Louis Pasteur

Ji Wîkîpediya

(Hat ragihandin ji Lûyî Pastur)
Louis Pasteur (1822-1892).

Louis Pasteur (bixwîne: Lûyî Pastwêr) (27'ê befirbara pêşîn 1822'ê - 28'ê îlona 1895'ê) yek ji mezintirîn mîkrobzan û kîmyazanên dîrokê e.

Ew ji bo hindê binavûdeng e ko rêyek ji bo tirş-nebûna şîr û şerabê vedît. Rêya wî vedîtî heta niha jî bi pasturandinê (pasturîzasyonê) dihêt niyasîn. Ceribandinên wî Bîrdoza hûrjîneweran ya nesaxîyan (Germ theory of diseases) selimand (isbat kir). Wî vaksîna pêşîn ji bo nesaxîya harîyê vedît. Ew û Robert Kox hîmdanerên bektirîzanistî in.

[biguherîne] Destpêka jiyanê

Ew li Doleya devera Juraya Fransayê hat dinyayê û li bajêrê Arboisê mezin bû. Babê wî Jean kevne leşkirekê şerên Napoleonî bû.