Lîbîdo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Lîbîdo ji bo kana, enerjiya hestan û hêza jiyanê tê bikaranîn. Lê li ser îzaha lîbîdoyê lihevnekirin hene.

Sigmund Freud wê wekî kana hestên binpêkirî yan hestên ku zîndanîkirî bikaraniye. Yê ku cara pêşîn ev bêje derxistiye şagirtekî wî bûye. Carl Gustav Jung wê wekî hêza serbestiyê bikaraniye. Ji ber ku hestên seksî gelek tên binpêkirin an jî ji ber ku hêza hestên seksî mezin in, ev bêje pirranî bo daxwaziya seksê tê bikaranîn.

Gorî Freud heger nakokiyên navbera îd û Superego yan daxwazên bingehîn û etîka civakê safî nebin, dibin sedemê neurozan. Freud dibêje, heger mirov lîbîdoyê bêî ku binpêkirin têxe bin kontrola jiyana xwe, mirov di jiyanê de serkeftî dibe, lîbîdoyê bi erênî bikartîne. Gorî Freud di kesayetiyê de du hêzên sereke yên lîbîdoyê hene: Lîbîdoya erênî û lîbîdoya neyînî. Herdu jî di asta kontrolkirina ego û sûperegoyê de bandora xwe li jiyan û avakirina kesayetiyê dikin.

Bijîşkên anatomîk lîbîdoyê wekî hormonan dibînin û di kêmasiya lîbîdoyê de hormonên cinsî bikartînin. Di gelek nexweşiyên organîk û psîkolojîk de kêmasiya lîbîdoyê xwe dide der.