Kupînoz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şeklê Kupînozê

Kupînoz lîstikek zarokaye. Li ser betonê bi tebeşîrê ev şiklê li jor tê kişandin/çêkirin. Ji her jûrekê mirov dikare bibêje "malik" jî. Bi kevirek piçûk û pan û zirav tê lîstin. Lîstikvan kevir her carê davê malikekê. Lazim kevir di hendirê malikê de bimîne û ne li ser tixubên/xetên malikan be yan na dora vî lîstikvanî dişewite û dor dere ser lîstikvanê din. Piştî kevir dikeve malikê lîstikvan li ser piyekî bi tenê û bi yeko yeko malika derbasdike heya ya dawî û paşê bi eynî şêweyê vedigere.Lİ ortê yanî li qareya mezin ew ciyê bi xetên çepûrast hatiye kişandin, herdû nigê xwe vedike. Lîstikvan mecbûre xwe ji ser malika kevir têdeye bavêje, ger nikaribe yan nigê wî/wê têkeve malika kevir têde car dişewite.Piştî xwe ji ser malika ku kevir têde avêt radihije kevir lê her wextî lazime li ser yek nigî/piyîbe. Bi vê şêweya ji malika serî heta ya dawî wisa diçe. Dema Malika dawî jî bi serkeftin qedand îja çavê lîstikvan bi kevnik yan qumaşekî tê girêdan. Lîstikvan çavgirêdankî ji malika serî heta ya dawî dimeşe û cardin vedigere heya malika serî û derdikeve. Çawa dimeşe? Gav bi gav her li hergavekê pêl hendirê malikekê dike.Ger derkeve dervê tuxubê malikê yan pêl li tuxubê malikê bike yan malika bi rêzê nere dişewite. Di her gavekê de Lîstikvanê çavgirêdayî dibêje "Kupî" ger lîstivan pêl hendirê malikê kiribe yên dora wî/wê dibêjin "noz" bi vî awayî malika yeko yeko derbas dike heta ya dawî ji vir bi eynî şiklî vedigere. Ger bi serkevtin çû û hat lîstikê qezenc dike yanî yê serkeftî ewe.

Peyva kupî bi îhtîmalek mezin ji peyvên "ku" û "pî" hatiye û tê wateya "pî/pê li ku ye?" û peyva "noz" jî ji peyvên "ne li ser" hatiye û tê wateya "ne li ser tuxub yan xeteye".