Zimanê kurdî
|
||||
|---|---|---|---|---|
| Welat | Tirkiye, Îran, Îraq, Sûrî û wek 21 welatên din de axiftin | |||
| Hêrem an navçe | Rojhilata Navîn | |||
| Hejmara zimanaxêvan | Navbera 28.820.000 û 34.050.000 in, agahiya zêdetir | |||
| Rêza vî ziman di nav zimanên cîhanê de | 33 (ne zelal e) | |||
| Alfabe | Tîpên latînî, erebî, rûsî | |||
| Dabeşandina malbata ziman | ||||
Hînd û Ewropî
(Dabeşandina zimanî li gorî SIL)
|
||||
| Rewşa fermî û kodên ziman | ||||
| Zimanê fermî ye li | Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Îraq | |||
| Bi rêxistin | Rêxistineke fermî hîn avanebû, bnr: | |||
| ISO 639-1 | ku | |||
| ISO 639-2 | kur | |||
| ISO/DIS 639-3 |
Kur | |||
| SIL | Kurdî | |||
| Bibînin : ziman, listeya zimanan, koda rengan | ||||
Zimanê kurdî, zimanek ji şaxa zimanên îranî yê bakûr rojavayê malbata zimanên hind û ewropî ye. Piraniya gelê li Kurdistanê bi vî zimanî diaxivin û zimanê dayîkê yê piraniya kurdan ev ziman e.
Çend zaravayên kurdî hene. Kurmancî li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê, soranî li başûr û rojhilat tê bikaranîn. Kurmancî bi piranî bi tîpên latînî tê nivîsîn û soranî bi tîpên erebî. Piraniya kurdan li seranserî cîhanê bi kurmancî diaxivin.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Zimanê kurdî
Ji ber ko zimanê kurdî zimanê gelekî bindesthîştî ye, îmkanên pêşdexistina sazî yên neteweyî nebûne û ji aliyê lêkolîn, lêgerîn, pêşxistina ziman û çandê, hebûnên civakî û dîrokî ve bêpar maye. Zimanê kurdî têra xwe nehatiye lêkolînkirin û dewlemendiya wî nehatiye eşkerekirin. Sazî û dezgehên ku karibin vî zimanî pêş bixin, bi taybetî li hundurê welatî firsenda avabûnê nedîtine. Ji aliyê lêkolîn û lêgerînê ve zimannasên pispor yên bikêrhatî negihîştine. Hindek ronakbîrên ku bi îmkan û hewldanên xwe yên şexsî xwestine derkevin meydanê jî hergav rastî tehdîda dewletên serdest û zordar bûne.
Ji ber vê yekê, lêkolînên li ser zimanê kurdî, heke em rewşa îstisnaî ya Kurdistana Îraqê negrin ber çavan, bi xebatên van çend ronakbîran hatiye kirin û jixwe wan jî lêkolînên xwe li derveyî welatî kirine. Li Kurdistana Îraqê, ji ber vê serbestiya nisbî ya çandî ko encama têkoşîna neteweyî ya bêwestan û bênavber bûye û piştre jî, ji ber wê îmkana otonomiya mehdûtkirî ya berhema şerê salên 1960'an, li vê perçe ya Kurdistanê, wisa lê hatiye ko hejmara ronakbîr û saziyên ko li ser zimanê kurdî xebat kirine, ta dereceyekê zêdetir bûne. Li vê perçeya welatî mirov dikare behsa hin xebatên hêja bike.
Ji bilî van tiştên ku li ser zimanê Kurdî hatine nivîsîn, berhemên hin rojhilatnas, zimannas, gerrok û mîsyonerên biyanî hene. Ji xeynî vê, divê em xebatên wan dewletên ko Kurdistan bindest kirine û yên hin derûdorên ko hin hesabên wan li ser Kurdistanê hene jî nîşa bidin. Ev xebatên wiha yên li ser zimanê kurdî ne bi armanca zanistî, lê bi ya siyasî, hatine kirin. Ewan ne ko xwestine rastiyên zanistî derxin holê, lê xwestine îdîa û safseteyên ko xizmeta mexsedên wan ên siyasî dikin li nav gelî belav bikin. Dewleta Tirk ji ber ko heta roja îro hebûna gelê me înkar kiriye, muhawele kiriye ko kurdan wekî perçeyekê ji qewmên tirk ên Asya ya Navîn bide nîşandan. Li ser zimanê kurdî jî îdîa kiriye ko ev ziman, zimanê civakeka tirknîjad (tirkên çiyayî) e û di netîceya asîmilasyonê da bûye zimanekî destkir (sunî) ko ji çend hezar peyvên erebî, farisî û tirkî pêkhatiye.
Misyonerên biyanî jî gelek caran ji ber mexsedên siyasî yên li gor berjewendiyên welatên xwe û hin caran jî ji ber çavdêrî û lêkolînên xwe yên gelek seran seri (sethi) bi şaşî nivîsîne ku kurdî ne zimanekê serbixwe ye û devokeka farisiya kevin an jî ya nuh e. Hijmara yên ku li ser zimanê kurdî tehlîl û şiroveyên şaş ên qestî kirine yan jî bi nezanîn şaş çûne ji yek,du kesan ne zêdetir e, lê ji aliyê devokên zimanê Kurdî de hejmara kesên ku bîr û baweriyên cuda-cuda nivîsîne û pêşkar kirine gelek zêde ne.
Li aliyê din, divê em rastiyekê jî qebûl bikin ku herçî lêkolînên niyetpak û zanistî bi hejmara xwe gelek kêm bin jî, ew bi xwe jî li ser zimanê Kurdî gihîştine bîr û baweriyên newek hev. Ji vî alî de jî nezelaliyek heye.
Tevî hemû dijwarî, nezelalî û kêmasiyên lêkolînên ko li ser fonolojî (dengzanî), morfolojî û sîntaksa zimanê Kurdî hatine kirin, nîşan dane ku zimanê Kurdî, zimanekê serbixwe yê xwedî dîrokeka taybetî ya pêşveçûnê ye û vê rastiyê di warê zimannasiyê de xwe daye qebûlkirin.
[biguherîne] Nîmûneyên alfabeyên kurdî
-
Ev helbesta Evdila Peşêw bi soranî û tîpên latînî ye
Li gorî vê, zimanê kurdî zimanekî hîndû-ewropî ye, dikeve nav şaxê zimanên îranî û di vir de jî, ji desteka îraniya bakurê rojava dihêt hesabkirin. Her wekî tê zanîn, zimannasan di encama lêkolînên li ser zimanên dinyayê de, li gor nêzîkbûn an dûrbûna zimanan li ser esasê reh û rêçik û yên gelek aliyên din ev ziman ji hev veqetandine. Li goreyî hin zimanan, hin zimanên din nêzî hev dîtine û ew di malbateka zimanî de hesibandine.
