Konferansa Jenevê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Konferansa diduyan a Jenevê, di 22´ê çila de destpêkir û hat li darxistin. Bi minasebet û armanca ku pirsgirêka Sûrî çareser bike hat li darxistin. Di konfaranse Duyemin a ku di 22´ê çilaya 2014´an ku hat li darxistin, ji 37 welatan heyet û çavdêr tevlî wê bûn. Di nava kurdan de jî, bû sedema nîqaşên mazin. Ji ber ku kurd, tevî ku weke gelekî ku beşeka wan di nava sînorê Sûrî de hatîya hiştin û pirsgirêka wan ne hatîya çareserkirin û ew ne hatina dewetkirin li konfaransê.

Di konfaranse cenevê a duyemin de, rejima Sûrî û Muxalefeta ku ji aliyê ewropa û emerika ve hatî avakirin û ku piştgirîyê didinê de tevlî bûn. Di konfaranse de, li ser mijare hikimetek demkî û hevbeş were ava kirin rawastîyan.

Kurd û konferansa Jenevê[biguherîne]

Kurd, tevî ku weke beşek ji Sûrî bûn, ne hatina dewetkirin li konfaranse cenev´ê. Tirkiya, dema ku amedkariyên konfaranse dihatina kirin de jî û di dema ku ew hat li daxistin de jî, dîplomasiyeka mazin kir bo ku pêşîyê lê bigrê ku kurd tevlî bi serê xwe û serbixwe tevlî konfaranse Cenevê nebin. Kurdan, ji destpêkê, hertimî dixwestin ku bi heyetek serbixwe ku li ser navê civate kurd tevlî konfaranse bibin.

KUrdan, di destpêka mudahaleya li Sûrî de, li hewlêrê li hevdû civîyan û "desteya bilind a kurd" demezrendin ku di bin navê wê de bihevdû re di temenê yekbûnekê de tevbigerihin. Tirkiya, pêşî hewldan ku wê ji hevdû belav bike. Piştre bi alikariya rêveberîya kurd a başûr ENKS da avakirin û bi wê re rewşa sîyesî a rojavayê kirin qat. Piştî ku konfaranse Cenev´ê a duyemin, amedekarîyên wê bidawî bûn û heta li darxistin, êdî heyetên ser 37 welatan re tevlî wê bûn. Lê kurd ne hatina dewetkirin li konfaranse. Îran jî, çend ku di sê roj berî ku wê di wê de konfaranse cenevê a duyemin were li darxistin Îran hat dewetkirin. Lê ji ber ku ji îranê xwestin ku biryarên konfaranse Cenevê a yekemin herê bike û îranê ev herê nekir, êdî ew dewetîya ji îranê re bi şûn ve hat vekişandin. Di nava biryarên konfaranse cenevê a yekemin de, ji desthilatdarîyê birina beşar Esad û piştgirîya ji ´muxalefeta Sûrî´ re jî hebû. Îranê, ev herê nekiribû.

Denezana xweserîya rojavayê kurdistanê ji aliyê kurdan û kêmnetewên din ên li herêmê ve[biguherîne]

Kurdan, dîtin ku wê dewet ji wan re newê şandin. Lê kurdan ne dixwest ku ji ´Lozanek din a duyemin re jî bêjin herê.´ Kurdan, bi denezena xweserîya herêma xwe a rojavayê kurdistanê, çareserîya xwe ya li herêmê ragihandin. Kurdan, dixwest ku statûya wan were herêkirin. Ya ku tirkiya û welatên din ên li herêmê li dijî bûn ev bû. Kurdan, temenê xweserîya çêkir, hêza xwe ya parastinê avakir û xweserîya xwe ya herêmî denezendin. Bi wê re, xwestin ku ew statûya were nasîn.

Konferansa pêşîn a Jenevê[biguherîne]

Konferansa pêşîn a Jenevê di hezirane 2012´an de hat li darxistin. Di wê demê de Hingî, weke mirovê ku çareseriyê bibîne û navbeynkariyê bike Kofî Annan, rol leyist. Hingî, wezire kare derve ê emerika jî Hillary Clinton bû. BI wan re, neteweyên yekbûyî di wê de amede bû. Hinek biryar di wê de hatina girtin. Di temenê çûyina Beşar Esad de biryar hatina girtin. Di konfaranse jenev a pêşî de, çend ji wan biryarên ku girtin:

  • Li Sûrî çareserîyeka ku hemû herê bikin û di nav de bin.
  • Aramî û ewlakarî were pêşxistin û parastin.
  • Zêdetîrî tûndûtûjî newê bikarhanîn û rêyên levkirinê dîtina wan ..
  • Ku hikimet û muxalefet jî di nav de hikimetek demkî were avakirin
  • Bo danûstandinaka bi wate, hemû komên li Sûrî tevlîbûna wan a li têkildanînê
  • Di berçav de derbaskirina pergale destûrî û a destûra bigihînî ..
  • Pergale bi awayekî pirr-partîyî bê ku bi vê rengê bi dadî û wekhev bixabitê û kar bike.
  • BI tememî wekhevîya temsîlîyeta jinê bê kirin

Piştî Kofî Anan re hatina birehimî[biguherîne]

Kofî Anan, demeka dirêj di nava aliyan de çû û hat. Di destpêkê de bo agirbestekê bide çê kirin. Piştî ku di hewldanên xwe Kofî Anan bi serneket êdî ku dema erke wî hat, wê ji neteyên yekbûyî xwest ku newê dirêj kirin. Êdî piştî re Axdar Birehimî hat bijartin ku navbeynkariyê bike li şûna wî. Bo ku Agirbestê bide kirin, bi aliyan re ket têkilîyê. Lê ew jî bi serneket. Piştî destpêkirina konfaranse ceneveê a duyemin, bo ku têkiliyê dênin wê di nava rejimê û muxalefetê de çû û hat.

Tevlîbûn û ne tevlîkirina komên li Sûrî li nava konfaranse cenev´ê[biguherîne]

LI nava konfaranse bo çareserîyê, komên dinava sûrî de ku hena û heta wê demê rejimê mafên wan ji destê wan girtina ên weke kurd, Asûr û komên din ên li Sûrî û hwd, ne hiştin ku tevlî konfaransê cenevê bibin. Kurdan, pirr di nava xwe de nîqaş jî kir û xwestin tevlî bibin. Lê ew derfet ji kurdan re ne hat hiştin. Tirkiya li dijî kurdan dîplomasî kurd ku kurd tevlî ne binn. Ji ber ku ne dixwest ku kurd bigihijina statûyekê li ser axa xwe. Bo vê yekê jî, di dema ku konfaranse cenev´ê bo agirbestê nîqaş dikir, ´tir´ên ku tirkiya tişî çek dikirin û dişandina ji komên li Sûrî re li ser sînor dihatina girtin.

Kurdan, herêmên xwe parastin. Piştre, di 21´ê cila de kurdan xweserîya herêmên xwe kir bi rengê sê kantonan. Ev kanton jî, kantona afrînê, kantona Cizîrê û kantona kobanê ya. Bi vê rengê xweserîya rojavayê kurdistanê ragihandin.

Çavkanî[biguherîne]