Kulîçeya belalûkê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kulîçeya belalûkê, kulîçeya Sîpanê navê cureyeke kulîçeyê ye. Belalûk li Kurdistanê di gelek xwarinan de tê bikaranîn. Tehma wê pirr tirş e. Belalûk û alûya tirş gelek tê tevlîhevîkirin, di hin devokan de bi heman navê tên binavkirin. Li vir behsa alûyê nîne, belalûk fêkiyek e û bi latînî navê wê Cosmus mas e.

Bi qasî em ji stranên gelêrî dizanin wextekê li Sîpanê Xelatê gelek belalûk hebûne. Xelkên devedorê belalûk herwiha di kulîçeyan de bikardianîne. Pirraniya dar û daristanên bakurê Kurdistanê ji aliyê artêşa Romê ve hatin şewitandin, biha gelek kêm in.

Ferhengoka belalûkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Belalûk di hin devokan de bo çilûr, bizmilûg (pîjik bo mînak ên cemedê) jî tên bikaranî. Dibe ku ev ji nêzîkbûna bêjeyên belalûk û bizmilûkê bê.

  • Belalûk, bi latînî: Cornus mas, fêkiyeke ji koma Cornaceae ye.
  • Belalûk, di hin devokên kurdî de bi şaşî bo vî fêkiya bi latînî navê wê Prunus cerasus û ji malbata Rosaceae ye, tê bikaranîn. A rastî alûya tirş e. Hilû, dembûl, şilor, çîr, arûg, hêrûg hemî jî bo vê mêweyê tên bikaranîn lê her yek ji wan cureyeke vê mêweyê ne. Zimanzanên kurd li ser xebat nekirine, tevlîhevî hene.

Terîfeyeke pasteya (kulîçeya) belalûkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Terîfeyên nûjen de gelek tişt hene, standardeke vê pasteyê nîne.

Berkelî
  • Nîv pakêt toza hevîr dipoxîne, bel dike
  • Nîv pakêt margarîn
  • 3 stekan (qedeh) şekirê toz
  • 3 stekan ard (arvan)
  • 1 pakêt vanîlya
  • 250 gr belalûk
  • Bo helîlikê ji nivê stekanê zêdetir şîr
  • 9-10 KX (kevçiyê xwarinê) şekirê toz
  • 3 KX ard
  • 2 hêk
  • Li ser daxwazê ava lîmonê

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berê divê hûn helîlika wê (muhelebî) amade bikin. Ji bo wê hêk, ard, şîr û şekir tê tevkirin û wê didin ser agir. Dema helîlikê kewa xwe girt wê ji ser agir datînin.

Îcar dor tê kulîçeyê. Hêk şekir, ard û margarîn tê tevkirin. Toza poxana hevîrê û vanîlya tevlî dikin û davêjin firmeyê. Germiya firneyê li dora 200 pileyê ye. Di vê germiyê de bi qasî nîv katjimêrê tê pijandin.

Belalûkên xwe bikin badiyekê, bi qasî 1 stekan şekir berdin serê û bikelînin. Pasteya we pijiya helîlikê berdin ser. Dawiyê, belalûkên xwe li ser pasteyan rêz bikin, ava wê jî berdin ser wan.

Êdî dikare were ser desetxaneyê.