| Kurdî | Almanî | Îtalyanî | Îngilîzî | Portûgalî | Îspanyolî | Swêdî | Farsî | Fransî | Holandî | |||||
|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
| Kurdiya Bakur | Kurdiya Navîn | Kurdiya Başûr | Lekî | Hewramî | Zazakî | |||||||||
| êvar | éware | éware | íware | wérega | yere | abend | - | evening | - | - | afton | ivār | - | evond |
| bra | bra | bra | bra | bra | bra | bruder | fratello | brother | irmão | hermano | bror, broder | barādar | frère | broer, broeder |
| te, tu | to, tu | ti | tu | to | ti, to | du | voi | you | tu | te, tú | du | to | te, tu | - |
| hesin | asin | asin | asin | asin | asin | eisen | ferro | iron | ferro | hierro | järn | āhan | fer | ijzeren |
| erd | herd | ? | ? | ? | erd | erde | terra | earth | terra | tierra | jorden | Zamin | terre | aanaarden |
| hingiv | hengwín | - | ? | ? | ingemí | honig | - | honey | - | honung | angabin | - | honing | |
| kurt | kurt | kull | kull | kurt | kilm | kurz | corto | short | curto | corto | kort | kutāh | court | kort |
| lêv | léw | léw | lic | lic | low | lippe | labbro | lip | lábio | labio | läpp | lab | lèvre | lip |
| meh | mang | ? | ? | mange | ashm | mond | mese | moon | - | - | mane | māh | - | maan |
| nav | naw | naw | nom | nam | nume | name | nome | name | nome | nombre | nämna | nām | nom | naam |
| na | na | ne | ? | ? | nê | nein | non | no | não | no | nej | na | non | neen |
| nû, nuh | nwé | nú | ? | newe | newe | neu | nuovo | new | novo | nuevo | ny | now | nouveau | nieuw |
| neh | no | nú | nu | no | now | neun | nove | ninie | nove | nueve | nio | noh | neuf | negen |
| parêz | perdéz | ? | ? | ? | cenet | paradies | paradise | paradise | paraíso | paraíso | paradis | pardis | paradis | paradijs |
| spînax | espenax | ? | ? | ? | ispanaq | spinat | spinacio | spinach | espinafre | espinaca | spenat | esfanāj | épinard | spinazie |
| stêr | estére | esare | asare | hesare | astare | stern | stella | star | estrela | estrella | stjärna | setāre | astre | ster |
| dot | - | dot | dit | - | keyna | tochter | - | daughter | - | - | dotter | doxtar | - | dochter |
| dlop | dlop | dlop | ? | dlop | dalpa | tropfen | - | drop | - | - | droppa | - | - | druppel |
[biguherîne] Zaravayên kurdî
Zimanê kurdî yê ku li ser axeka fireh tê axaftin, ji gelek zaravayan pêk tê. Tiştên ku li ser zaravayên kurdî hatine nivîsîn û axaftin gelek ji hev cuda ne. Di vî warî de meriv rastî tesbîtên ji hev gelek cihê û agahdariyên zêde têkilhev tê. Ji ber ku gelek caran navên lehce, herêm, eşîr, dîn û mezheban tên têkilhevkirin, di ber çavkaniyekê de, ji bo lehcan meriv dikare rastî navekî cihê bê.
Hin kes hene ku van hersiyan wek lehceyekê dihesibînin û dibêjin ku ev şêweyên lehceyeka zimanê kurdî ne. Hinekan jî ew wek zimanên cuda yên serbixwe qebûlkirine. Kesin hene ku hersiyan; wek lehceyên cuda yên zimanê Kurdî dihesibînin û hin jê jî ya duduyan (lurrî) li dervayî zimanê Kurdî dibînin.
Lurriya ku bi navê lurriya piçûk û lurriya mezin dabeş dibe, hin kes jî hene ku lurriya mezin lehceyeka kurdî qebûl nakin (di nav van de hin kes, wê wek lehceyeka zimanê farisî dibînin, hin jî wê wek zimanekî bi serê xwe nîşan didin) lê lurriya piçûk wek lehceyeka zimanê kurdî qebûl dikin.
Meriv nikare bêje ku li ser lehceyan têra xwe lêkolîn û lêgerîn hatine kirin û netîcên zelal ji alî van ve bi her awayî hatine bidestxistin. Em ê li vê derê li gor çavkanî û wesîqeyên bin destê xwe cih bidin hin dîtinan û şemayekê diyarbikin ku li gorî me ya herî nêztir a rastiyê ye.
[biguherîne] Ziman û şêwezarên kurdî li gor zimanzanan
- Diyalektên Zimanê kurdî li gora Şeref Xan
- Diyalektên Zimanê kurdî li gora Ziya Gökalp
- Diyalektên Zimanê kurdî li gora Kemal Fûad
- Diyalektên Zimanê kurdî li gora Fûad Heme Xurşîd
- Diyalektên Zimanê kurdî li gora Mehrdad Izady
[biguherîne] Em Zimanê Kurdî Binasin
Di nav pirtûka xwe Şewqu'l-Musteham Fî Marîfetî Rumuzu'l-Aqlam, Îbn Wahşîyye nîşan daye ku ew alfabe Kurdan bikaranîne[1]
Li Rojhilata Navîn kurd di bin serweriya çar dewletan de dijîn, ev dewlet jî Tirkiye, Îran, Irak û Sûriye ne. Zimanê fermî yê van dewletan tirkî, erebî û farisî ye. Zimanê tirkî ji malbata zimanê ural-altay, erebî ji ya semîtîk û farisî jî, ji ya îndo-ewropî ye. Ji van zimanan tenê kurdî û farisî ji heman koma zimanî ne[2][3]. Lê belê li vir tiştekî seyr heye. Hem rêveberiya ereb û hem jî ya fars hebûna kurdan wek kurd û zimanê wan jî wek zimanekî serbixwe dipejirînin. Lê nêrîna fermî ya rêveberiya Tirkiyeyê, vê yekê red dike û dibêje ku kurd bi binyada xwe ve tirk in. Ev raman bi taybetî piştî damezîrana komarê serdest bûye û wek bîrdoza fermî hatiye parastin. Em dizanin ku, beriya komarê, kurd wek qewmekî cihê û zimanê wan jî wek zimanekî serbixwe dihate dîtin. Ji bo nimûne, Evliya Çelebi di berhema xwe ya navdar ‘Seyahatname’yê de behsa zimanê kurdî û zaravayê wê dike[4][5]. Evliya Çelebi, dide xuyakirin ku zimanê kurdî zimanekî dêrin ango qedîm e û ji zimanên mîna farisî, dêrî û îbrî cuda ye. Her wiha, Şemsettin Sami, di Kamus’ül Alâm’a xwe de û Ziya Gokalp jî di gotar, daxuyanî û berhema xwe ya bi navê ‘Kürt Aşiretleri Hakkında Sosyolojik Tetkikler’ê de, amaje dikin ku kurdî bi tu awayî naşibe zimanên din û kurdî zimanekî dewlemend û serbixwe ye. Lê piştî avakirina komarê, nemaze bi qanûna bingehîn a sala 1924’an, hebûna kurdan tê redkirin, her kesê li Tirkiyeyê dijî mîna tirk tê pejirandin. Peyvên mîna kurd, kurdî û Kurdistan, ku di gelek belgeyên fermî yên Osmanî û Tirkiyeyê de dihatin bikaranîn, têne qedexekirin. Hemû zanyarên ku li ser zimanê kurdî lêkolînên zanistî kirine didin xuyakirin ku, kurdî zimanekî serbixwe ye û tu têkilî û pêwendiya wê ne bi tirkî û ne jî bi erebî re heye. Li hêla din, kurd arî ne û ew farisan lêzimên hev in, zimanên wan jî, ji heman koma zimên e. Lê her yek jê zimanekî serbixwe ye. Ji mêj ve kurdan bi zimanê xwe perwerde û hîndekariyê dikirin. Li medreseyan li ser mijarên wekî matematîk, mantik, gramer, fiqih û hwd. perwerdehî bi zimanê kurdî û erebî dibû.