da berdewam kirin. Konên xwe yên ku vekiribûn ji ku weke ´konên aşîtiyê´ têne binavkiirn, wan didina berdewamkirin.Ew kon, tenê armanca wan ew bû ku balê bikişînina ser wî şerê ku li kurdistanê heya û wî şerî bidawî bikin û çareserîyakê i pirsgirêka kurd re li herêmê bi riyên dervî şerê bê dîtîn. Di wan konan de dayikên kurd yên aşîtiyê ji destpêkê bidest rûniştinê kirin û hate ku ew kon hebûn jî, ew têde rûniştî man.

Armanca konan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Armanca konan, ev bû ku balê bikişêne ser pirsgirêka kurd û çareserkirina wê. Mirovên ku di bin konan de di rûniştin, dayikê kurd ên pîr, jin, zaro û her weha ji hemû kom û beşên din yên ku di nav civakê de bûn. Armancaka konên aşîtîyê, ku kurdan, navê "konên çareserîya demokratik" li wan kiribû, ew bû ku şerê ku li Kurdistanê dihê meşandin, were teşîrkirin. Bi wê re, êdî şer bê bidawîkirin û pirsgirêka kurd, li herêmê bi riyê aşîtiyana û bi danûstandinan(dîyalogê) were çareserkirin. Lê Dewleta Tirk, bi awayekî pirr bi şitt û tuj çû bi ser konan de, ji ber ku wê jî dît ku Şerê ku ew li Kurdistanê ku ew dimeşêne ku hat teşîrkirin.

Di konan de kirinên ku dihatina kirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di konan de, jin û mêr, ciwan û pîr, û her weha ji hemû komên din ên etnik û êb olî ên cuda lev dirûniştin û li ser mijarên politik, civaknasiyê, rêveberiyê, maf û azadiyê û hwd, danûstandin û nîqaş dikirin. Hema bêja her roj, di bin konan de, semîner û forumên bi kurdî dihatina kirin. Ji ber ku dewlet tirk, zimanê kurdî qadaxa kirîya, êdî bi teybetî, ji bo ew qadaxakirin were şîkandin, zimanê kurdî dihat bikarhanîn. Kesên ku ew seminer û forum didan jî, civaknas, rewşenbîr, prefesor, maomosteyên zimanê dayikê ên kurdî û hwd, bûn. Hertimî û dayimî, civatên gel ên di bin wan konan de li dar bûn.

Hêrîşên ku li konan bûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her roj, li konan polişên dewletê li bajerekî kurdistanê hêrîş dibirina ser konan û bi dehan mirov birîndar dikirin û dikuştin. Rojna, bi carekê re di heman seatê de li 17 bajaran hemwaxt li konan hêrîş dibûn. Ji ber ku dewlet, nîyeta wê ya çareserîya pirsgirêka kurd nebû û şerkirina bi kurdan re di rojava wê de bû, êdî wilo hêrîşî gel û konan bi hev re dikir. Konên aşîtîyê, di pêvajoya hewldana çareserkirina pirsgirêka kurd de, nêzîkatîya kurdan ya aşîtîyana bû. Kon, di ancama wê nêzîkatîya wan ya aşîtîyana de pêk hat. Di nav kurdan de, ku di dîrokî de çendî ku şer bûna ku jin bi hawavîya li ser serê xwe ya sipî, ku diketa nava wan pevçûn û şeran de, êdî ew şer û pevçûn bi dawî dibûn. Ev kevneşopîya kurdan bû. Li gor vê kevneşopîyê, di nava kurdan de, bi teybetî, yê ku ew kon ew avakiribûn, dayikên kurd bûn. Jin û dayikên kurd, bi wan konan xwestin ku li pêşîya wî şerê ku dewleta tirk li kurdistanê dimeşêne bisekin in. Xwestin ku dawî lê were hanîn. Bi wan konan re di heman waxtê de, çalakîyên weke yên xwekirina mertal li ber qadên ku lê şer dibûn jî bû. Dayikê kurd, jî çalakîya xwe re gotin ku "em dibina Mertalên Zindî li pêşîya şer li qada şer" Bi wê re gotin ku "em naxwezin ku şer bibe". Bi wê re jî, hanîna ser ziman ku "divêt ku şer di çareserkirina pirsgirêkên civakê û civatê de newê dayin". "Dew ji şer were berdan."

Nimêjên ku kurdan êdî bidest kirina li qadan kirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heta wê, pêvajo bi şit bû. Lê kurdan kirinaka din jî kir. Hewta rojê dewleta tirk, hertimî ol li dijî kurdan bi kar hanîya di bin navê "Biratî" û "misilmantiyê" de. Kurdan, ji bo pêşî li vê bigirin, êdî gotin em li mizgevtên dewêletê yên dîyenete tirk mêj nakin. JI ber ku di mizgevtan de, meleyên ku dewletê dişandina kurdistanê, hêrîşî nirxên civake kurd dikirin. Di mizgevtan de, şerê ku li kurdistanê dewletê dide li dijî kurdan, wan meleyan ew şer meşrû dide nîşandin. Kurdan jî, got, "mizgevt cihê ku têde îbededet were kirin û cihê têde rêz ji mirov were girtin û cihê ku aşîtîya civakê û aşîtîya di nava civatan de were parastina, êdî li dijî, wê kirina dewletê derketin û mêjên xwe li qadan li dervî mizgevten kirin. Wekî din jî, mijaraka din jî, bû sedema ku kurd êdî li Mizgeftên dewletê yên ku di wan de şer dihat meşrûkirin nekin. Ew jkî, qadaxaya li ser zimanê kurdî bû. Kurd, pirranîyên wan zimanê wan kurdû bû û ji tirkî fahm nedikirin. Di mizgevtan de jî, tenê Zimanê tirkî dihat bikarhanîn û Zimanê kurdî di wan mizgevtan de qadaxa bû.

Binere jî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mertalên Zindî

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]