Kursîpalek

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Cureyekî kursîpalekan
Kursîpalek

Kursîpalek, kursiyên mezin, paldank, palgehên mezin mobîlyayeke sereke ya malan e. Him ji bo rûniştandinê, him jî paldan, ponijîn, raketin, veketin û vezelînê ne.

Bi bandora pişavtina kurdî niha li Bakurê Kurdistanê qoltix dibêjin ku ev ji romî (tirkî) derbas bûye.

Cureyên kursîpalekê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Kursîpalek, kursiya mezin a bo yek kesê û navê giştî yê paldankên dişibin kursiyê ye.
  • Paldank, kursîpaleka mezin a bo du-sê kesan (an zêdetir) e. Hin ji wan vedibin û bo xewê tên amadekirin, ji wan re paldankên dibin nivîn tê gotin.
  • Paldankên dibin nivîn. Li Bakurê Kurdistanê bi tesîra romî (tirkî) jê re çekyat dibêjin.

Dîroka kursîpalekan ne pirr kevn e, lewra berê terişandina daran dijwan û biha bû. Tenê key, mîr û dewlemendan dîwanên xwe bi kursîpalekan dixemilandin. Bi pêşketina teknîkê ve niha di pirraniya malan de hene.

Ji Ewropayê bêhtir, asyayî bikartînin. Lewra ewropayî ji xemlê û rehetiyê bêhtir bala xwe didin praktîkî, hijyen û erzaniyê. Bi rastî jî pakijxwedîkirina kursîpalekan dijwar e, dem û kedê divê.