Kurdiya rojhilat

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Zimanekî Kurdî[biguherîne]

Kurdiya rojhilat an jî goranî an jî hewromanî kesê hewramî zarê xwe ve dibêjin: oramî an jî maçû, an jî maço..

Li ser goranî[biguherîne]

Goranî zaraveyekî zimanê kurdî ye, li navendî Kurdistanê bi pirî ji êlen kurdên yarsan, ên ku ji zimanê xwe re maçû dibêjin, tê axavtin. Lê belê li Bahdînan jî êlen Şebek, Bacilan û Sarlî hewramî diaxivin. Hewramî lêkçûnekî zaf ligel zazakî û zaravêyen goranî heye. Pêtir ji % 30 yên wişeyên hewramî ligel zimanê avestayî yekin û bi zazakî, lekî û bacalanî ve, li gorî zimannasên kurd Malmîsanij û M. Izady tipekî, bi nave pehlevenkî di nav zimane kurdî de pêk tîne.

Zaravê goranî demekî, li navendî Kurdistanê zimanê fermî bû, hetanî serê 1900 li herêma Mîren Erdelanê zimanê fermî bû, paşê şûna xwe da soranî. Îro kese ku hewramî diaxivin qasî 300.000 - 500.000 merivan ketine.

Devokên goranî[biguherîne]

Goranî ligel zaravayên kurdî yên din[biguherîne]

Kelhurî Soranî Lekî Kurmancî Dimilî goranî Bacalanî
Mi Min Min Ez Ez Amin, Min Min, Emin
Ti To Tu, te Ti, To To, Etû, Tû Ti, To
Mi kem Min ekem Min mekem Ez dikim Ez kenu Amin/Min mekerû Min mekere
Mi çim Min eçim Min Meçim Ez diçim Ez Şonu Min milû Min melû
Fire Zor Fira Pir, Gelek, Zaf Zaf Zor/fira fire
Wet Wut Wat Got Vat Wat/vat Wet
Îrênge Esta Eske Niha, Nika Nika îse êste
Hat- Hat- Het- Hat- ame- ame- ame-
Hena Bang, Deng Hena Deng Veng Deng Deng
Kel´n Gewre Kel´n Gir, Mezin Pîl Gore Gewre
Wa Ba Wa Ba Va Va/Wa Va
Waran Baran Waran Baran Varan Baran Baran
Gen Xiraw Gen Xirab Xirab Xirab xirab

Pirtûken goranî[biguherîne]

Hata serê 1900î de, 38 pirtûk bi zimanê kurdî hatibun nivîsandin, ji wan 18 hev bi zaravayê goranî bûn, 10 hev bi soranî û 10 hev jî kurmancî. Lê belê ji wî virda goranî rolla xwe ya zimanê edebî wenda kir û kem pirtûk bi zaravêye goranî hatin nivîsandin.

Pirtukên bi goranî yên dirokî[biguherîne]

Literatûr[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]