Lîstika Xezalê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Taybetiya vê lîstikê ew e ku hew bi şêvê dihê lîstin û li ser lêdanê hatiye avakirin. Zarok li hev dicivin û du birra ji hev çêdikin. Hejmara birra ne bi rêzikekê ve ye carina her birrek çar, pênc ya jî ji şeş kesa pêk dihê.Her birrek nûnerek wê heye. Navê birrekê şil ya din ziwa ye seba ku lîstik bihê lîstin bi kevirê şil û ziwa kî yê seknêyê kî yê revêyê dihê nîşandan.

Gavê em ferz bikin ku birra şil biserketi be ji pêşbirka kevirê şil û ziwa. Her dû birr bi hev dişêwirin, taktîkê xwe bi şêwrê girêdidin û dest bi lîstikê dikin. Birra şil berî ku bazbidin di nava tariya şevê de winda bibin bi nûnerê xwe baş didin fêhmkirin tevdêrên xwe û biradî jî ciyê veşartin û rêgeha xwe. Birra ziwa jî li quncekekê disekine. Dema ku birra şil edî bicî hate zanîn ku têra xwe dinava tariyê de winda bûn û ji pozberê xwe têra xwe bi dûr ketin nûnerê bira ziwa baz dide û dide dû şopa birra şil û nûnerê birra şil jî pêre.

Pêwira nûnerê ziwa ew e ku gav berî gavê di tariyê de ciyê birra şill bibîne û kifş bike da ku birra xwe ji xeteriya lêdanê biparêze.Pêwira nûnerê birra şil jî ew e ku dema nûnerê pozber nêzîkî birra wan bû biqêre bêje XEZALÊÊÊ.Hingê wê birra şil fêhm bike ku nûnerê pozber nêzîk bûye û wê tavilê ciyê xwe biguherîne.Ger ku nûnerê birra ziwa ciyê birra şill tesbît neke birra şill xwe bi hawayekî digihîjîne birra ziwa ya ku li quncikekê sekinandîne, çawa ku xwe gîhandin birra ziwa bi pîhîn û hindika birra ziwa nerm dikin helbet tu heqê birra ziwa tuneyê ku xwe biliîvînin jî hew sekinandî têra xwe koteka xwe dixun.

Dema ku birra şil çawa xwe gihand birra ziwa birra ziwa biqîreqîr û barebar dibêjine XEZALÊÊÊ da ku dengê wan here nûnerên wan, ku nûner çawa hawara birra xwe bihîste tavilê berbi birra xwe ve dihere nûnerên din jî bo ku birra xwe hişyar bike ew jî diqêre dibêje XEZALÊÊ.Ger ku nûnerê birra ziwa xwe bigihîne qada şerr û birra pozber bibîne lîstik diqede û edî her dû birr cî diguherînîn ji bo lîstikeke nû ger ku negihêje qada şerr bi hişyariya nûnerê xwe birra şil dîsa di nava tariya şevê de winda dibe û lîstik bi vî hawî didomîne ta ku ciyê birra şil bihê kifş kirin.

(Lîstikek hovane be jî li ser dilê zaroka gellekî şêrîne û car carina ev lîstik bi rojê jî dihê lîstin)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Gundê Minsûriyê-Mêrdîn, (Evdirehman Xelef di koma "Zimanê Kurdî" ya li ser Rûnameyê de, 09/08/2012)