[6] Ev medrese piştî avakirina komarê hatin qedexekirin. Her wiha ligel vê yekê, weşan û nivîsandina bi kurdî jî hatin qedexekirin. Îro, rewş piçek guheriye, wekî berê bi tundî înkara kurdan û zimanê kurdî nayê kirin. Hejmara kesên ku vê yekê dikin, hindik e. Kesên statukoparêz, hebûna zimanê kurdî qebûl dikin, ancax zimanê kurdî wek zimanekî paşvemayî û cîgehî (mehelî) bi nav dikin û hebûna zarava û devokên di zimanê kurdî de jî wek asteng li pêşiya perwerde, hîndekarî û weşanê didine nîşandan. Rast e, di kurdî de zarava û devok hene. Ev rewş, ne tenê xweserî zimanê kurdî ye. Di hemû zimanan de zarava û devok hene. Standardbûn tenê di zimanê nivîskî de heye, ne di yê devkî de. Kîjan gel an netewe dikare biangiştîne (îdea bike) ku hem zimanê wan ê devkî û hem jî yê nivîskî zimanekî hevgirtî û standard e!... Rewşa zimanê standard bi rewşa dewlet-netewe, dewleta modern ve têkildar e. Dibêjin zimanê kurdî, zimanekî têkilhev û col e. Tu kes bi awayekî zanistî nikare bibêje ku filan ziman xwerû û sade ye. Di hemû zimanan de peyvên biyanî hene. Ji bo vê rewşê em nimûneyeke balkêş li vir bidin. Di zimanê hemû gel û neteweyên misilman de serdestî û bandora zimanê erebî berbiçav e. Her wiha di zimanê gelên îsewî de jî mirov rastî hîkarî û bandora zimanê latînî tê. Ev rewşa hanê ji ber ol û dîn e. Ji ber ku zimanê mizgeftê û Quran erebî û yê dêrê jî latînî ye. Ji bilî vê yekê, hemû gelên cîranên hev ji ber sedemên cihê, ji aliyê zimên ve jî bandor li hev kirine û peyv dane hev û ji hev stendine. Îro em bi awayekî zelal di zimanê tirkî, kurdî û farisî de rastî peyvên erebî tên, her wiha van her çar zimanan ji hev û din peyv standine û dane hev. Ji ber ku wêjeya farisî demekê gelên wekî kurd, ereb û tirk ji xwe re hijmetkar hiştiye lewma jî peyvên wî zimanî ketine nav zimanê van gelan. Ev jî tiştekî asayî û siruştî ye. Kurd, gelekî dêrin ên vê herêmê (Mezopotamya) ne û xwedî şaristaniyeke zengîn in. Ji pêşiyên kurdan pir bermayî mane, ku hinek jê berhemên nivîskî ne. Ji belgeyên ku bi dest ketine, em pê dihesin ku kurdan ji berê de nivîs bi kar anîne. Belê, ev kitêbok ne li dû aşkerakirin û peyitandina wan tiştan e ku li cîhanê gelek pispor û mirovên sade jî pê dizanin. Lê ji ber ku di van demên dawîn de, li ser mijara zimanê kurdî û kurdan gelek gengeşî û hewlên berevajîkirina rastiyan pêk hatin û di van gengeşiyan de ne pisporên mijarê yên kurd û ne jî saziyên wek enstîtuyê hebûn, ji lew re me pêwîst dît ku em bi awayekî puxteyî ji mijarên li ser zimanê kurdî behs bikin. Em xwedî wê baweriyê ne ku, ev kitêbok dê bi kêr bê da ku gengeşî û nîqaş li ser zemîneke rast bên kirin. Alfabe ku kurdan bi kar anîne Palpişt û belgeyên di dest me de, bi me bidin zanîn ku kurdan bi dirêjiya dîrokê re gelek alfabe bi kar anîne. Lê belê em pê nizanin bê kurdan serê pêşîn kîjan alfabe bi kar aniye û kengê dest bi nivîsandina nivîsê kiriye. Ji bilî alfabeyên ku em dê li jêrê bidin, kurdan xet aramî, suryanî û grekî jî bi kar anîne. Alfabeyên ku heta niha kurdan bi kar anîne ev in:
1) Nivîsa mixî: Medan şeş(6) tîpên din jî bi ser ve kirine û hejmara tîpên vê alfabeyê ji sî û şeşan (36) derxisitine çil û duduyan(42). Ev alfabe ji çepê ber bi rastê ve tê nivîsandin.
2) Alfabeya Avesta: Ev alfabe ji çil û çar (44) tîpan pêk tê û ji hêla rastê ber bi hêla çepê ve tê nivîsandin. Hin çavkanî destnîşan dikin ku, çil û heşt (48) tîpên alfabeya Avesta hene.
3) Alfabeya Aramî: Belgeyên herî kevn ên kurdî bi vê alfabeyê hatine nivîsandin, ev belge li şikeftên herêma Hewremanê hatine dîtin. Her wiha tê gotin ku nivîsarên Kurdî bêhtir bi vê alfabeyê ne. Belgeyên hatine dîtin, ku nivîs li ser çermê xezalan e, ji nav wan ên herî kevn ji salên 88-87 ên beriya zayînê ne.
4) Alfabeya Pehlewî: Bi vê alfabeyê, bi navê ‘Dînkerd’ pirtûkek bi zaravayê soranî hatiye nivîsandin.
5) Alfabeya Masî Soratî: Dîrokzanê Ereb Îbn Wahşîyye, di pirtûka xwe ya ku di sala 855’ê zayînî de qedandiye, dibêje kurdan ev alfabe (Masî Soratî) bi kar aniye û sê(3) berhemên ku bi vê alfabeyê hatine nivîsandin jî dîtine. Ev alfabe sî û şeş(36) tîp bûne, lê kurdan şeş(6) tîpên din jî lê zêde kirine.
6) Alfabeya Kurdên Êzîdî: Bi sedan sal e ev alfabe ji aliyê kurdan ve tê bikaranîn û ji sî û yek (31) tîpan pêk tê. Ji milê rastê ber bi milê çepê ve tê nivîsandin. Hinek kes ji vê alfabeyê re ‘Alfabeya Sirê’ (ango Huruful el Sır) jî dibêjin. Pirtûka olî ya pîroz a êzîdiyan Mushefa Reş û Cîlwe bi vê alfabeyê hatine nivîsandin.
7) Alfabeya Erebî[7] ya Kurdî
8) Alfabeya Latînî[7] ya Kurdî
9) Alfabeya Kirîlî[8] ya Kurdî
Ji bilî van alfabeyan, li Hêrêma Zêwê ya Rojhilatê Kurdistanê, çav bi cureyeke nivîsê hatiye ketin ku li ser tepsiyeke zîvîn e. Li gor lêkolîneran, ev nivîs ji beriya zayînê (beriya mîladê) ji sedsala 8’an maye û ev nivîs aîdê medan e. Ji bilî vê belgeyê, li cihekî din kes rastî heman cureyê nivîsê nehatiye. Di nav zimanê cîhanê de zimanê kurdî Zimanê kurdî, her wekî ku gelek zimanzan û kurdzanan jî destnîşan kiriye, ji malbata zimanê îndo-ewropî ye. Di nav vê malbatê de kurdî, ji koma zimanê Îranî ye. Ji nav koma zimanê îranî jî, li milê bakurê rojava dikeve. Niha em navên hin zimanên ku di koma zimanê Îranî de cih digirin bidin: Farisî, kurdî, belûcî, osetî, yexnûbî, peştoyî, pamirî û hwd. Ji bo ku cihê zimanê kurdî xweş diyar û zelal bibe, em bala xwe berdin ser senifandina zimanan. Zimanzan, wek adet zimanan ji du aliyan ve disenifînin û vê yekê li gorî şêwe û binyadê dikin.
