La Linea

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji La lînea hat beralîkirin)
La Linea
Dublaj Carlo Bonomi (hemû deng)
Dublajkirina kurdî Tune
Bestekar Franco Godi
Welat Îtalya
Hejmara sezonan 3
Hejmara beşan 90
Mawe 2 - 6 hûrdem
Şirket B. Del Vita (sezon 1), HDH Film/TV (sezon 2)
Weşana ewilî 1971 – 1986

La Linea navê rêzefîlmekî kartonî ye ku ji aliyê kartonîstê îtalî Osvaldo Cavandolî ve hatiye xêzkirin. Muzîka wê jî ji aliyê Franco Godi ve hatiye amadekirin.

Ji ber ku kurt û balkêş û komîk e ji sala 1969 û vir ve li gelek welatan belav bûye, li gelek welatan hatiye darîkirin (temaşekirin).

Mijara wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li ser xêzeke bêdawî ew karakter her rêve diçe û tişt tên serê wî. Bi vî awayî ji 90 beşan pêk tê, her beş di navbera 4-5 xulekan de ye. Di gel ku heta 225'an jî hatibe nimarekirin lê a rast ji 90 beşan pêk tê.

Sernavê Rêzefîlmê bi zimanên din[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li wan welatan bi navên cuda hatiye bilêvkirin:

Resen/Orjînal: La Linea

"Linus på linjen" (Lînûsê liser xêzikê) - Swêd

"Badum badum" - Slovenya

"Badum badum" û carna jî "Złośniczek" - Polonya

"Menő Manó" - Mecaristan

"Mar Kav" / "מר קו" (Lawê Xêzê) - Îsraêl

"Bajram" - Albanya

"Streken" - Norwêc

"Stregen" - Danîmarka

"Línan" - Îslenda

"Baljum Baljum" - Makedonya

"Барум Барум" / "Barum Barum" an jî "Абаракандиши Ди Фјури" / "Abarakandiši Di Fjuri" - Serbistan

"Lineman" - Dewletên Yekbûyî yên Amerîka

"La Linéa" - Fransa

"A Linha" - Brezîl

"Lijntje" - Holenda

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]