Kordoba

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Hindirî mizgefta Kordobayê

Kordoba (bi spanî: Córdoba) paytexta wîleyata Kordoba li Spanyayê di herêma Andalusia de dimê ye. Ew li ser çemê Guadalquivirê dimê ye.

Dîrok[biguherîne]

Córdoba herêmeke ji berê de şaristanî û civak li ser çêbûye. Ew di 169 b.z de ji hêlê Împaratoriya Romayê hate dagir kirin û bi navê Corduba bû navenda herêmê xwe. Ji pê ji hêla wandalan hat talan kirin re, ew demeke di bin hikumdariya Gotên Roava de ma. Navbera salên 554 û 571'an de jî di bin Bîzansê de ma. Di sala 572'an de Gotên Roava ew şunda dest xwe xistin jî qêmete xweya berê êdî qeyb kiribû. Di sala 711'an de ew kete bin destên misilmanên Ereb û berberîyan û ew bi sala 716'a bû paytexta dewletê Endulusê.

Di sedsala 10'an de li derdorên bajêr Xelîfetiya Cordobayê bi Ûmeyyeyan ve girêdabû hat avakirin. Di wan wextan de li bajêr nêzî mîlonek kes dijiyabûye. Di wan wextan de ew Qurtube (bi bi erebîقرطبة Qurtuba) dihat nav kirin. Dîsa di wê wextê de misilman, û xristiyan bi biratî cem hev dijiyan. Ew heta 1236'a di bin desthilatê hin qewmên Ereb û Berberan de ma û ji wê salê ve êdî temamî kete bin hikumdariyê Xrîstiyanan.