[biguherîne] Ji aliyê şêweyê ve ziman
Zimanzan ji aliyê şêweyê (morfolojiyê) ve zimanan li sê koman parve dikin:
1) Zimanên yek-kîteyî: Zimanên çîn û tîbetê gişt bi vî rengî ne.
2) Zimanên pêvekî: Tirkî û macarî pêvekî ne.
3) Zimanên tewangbar: Zimanên îndo-ewropî û samiyî tewangbar in.
Ji ber ku zimanê kurdî jî, zimanekî tewangbar e3 divê em li ser tewangbariyê çend tiştan bibêjin. Zimanzan tewangbariyê wiha rave dikin: “Tewang di dema kişandinê de guherîna rayekê (qurm, kok), bi taybetî jî guherîna dengdêrên rayeka lêkerê ye.”
1 Ji bo agahiya berfireh binêrin Varlı, Abdullah; Dîroka Dugelên Kurdan, Derpêç 1, Weşanên Sîpan, Stenbol 1997 & Çeliker, Celadet; Kurtedîroka Alfabên ku Kurdan Bikaranîne, Kovara Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zend, hejmar 2, sal 1994.
2 Aksan, Doğan; Her Yšnüyle Dil 1 (Ana Çizgileriyle Dilbilim), Türk Dil Kurum Yayınları, Ankara 1987
3 Bedirxan, Emir Celadet & Lescot, Roger; Kürtçe Dilbilgisi, Weşanên Doz , Çapa pêncemîn Stenbol 2000.
4 Aksan, Doğan; berhema navborî.
Ji bo zimanên tewangbar mînaka herî navdar erebî ye. Di erebî de dengdar (konsenant, bêdeng) wekî xwe dimînin û bi dengdêrên (vokal, bideng) ku têne serî û dikevine nava peyvê, bêje pêk tên. Mînak, ktp sê dengdar in û bêjeyên kîtap, mektep, katîp, hwd. bi guherîna dengdêran pêk tê. Dîsa chl sê dengdar in, her wiha bi guherîna dengdêran peyvên mîna, cahîl, cehele, çêdibin.
Di kurdî de cureyên peyvê yên guherbar ditewin ango li gorî peywira ku digirin ser xwe diguherin. Ev yek heta bigihe rayeka lêkerê jî diguhere. Ji bo nimûne lêkera kirin, di dema niha de dibe /di-k-im/, li vê derê ji lêkerê tenê tîpa /k/yê dimîne. Em nimûneyeke din jî bidin, lêkera parastin. Em vê lêkerê bi dorê, li gorî deman bikişînin. Pêşî li gorî dema niha. ez di-parêz-im ez, cînavka kesê yekemîn ê yekejimar (ji desteya cînavkên netewandî, xwerû) di, qertafa dema niha parêz, qurmê lêkerê (ya fermanî) im, jî qertafa kesê yekemîn ê yekejimar Niha jî em li gor dema borî bikişînin: min parast min, cînavka kesê yekemîn ê yekejimar (ji desteya cînavkên tewandî) parast, qurmê lêkerê (ya dema borî) Wek ku ji mînakan jî xuya dibe, di kurdî de ne tenê dengdêr her wisa dengdar jî diguhere. Çawa ji lêkera ‘parastin’ê xuya dibe, di çaxê kêşana dema niha de, de qurmê lêkerê (parêz) de, /a/ bûye /ê/ û /s/ jî bûye /z/. Li aliyê din, di tirkî de tu car di dema kêşanê de rayeka lêkerê naguhere, her tim wekî xwe dimîne. Çawa ku rayek naguhere her wisa dengdar û dengdêrên wê jî li dengê din naguherin. Mînak, lêkera çûn ‘gitmek’ e, koka wê /git/ e, mirov dikare gelek qertafên kişandinê û dariştinê bîne dawiya wê, wekî gittim, gidildi, gidecet, gitmişlerdi û hw. b) Ji aliyê binyadê ve ziman Ji aliyê binyadê ve zimanan li pênc komên sereke lêkve dikin:
1) Îndo-Ewropî (îngilîzî, fransizî, kurdî, farisî)
2) Semîtîk (erebî, îbranî, akadî)
3) Bantû (zimanên başûr û naverasta Afrîkayê)
4) Zimanên Çînî (zimanên çîn û tîbetê)
5) óral-Altay (fînî, macarî, ûygûrî, tirkî, moxolî)
Çawa ku me li jorê jî dabû xuyakirin, zimanê kurdî zimanekî îndo-ewropî ye. Dema mirov bala xwe dide zimanên îndo-ewropî mirov rastî gelek peyvên nêzî hev tê. Ew rewşa hanê ji bo hemû zimanê ku di heman malbat û komê de ne, wisan e.
Li ser vê mijarê Minorsky wiha dibêje: “Kurdî jî wekî farisî yek ji zimanên rojavayê Îranê ye. Her wekî Andreas, Salamann, O. Mann, Meillet, Lent, T. Tedesco jî gotiye, zimanê rojavayê Îranê dibin du bir, bakur û başûr, ew her du bir tevî hev bûne. Digel vê yekê jî, di zimanên îroyîn de gelek tiştên ji hev re biyanî hene, kurdî û farisî ji gelek aliyan ve xwediyên taybetiyên serbixwe ne. Ango zimanê kurdî dikeve birê bakurê rojavayê zimanê îranî.” Gelek kes, ji ber ku zimanê kurdî û farisî xwediyê gelek peyvên hevpar in, zimanê kurdî wekî zaravayekî farisî bi nav dikin, lê zimanzanên ku li ser kurdî xebat kirine vê yekê red dikin. Ligel vê yekê em dîsan dixwazin cudahiyên di navbera kurdî û farisî de bidine xuyakirin.
Cudahiyên di navbera kurdî û farisî de Zimanê Kurdî û faris ji ber ku di heman komê de ne, ji hin aliyan ve nêzî hev in. Ji ber vê yekê, hin dewletên ku li ser kurdan serwer in, hebûna kurdan napejirînin û zimanê wan wek zimanekî col (têkilhev) û xerabûyî yê farisî bi nav dikin. Pê namînin û vê yekê ji baweriyên xwe yên siyasî û perspektîfên xwe yên paqijkirina etnîkî re dikin kerese (malzeme). Ev îstismara hanê, ji awira zanistî gelekî dûr e. Lewma em pêwist dibînin ku cudahiyên van her du zimanan bi awayekî serkî be jî, li ber çavan raxin. Çendî ku ev her du ziman nêzî hev bin, ew qas jî, ji hev cihê ne û her yek ji wan zimanekî serbixwe ye. Kurdî zimanekî zayendî ye, ango nêr û mêtî tê de heye, lê ev yek di farisî de tune. Di kurdî de (di kurmancî û kirmanckî/zazakî de) du kom cînavk hene, lê di farisî de em rastî tiştekî wiha nayên. Ev her du komên cînavkên di kurdî de, di lêkerên gerguhêz de ji hev cuda têne bikaranîn, ango zimanê kurdî zimanekî ergatîv e. Mînak ji bo zaravayê kurmancî: 5 Minorsky, Vladimir; Kürtler, Koral Yayınları, Çapa Duyemîn, Stenbol 1992.
