Korta devî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Korta devkî (bi îngilîzî: oral cavity, bi latînî cavitas oris) ango dev di mirov û ajalan de bi taybetî ye. Korta devkî yan dev bi her du lêvan (lips) sergirtiye. Korta devkî (dev) erka givêrîna xwarinê bi cûtinê fîzîkî û hêrandin bi riyê diranan û bi riyê glêzê şil dike.

Erk (Fonksiyon)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Korta devkî (dev) gelek rolên girîng dilîze di laşê mirov de wek di peyvîn, dengdan û fîs kirin (whistling), maçkirin, rûdem kirin (facial expression), ken kirin, erka givêrîn, xwarin, vexwarin, hilmijkirin û cixare vexwarin.

Aspêktên (rûdemên) çandî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Em dizanin ku gor etîkêtê (olên danestandinê civakî) heger devê mirov girtî be demê nên dixwe û diciwe. Li ba jin û keçan her du lêvan bi sor xemilandî ku şêweyeke şepal û xweşik bide riwên wan.

Guhêrandina anatomî û dem pêşketinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîlutram (philtrum bi grêkî philtron ango bo ramûsandinê) kortikeke şaqûliye di lêva banî ku hate peyda kirin bi riya kirdarên difnî kirdarên kajuyî(maxillary processes) dema ku zarok di zikî daykê xwe de bû, û çaxa ku dijwar têne girtin nexweşiya lêva kêrguh yan kêvroşka bejî (hare lip) yan ezmanê devê kilît (cleft palate) çêdibe.

Nexweşiyên korta devkî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji nexweşiyên korta devkî şêrepençîra dêv, kulbûna pidû (gingivitis), kurmiyên diranan, kulbûna zimên û pir nexweşiyên din.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]