Korporatîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Korporatîzm sîstemeke aborî, siyasî yan jî civakî ye ku tê de komên korporat ên mîna cotkar, pîşesaz, etnîk, kedkar, eskerî, patron (karsaz), zanyar yan jî dînî tên cem hev û saziyeke yekpare ava dikin û di nava wê de komên cihê hene ku ji bo çêkirina siyasetên ji bo berjewnediya gelek koman hevdîtinan dikin[1].

Gotina Korporatîzm ji peyva latînî corpus ango beden, gewde tê. Ev mane û maneya neyênî ya îro di gotina korporatîzm de heye nepêwendîdarî hev in, lewra korporatîzm polîtîkayên korporasyonên pîsesaziyê serdestî ne tîne ziman. Korporatîzm civakê weke bedeneke organîk dibîne, di vê bedenê de her koma korporat ji bo civak rast û bas bixebite weke endamekî pêdivî pê heye tê dîtin[2]. Korporatîzm têkiliya xwe bi konsepta civaknasî fonksiyonalîzmê heye[3]. Li welatên ku sîstema wan a korporatîst heye, dewlet bi awayekî xurt dest werdide da ku ber bide polîtîkayên korporatîst û pêşiya pirsgirêkên di navbera koman de bigire [4].

Cureyên korporatîzmê[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  1. Wiarda, Howard J. Corporatism and comparative politics. M.E. Sharpe, 1996. Pp. 29-30.
  2. Wiarda, Howard J. Corporatism and comparative politics. M.E. Sharpe, 1996. Pp. 28-30.
  3. a b Adler, Franklin Hugh. Italian Industrialists from Liberalism to Fascism: The Political Development of the Industrial Bourgeoisie, 1906-34. Pp. 349
  4. Wiarda, Howard J. Corporatism and comparative politics. M.E. Sharpe, 1996. Pp. 23-24.