Min nan xwar. Ez nên (nanî) dixwim. Mînak ji bo zaravayê kirmanckî: Min nan werd Ez nanî wena
Her wiha di zimanê kurdî de nêr û mêtî di cînavkên kesîn û nîşandanê de jî heye, lê belê di farisî de tiştekî wiha nîn e. Ji bilî vê yekê, di kurdî de du kom cînavkên nîşandanê hene, farisî ne xwedî taybetiyeke wiha ye. Em dikarin gelek cihêtiyên van her du zimanan destnîşan û amaje bikin. Lê belê ya baş ew e ku em gotinê bidin Vladimir Minorsky bê ka ew der barê van her du zimanan de çi dibêje. Kurdnas V. Minorsky dide xuyakirin ku, zimanê kurdî û farisî ji hev cihê ne û yer yek ji wan, zimanekî serbixwe ye. Mînorsky aşkera dike ku di navbera kurdî û farisî de pênc cudahiyên girîng hene6: 1) Denganî: Denganiya (fonetîka) kurdî ji ya farisî cihê ye. 2) Guherîna dengan: Peyvên ku ji heman kokê tên jî, ji aliyê deng ve guherîneke mezin di wan de çêbûye. 3) Cudahiya şeklan: Ji cînavkan bigire heta bi kêşan û çevana lêkeran, ji qertafên cînavkên xwedaniyê bigire heta bi qedaneka navdêran û hwd cudahî heye. 4) Cudahiya peyvsaziyê. 5) Cudahiya peyvan.
Zaravayên kurdî Li ser mijara zaravayên kurdî gelek nêrînên ji hev cihê hene. Nemaze hin kesên ku naxwazin hebûna kurdan û zimanê wan bipejirînin, hemû devokên kurdî wekî zarava nîşan didin û hin caran zarava jî wekî ziman didine xuyakirin. Lê ev kêşe û arîşeya hanê, ji mêj ve ji hêla zimanzan û kurdnasan ve hatiye ronîkirin.
Hê di sedsala 16’an de Şerefxanê Bedlîsî di berhema xwe ya navdar Şerefnameyê7 de zaravayên kurdî wiha rêz dike:
1) Kurmanc 2) Lor 3) Kelhûr 4) Goran.
- Li gorî G. Girvinli ku di salên 1836-37’an de li ser etnografiya kurdî hinek lêkolîn kirine, zimanê kurdî dibe du beş: kurdiya jêrîn û kurdiya jorîn.
- Peter Lerch (1857-58) kurdî li pênc zaravayan dabeş dike: zaza, kurmancî, kelhûrî, gûranî û lûrî...
6 Minorsky, Vladimir; berhema navborî. 7 Şerefxanê Bidlîsî, Şerefname, Hasat Yayınları, Çapa Duyemîn, Stenbol 1998.
- Oscar Mann, kurdî wekî kurdiya rojava, rojhilat û başûr dike sê beş. Mann, goranî û zazakî wekî kurdî napejirîne.
- E. B. Soane, di berhema xwe ya bi navê Grammar of Kurmanji or Kurdish Langauge (1913) de, kurdî li sê beşan parve dike: kurmanciya jorîn, kurmanciya jêrîn, lorîzaza (hewramî û goranî).8
- Ziya Gökalp, di xebata xwe ya bi navê Kürt Aşiretleri Hakkında Sosyolojik
Tetkikler de9, kurdî wek pênc zarava hildaye dest: kurmanc, zaza, soran, goran û lor. Gökalp daye zanîn ku, ev gişt zarava ji kurdiya qedîm derçûne.
- Dr. Mac Kenzie, kurdî dike sê kom: koma bakur, koma navîn û koma başûr.
- Cemal Nebez jî kurdî dike çar beş: kurdiya bakur, kurdiya navîn, kurdiya başûr,
goranî-zazayî.
- Alaedîn Secadî, di berhema xwe ya bi navê Destûr û Ferhengî Zimanî Kurdî, Erebî û Farisî de, zimanê kurdî dike du beş: kurmanciya behdînî û soranî.
- Li gorî Dr. Kemal Fuad zimanê kurdî çar zarava ne: 1) kurdiya rojava (jorîn) 2) kurdiya rojhilat (jêrîn) 3) kurdiya başûr 4) kurdiya zazakî-goranî.
- Fuat Heme Xurşîd, di berhema xwe ya bi navê Zimanî Kurdî, Dabeşbûnî Cografyayî Diyalêktekanîy de, zimanê kurdî wiha dabeş dike: 1) kurmanciya bakur 2) kurmanciya navîn 3) kurmanciya başûr 4) goranî.
- Emîr Hesenpûr10, di xebata xwe ya bi navê National and Language In Kurdistan (1918-1985) zimanê kurdî dike dike çar zarava: kurmancî, koranî, hewramî, kîrmanşanî. Ji xebatên van zimanzan jî diyar dibe ku, bi piranî ew xwediyê wê raman û hizrê ne, ku
di kurdî de çar zarava hene:
- 1) kurmancî (kirdaskî)
- 2) kurmanciyanaverast (soranî)
- 3) kirmanckî (kirdkî, zazakî-goranî)
- 4) loranî.
Kurmanciya bakur (kurmancî) û kurmanciya başûr (soranî) du zaravayên sereke ne. Ev her du zarava wekî zaravayên ku xwediyê wêjeyeke nivîskî ne, têne pejirandin. Van demên dawîn, zaravayê kirmanckî (dimilkî-zazakî) jî hêdî hêdî ber bi nivîskîbûnê ve gavan diavêje. Di nav zaravayên kurdî de zaravayê ku herî zêde pê tê axaftin kurmancî ye. Kurmancî li hemû deverên ku kurd lê dijîn pê tê axaftin. Li Tirkiyeyê bi tenê Kurmancî û zazakî hene. Ji bilî çend deverên mîna Anatoliya Navîn û Qerejdaxê, ku şêxbizinî lê dijîn. Ev jî devoka soranî ye. Tevliheviya di warê zaravayan de pirî caran jî, ji ber navlêkirinê tê. Wek nimûne, ji bo kurmanciya bakur, li başûr behdînî û li rojhilat jî şikakî tê gotin. Her wiha ji bo zaravayê kurmanciya jêrîn jî, kurmanciya xwarû, soranî tê gotin. Heman tevlihevî di warê dimilkî de jî 8 Ciwan, Mûrad; Türkçe Açıklamalı Kürtçe Dilbilgisi (Kurmanc Lehçesi), Weşanên Jîna Nû, Çapa Yekemîn, Swêd 1992. 9 Gökalp, Ziya; Kürt Aşiretleri Hakkında Sosyolojik Tetkikler, Sosyal Yayınlar, Çapa Yekemîn, Stenbol 1992. 10 Hesenpûr, Emîr; Nationalism and Language In Kurdistan, Mellen Research University Press, Kanada1992. balê dikişîne. Navên wekî kirdkî, kirmanckî, dimilî, dêrsimkî, sobê hwd. têne bikaranîn. Ji bo hewramî jî navê goranî tê bikaranîn. Wekî ji mînakên jorîn jî xuya dibe, navên ku hemû lêkolîner li ser li hev dikin, navên mîna kurdî, kurmancî, kirmanckî û kirdkî ne. Navên din tev navên herêm û êl û eşîran in.
