Kutilka kundirê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kufteya kundirê, kutilka kundirê cureyeke kufteyan e. Ji koma xwarinên parêzê ye, ango şîşman (qelew) nake.

Berkelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Amedekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kundirê xwe li rêşkerê bidin û ava wê ya zêde jê derînin. Spîka hêkê, hêliz û pîvaza xwe amade bikin.

Ardê xwe bixin badiyekê, penîr, xwê û îsotê tevlî bikin, Hêliz, pîvaza teze û kundirê xwe berdin ser, li hev bidin.

Ji vê têkela xwe bi kevçiyê parçeyan bigirin berdin nava rûnê di rûnbirêşkê de diqijile û heya herdu aliyên wê baş sor bûn, biqijilînin.

Ji nava rûn derînin bidin ser binikekê û hinekê rûnê wê ji bidarivînin. Bi germî bixwin.

Helbet zêde xwarina wê mirov qelew dike.