Kortika hêkan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Lîstika korta hêkan lîstikeke zarokan e, nemaze, ên temen biçûk, ango kêmtirî dozdeh salan. Hejmara lîskevanan di vê lîstikê de ji çar heya heft kesan e. Amûrên lîstikê ji tope û kortên di erdê de hatine kolandin pêk tên, kort li gorî hejmara lîskevanan tên kolandin, yanê her lîskevanekî kortika xwe ya taybet heye. Li rex kortikan jî komek kevirên biçûk tê dayîn, ev kevir wek xalikan tên bikar anîn bo xuya bikin ka lîskevan gihîştiye kîjan radeyê.

Lîstik bi vî şêweyî tê lîstin.

Mokevan (ew kesê ku mok di stûyê wî de ye), li ber kortikan radiweste û lîskevanên mayî jî dora pênc mitran ji kortikan bi dûr dikevin, yek ji lîskevanan, helbet, bi dobe û bi teşeyekî rêzkirî topê tol nav kortikan dike, heke top bikeve kortika mokevan, ew ê topê rake û bavêje lîskevanên dema top dikeve kortika wî direvin, eger top li lîskevanekî keve dê kevirekî biçûk ji komikê rakin û têxin kortika wî; lê heke li tu kesî nekeve dê kevirekî bixin kortika mokevan.

Hêjayî gotinê ye, ku keke top têkeve kortika lîskevanekî ji kortikan dûr sekiniye, ew eynî karê mokevan dike, yanê dibeze topê û davêje lîskevanên din, heya mokevanê yekem jî bi lîskevanan re baz dide.

Kengî lîstik bi dawî dibe, bi demê ve ne girêdayî ye; lê hejmara keviran di kortikên lîskevanan de dawiya lîstikê nîşan dike. Ji fêr û daba lîstikê ye, ku dema dozdeh kevir di kortika lîskevanekî de kom dibin, lîstik kuta dibe. Ji erkê lîskevanê ku daye der e, ku xwarin an jî vexwarinekê ji lîskevanên din re bikire, dendik, kazûz, dondirme…hwd.