Devokên zaravayên kurdî
Kesên ku naxwazin zimanê kurdî wek zimanekî serbixwe bipejirînin, axaftina her bajarî, heta ya her gundî wekî devok, heta hin caran jî wekî zarava bi nav dikin. Çawa ku di hemû zimanan de zarava û devok hene, wisa di zimanê kurdî de jî hene. Em ji bîr nekin ku standardî di zimanê nivîskî de heye, lê di zimanê devkî de. Bêyî mudaxele û statûya siyasî, zimanê standard pêk nayê. Ehmedê Xanî (sedsala 17’an), di berhema xwe ya navdar Mem û Zînê de11 zaravayê kurmancî li ser sê devokên bingehîn pareve kiriye. Em vê peyt û tespîta wî bi malikeke ji şahesera wî nîşan bidin: Bohtî û mehmedî û silîvî Hin la’l û hinik ji zêr û zîvî. Mirov dikare vê gotina Ehmedê Xanî ji bo devokê kurmancî wekî bingeh bigire. Bi awayekî giştî lêkolîner, devokên zaravayên din jî wiha rêz dikin:
Kurmanciya naverast (soranî): silêmanî, mukrî, sineyî. Kirmanckî (zazakî): devoka Dêrsimê û devoka Siwêregê. Hevoksazî
Hevoksazî, bi me dide zanîn bê cureyê peyvan di kîjan devera hevokê de cih digirin û çawa bi hev ve têne girêdan. Ango hevoksazî, rewşa peyvan û celebê peyvan a li hemberî hev û din e. Di kurdî de, di navbera peyvan de pêwendî û girêdan wiha pêk tê: Di kurdî de peyv, bi alîkariya veqetandekan (harfî tarîf) bi hev ve têne girêdayîn. Veqetandekên di kurdî de du çeşîd in; diyar û nediyar. Pêşî em ji bo veqetandekên diyar mînakan bidin. mala mezin (navdêr-rengdêr) mastê we (navdêr-cînavk) keçên bedew (navdêr-rengdêr) Ji bo veqetandekên nediyar jî mirov dikare van wekokan bide. maleke mezin mastekî tirş keçine bedew Her wekî ji mînakan jî xuya dike, pevgirêdana peyvan di kurdî de dijberî ya tirkî ye. Mînak: 11 Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, Hasat Yayınları, Çapa Sêyemîn, Stenbol 1990.
mala min Heke em vê terkîbê bi tirkî binivîsin, dê wiha be: Benim evim Di vê mînakê de aşkera dibe ku hem veqetandekên her zimanan û hem jî cihê hêmanan ji hev cihê ne. Di kurdî de veqetandek bi navdêrê ve dibe lê bi cînavkê ve nabe. Di tirkî de îcar veqetandek bi cînavkê ve dibe, lê bi navdêrê ve nabe. Hevoksaziya kurdî, her wiha ji gelek aliyan ve ji hevoksaziya farisî jî vediqete. Der barê vê yekê de em guh bidin peyitandinên V. Minorsky: “Sentaksa kurdî ji aliyê peyvên hevedudanî û lêkerên gerguhêz ve her du (kurdî û farisî) ziman ji hev cuda dibin.”12 Di zimanê kurdî de rêza hêmanên hevokê ji yên tirkî û farisî cuda ye. Di hevokên tirkî yên sererast de pêveber tim li dawiya hevokê ye. Mînak: Ben Dün Ankara’ya gittim. (kirde + têrker + pêveber.) Em vê hevokê bi kurdî saz bikin: Ez duh çûm Enqereyê. (kirde + têrker + pêveber + têrker.) Ji bo ku hevokek bê sazkirin, du hêmanên bingehîn divên. Ew hêman, kirde û pêveber in. Em bi nimûneyan ji sivikiyê ber bi giraniyê hevokan tevî hêmanan bidin: ez çûm kirde pêveber Bi tenê pêveber jî dikare hevokekê pêk bîne. Her wekî ji mînaka li jor jî diyar dibe, ku mirov cînavka kesê yekemîn a yekejimar /(ez/ biavêje, /çûm/ bi serê xwe jî hevokekê pêk tîne. Di hevokên sanahî de, kirde tê serî û pêveber tê dawiyê. Hevoksaziya lêkerên gerguhêz û negerguhêz ji hev cuda ye. Bi kurtasî, li gorî kompleksbûna hevokê, cihê hêmanên wê diguhere. Hêmanên hevokê wiha li dû hev rêz dibin. 1) Kirde + têrker + pêveber Tu li serê çiyayê Sîpanê dijî. kirde têrker pêveber 2) kirde+bireser+têrker+pêveber Şivên nanê xwe dereng xwar. kirde bireser têrker pêveber 3) Kirde+têrker+pêveber+têrker Hûn dê tu caran neçin Geverê kirde têrker pêveber têrker Di kurdî kirpandina kîjan hêmanê bê xwestin, ew hêman nêzîkî pêveberê dibe. Mînak: 12 Minorsky, Vladimir; berhema navborî.
Ez ê kevirekî bi tevşo bişikînim. (3) (2) (1) Ez ê bi tevşo kevirekî bişikînim. (3) (2) (1) Kevirekî bi tevşo ez ê bişikînim. (3) (2) (1) Bi tevşo kevirekî ez ê bişikînim. (3) (2) (1) Mirov di kurdî de rastî hevokên şikestî jî tê. Ev hevok bêhtir di helbest, axaftin û gotaran de têne dîtin. Piştî ku roja me bû [pêveber] tarî, mirin xweştir e [kirde] ji amberê (Ehmedê Xanî). Taybetiyeke balkêş a zimanê kurdî, ergatîvbûna wê ye. Hevokên ku bi lêkerên gerguhêz têne sazkirin, ji yên negerguhêz cuda ne. Ji ber vê yekê jî di kurdî du kom cînavk hene, her wiha lêker jî hin caran li gorî kirdeyê, hin caran jî li gorî bireserê têne kişandin. Mînak: Ez te dibînim. Min tu dîtî. Di hevoka yekemîn de lêker li gorî kirdeyê (ez), di ya duyem de jî li gorî bireserê (tu) hatiye kişandin. Ligel vê taybetiya ku me li jor dabaş kir, di lêkerên gerguhêz de mêjera navdêrê di demên borî de, di lêkerê de diyar dibe. Mînak: Min sêv xwar. Min sêv xwarin. Di mînaka yekem de /sêv/ yekejimar e û di hevoka duyem de jî /sêv/ pirejimar e. Di demên bê û niha de, pirejimarî ji bireserê diyar dibe. Nimûne: Ez sêvê dixwim. Ez sêvan dixwim. Zayend Kurdî zimanekî zayendî ye û hemû peyv an nêr in, an jî mê ne. Ji bilî heyberên candar, heyberên necandar jî xwediyê zayendê ne, lê ev zayendîbûn tiştekî rêzimanî ye. Zayenda peyvan bi du awayan, bi veqetandek û qertafên tewangê diyar dibe. Peyv bi serê xwe nêtar in. Mînak: kevçî, çav, pênûs, giyan... Zayenda bi veqetandekê: Çavê şîn pênûsa zirîçî Em Zimanê Kurdî Binasin 11 Di vir de veqetandeka /a/yê mêtiyê û veqetandeka /ê/yê nêrîtiya peyvê nîşan dide. Zayenda bi tewangê: siya darê nikulê dikî Li vê derê jî, qertafa /ê/yê zayenda mê, qertafa /î/yê jî zayenda nêr nîşan dide. Veqetandek Di zimanê kurdî de, terkîb bi veqetandekan tên çêkirin. Ev veqetandek jî nêr û mê ne. Her wiha veqetandekên di kurdî de du cure