Kum

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kum serpoşeke navdar e. Ne wekî kulax û kulikê kov (kovikî) e û ne jî wekî kolos an papaxê mezin û dirêj in. Di kevneşopiya îslamê de takke heye ku ew jî kum e. Ango kum serpoşên forma takkeyê de ne. Herwiha kolos û papaxên ne dirêj, kurt in, kum. Mixabin ji ber ku zimanzanên kurd navên wan standard nekirine, carnan di tevlîhevî derdikevin.

Kum hene tenê serê kiloxa serî digirin. Bo mînak ên oldar didin serê xwe yên spî. Kum hene dirûvê kolosan de ne bi gupik an bêgupik in. Bo mînak kumê bitîftik. Ji van kuman li Amed, Erzîrom, Bîngol û Mûşê gelek didin serê xwe.