ne; diyar û ne diyar. Ji ber ku di zimanê kurdî de rewşa navdêran nîn e, bi veqetandek û qertafên tewangê terkîb tên sazkirin. -ê : yekejimar, nêr û diyar -a : yekejimar, mê û diyar -ên : pirejimar, diyar (ji bo her du zayendan) -ekî : yekejimar, nêr û nediyar -eke : yekejimar, nêr û nediyar -ine : pirejimar, nediyar (ji bo her du zayendan) Tewang Yek ji taybetiya zimanê kurdî jî tewangbarî ye. Di zimanê kurdî de, hinek beşên hevokê li gorî erka ku digirin ser xwe diguherin, hinek qertafan digirin; ji vê yekê re tewang tê gotin. Di kurdî de beşên hevokê yên guherbar (lêker, navdêr, cînavk, veqetandek, jimarnav) ditewin. Di kurmancî de, pirjmariya navdêr û cînavkên xwerû bi alîkariya veqetandek û lêkerê diyar dibin, lê di kirmanckî (dimilkî) de pirejimariya navdêrên xwerû bi alîkariya qertafa /-î/yê diyar dibe. Wekî mînak: Kurmancî: Min pênûs bir (yekejimar û binavkirî) Min pênûs birin (pirejimar û binavkirî) Min pênûsek bir (yekejimar û nebinavkirî) Min pênûsin birin (pirejimar û nebinavkirî) Kirmanckî: Min say werd Min sayî werdî Tewanga navdêrên nêr:
Di kurmancî de tewanga navdêrên nêr bi du awayan pêk tê. a) Qertafa /î/yê tê dawiya peyvê. b) Heke tê de dengê /a/ an jî /e/ hebe, ew deng dibe /ê/. Mînak: Xwerû Tewandî şivan gopalê şivanî/şivên nan nên/nanî bîne bajar Zîlan Ronahî ji aşî/êş tê. nîvîskar Nivîskêr/nivîskarî xweş nivîsiye gotîn gotinê ez êşandim Tewanga navdêrên mê: Dengdêra /ê/yê tê dawiya peyvê û tewanga wê ya mêtiyê pêk tê; mînak: meha biharê porê jinikê Ji ber ku kurdî zimanekî tewangbar e, cînavkên kesîn du cure ne. Yek jê tewandî ye, yê din xwerû ye. ên xwerû ên tewandî ez min tu te ew wî/wê em me hûn we ew wan Nîşe: Dema ku daçekek bikeve ber cure peyvên guherbar wan ditewîne. Peyvsazî Kurdî, zimanekî wisa ye ku ji pêş, paş û navê ve qertafan digire. Ev qertafên çêkirinê jî di nav xwe de dibin du bir. Yek jê ew qertaf in ku tenê bi wan ji lêkeran, lêkerên çêkirî tên bidestxistin. Qertafên din jî, tenê bi wan navdêr û rengdêr tên çêkirin. Her wiha carinan di bastûra (bunyeya) peyvê de guherînek tê pêkanîn û jê navdêr tê peydekirin. Nemaze ev rewş, di raweya lêkera fermanî de çêdibe (ji bo halê negerguhêz ê lêkerê). Nimûne bi+şewit+e, /bi/ raweya fermanî, /şewit/ qurmê lêkera fermanî, /e/ jî qertafa kesê duyemîn a yekejimariyê ye. Em tenê qurmê lêkera fermanî hildidin dest û /i/ya di kîteya duduyan de dikine /a/ û navdêrê bi dest dixin: şewit, şewat /i/ bû /a/ û bi vî awayî şewit bû şewat.
Ji bilî vê yekê, ji qurmê lêkera fermanî jî qertafên kirdenavan bi dest tê xistin, nimûne: Ji lêkera kuştinê bi-kuj-e, /bi/ û /e/ bê avêtin dimîne |kuj/, em wê bînin deynin ber peyva /agir/ wê peyveke wiha bê himatê: agirkuj. Em bi berfirehî behs ji qertafan nekin, hema ji bo ku mijar zelal bibe û dabaş bê fêmkirin em dê li ser wan rawestin. Pêşî ji bo lêkeran em qertafan bidin.
a) Qertafên lêkerçêker
ber+dan = berdan
da+dan = dadan
der+anîn = deranîn
hil+kirin = hilkirin
ra+ kirin = rakirin
ro+ kirin = rokirin
ve+xwarin = vexwarin
vê+xistin = vêxistin
wer+girtin = wergirtin
tê+koşîn = têkoşîn
Niha jî em çend qertafên ku tên paşiya navdêr û rengdêran û bi wan lêkerên sade tên çêkirin bidin: andin, isandin, ijandin:
Bi van qertafan li jorê lêkerên gerguhêz tên bidestxistin. Nimûne:
saz+andin = sazandin
nerm+ijandin = nermijandin
rep+isandin = repisandin
în, isîn, ijîn:
Bi van qertafê hanê jî, lêkerên negerguhêz tên çêkirin. rep+isîn = repisîn saz+în = sazîn nerm+ijîn = nermijîn b) Qertafên ji bo daraştina navdêr û rengdêran Piştî van, îcar em bên ser qertafên ku bi wan navdêr û rengdêr tên çêkirin. Ev navdêr jî dibin du bir; kirdenav (ismî fail) û tiştenav (ismî meful). Ev qertaf hem tên pêşiya peyvê û hem jî tên paşiya peyvê. Ji bo wan jî em çend nimûneyan bidin: Pêşî parkît (paşgir), di pey re pêrkît (pêşgir) û dawiyê jî em navkîtan (navgiran) bi nimûneyan derpêş bikin. Bi parkîtan daraştina peyvan:
- kar+ker = karker
- ber+ek = berek
- dar+ik = darik
- ser+ok = serok
- aş+van = aşvan
- rim+baz = rimbaz
- guh+ar = guhar
- mal+dar = maldar
- t eng+asî = tengasî
- kirîv+ atî = kirîvatî
- xwîn+î = xwînî
- şer+oyî = şeroyî
- yekt+îtî = yekîtî
Bi pêrkîtan daraştina peyvan:
- a+şûjin = aşûjin
- ber+av = berav
- ser+dest = serdest
- ne+yar = neyar
- tele+bext = telebext
- hem+pa = hempa
- hev+kar = hevkar
- kele+girî = kelegirî
- zir+keç = zirkeç
- bi+kuj = bikuj
- bele+guh = beleguh
- gû+sterk = gûstêrk
Bi navkîtan daraştina peyvan: ser+an+ser = seranser dest+e+bira = destebira şad+û+man = şadûman rû+bi+rû = rûbirû Encam Her ziman xwedî rê û rêzikan e û taybetî û qalibên wî hene. Ligel vê yekê, hin rêzikên ku ji bo zimanan pişkdar in, jî hene. Ev rêzikên hevpişk (muşterek), bi giştî di navbera zimanên ku ji heman malbatî ne de, têne dîtin. Ji lew re, pir tiştekî asayî û siruştî ye ku hin ziman ji hin aliyan ve bişibin hev û hêlên wan ê hevpar hebin. Digel vî qasî, ji van mijarên ku em li jorê yeko yeko li serê rawestiyan, xuya dibe ku zimanê kurdî ji gelek aliyan ve hem ji erebî, hem ji farisî hem jî, ji tirkî cuda ye. Bi taybetî em dixwazin balê bikişînin ser cihêtiyên di navbera kurdî û tirkî de. Ji ber ku, hin zimanzan, siyasetmedar û kesên ji pîşeyên cuda yên tirk îdia dikin da ku zimanê kurdî ne tu ziman e û kurd bi eslê xwe jî tirk in. Ji bo ku der barê zimanê kurdî û tirkî de hizr û ramaneke zelal ji kesê meraqdar re çêbe, em dê bi çend xalên berbiçav cihêtiya van her du zimanan bidin xuyakirin.
- Kurdî ji malbata zimanê îndo-ewropî, tirkî ji ya ural-altayî ye.
- Kurdî zimanekî tewangbar e, tirkî zimanekî pêvekî ye.
- Kurdî zimanekî zayendî ye, tirkî ne wisan e.
- Di kurdî de du kom cînavkên kesîn û nîşandanê hene, di tirkî de ev yek nîn e.
- Di kurdî û tirkî de awayên çêkirina terkîban dijberî hev in.
- Zimanê kurdî, ji pêş, paş û navê ve qertafan digire, lê di tirkî de qertaf tenê tên paşiya peyvê.
- Di kurdî de peyv bi du û sê dengdaran jî dest pê dike, lê dî tirkî de peyv tenê bi dengdarekê dest pê dike.
- Bi kurtî, rêzimana kurdî û ya tirkî qet naşibe hev, denganiya wan, hevoksaziya wan û peyvsaziya wan gelek dûrî hev in. Em bên ser angaştên der barê zarava û devokên zimanê kurdî de. Çawa ku di zimanên din de jî tê dîtin, di zimanê kurdî de jî devok û zarava hene. Ev zarava ev in:
1) kurmancî (kirdaskî)
2) kurmanciya naverast (soranî)
3) kirmanckî (kirdkî, dimilî, zazakî)
4) loranî.
Ji van zaravayan tenê li Tirkiyeyê kurmancî û kirmanckî hene.
Di zaravayê kurmancî de sê devokên bingehîn hene: botî, silîvî û mehmedî. ji van, devoka botî ji bo zimanê nivîskî yê kurmancî wekî bingeh hatiye pejirandin. Rêziman, vekît û ferheng li gor vê yekê hatine amadekirin. Du devokên himî yên zaravayê kirmanckî hene:
dêrsimî û sêwregî.
Zimanê kurdî ji mêj ve wek zimanê perwerde û hîndekariyê hatiye bikaranîn.
Medreseyên kurdan palpişt û delîlên vê yekê ne. Di van medreseyan de ji bilî kurdî zimanê erebî jî hatiye bikaranîn.
Gotina dawî: Zimanê kurdî têra xwe heye, ji bo ku kurd bi zimanê xwe karibin perwerde bibin û hîndekariyê pêk bînin, ji hêla zimên ve asteng pir kêm in. Ji bo hemû zimanan çi astengên zimanî hebin pir hindik ew ji bo zimanê kurdî jî hene. Ji bo ku perwerde û hîndekarî bi kurdî bê kirin astengên herî girîng astengên qanûnî yên Tirkiyeyê ne.
[biguherîne] Çavkanî
- 1. Şerefxan, Şerefname, Hasat yay…nlar…, 3. bask… 1990 İstanbul, M. Emin Bozarslan ji Erebî wergerandiye Tirkî.
- 2. Fuad Heme Xurşîd, Zimanî Kurdî, Dabeşbûnî Diyalektîkanîy, oapxaneyî Afaq Al arabiya, Bexdat, 1985, s. 55.
- 3. †erefhan, †erefname, Hast Yayinlari, 3. baski 1990, Istanbul, Wergera M. Emîn Bozarslan ji Erebî bo Tirkî, r. 20
- 4. Vokabulaire Kurde des dialectes de Hakiari et Revendi, Par A. Jaba Consul de Russie a Erzeroum, Erzeroum le 15 mars 1858. Ji Dr. Marif Xeznedar Le Babet Mêjûyî Edebî Kurdiyewe 1984, Bexda r. 386'an hatiye wergirtin.
- 6. Peter Lerch, Forschungen über die Kurden und die Iranischen Nordchöldaer, Petersburg, 1857-1858, r. 72
- 7. Gotûwêjek legel Dr. Kemal Fûad, beşî 2., Sirwe, hejmar 39, rêzberî 1368
- 9. e. n. d. r. 6
- 10. Sadiq Behaeddîn Amêdî, Rêzimana Kurdî, Kurmanciya Jêrî û ya Jorî ya hevberkirî, oapa yekê, 1987, r. 34
- 11. e. n. d. r. 27
- 12. Ziya Gökalp, Kürt Aşiretleri Hakkinda Sosyolojik Tetkikler, Sosyal Yayinlari, 1992. r. 24
- 13. e. n. d. r. 24
- 14. e. n. d. r. 95-96
- 15. e. n. d. r. 24-25
- 16. e. n. d. r. 28
- 29. Fuad Heme Xurşîd, Zimanê Kurdî, Dabeşbûnî cografyayiy Diyalektîkaniy, Bexda, Çapxaneyî Afaq'l Arabiya, 1985, r.60
- 30. e.nd:r.62
- 31. Dr. Marif Xeznedar, Le Babet Mêjûyî Edebiy Kurdiyewe, Bexda, 1984 r.88-89.
- 33. Dr. Marif Xeznedar, Le Babet Mêjûyî Edebiy Kurdiyewe, Bexda, 1984 r. 87
- http://www.kurdinfo.com/ziman/murad1.htm
- ↑ gazetekurd.com
- ↑ Philip Baldi, An introduction to the Indo-European languages, SIU Press, rûpelê 13., 1999.
- ↑ http://www.britannica.com/EBchecked/topic/286417/Indo-Iranian-languages Britannica - Indo-Iranian Languages
- ↑ Martin Van Bruinessen, Evliya Çelebi’nin Seyahatname’sinde 16 ve 17. Yüzyıllarda Kürdistan.
- ↑ M.V.Bruinessen & H.Boeschoten, Evliya Çelebi̇in Diyarbekir: the relevant section of the Seyahatname, Brill Archive, 1988.
- ↑ Mehmed Uzun, Kürt Edebiyatına Giriş, Ithaki Publishing, r.36, 1992.
- ↑ 7.0 7.1 Mehmed Uzun, Kürt Edebiyatına Giriş, Ithaki Publishing, r.38, 1992.
- ↑ Mehmed Uzun, Aslı Tohumcu, Küllerinden doğan dil ve roman,Ithaki Publishing, r.298, 2005.
[biguherîne] Kod
Koda ISO-639/1 ya kurdî KU ye. Koda ISO-639/2 ya kurdî KUR ye. Koda DIN 2335 ya kurdî KU ye.
[biguherîne] Rêzimana kurdî
[biguherîne] Rûpelên girêdayî
Ev gotar ser zimanê kurdî ye. Ji bo helbestvanê "Kurdî" biçe: Kurdî (Mistefa Beg)
[biguherîne] Girêdanên derve
- La langue kurde ji aliya Enstîtuya kurdî ya Parîsê
- The Kurdish Peoples (îngilîzî)
- The Kurdish Academy of Language
- Ferhengê Kurdî <-> Tirkî
- Dîroka Zimanê Kurdî
|
||||||||||||||||||||||||||||||||