Laleş Qaso

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Laleş Qaso (jdb. 1957 li Mêrdînê) nivîskarek kurd e. Ew ji Bakurê Kurdistanê, ji Mêrdînê ye lê niha li Swêdê bi cih bûye.

Jiyan û kar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Laleş Qaso ji ber nerînên xwe yên siyasî nêzî 10 salan di zindanên Tirkiyeyê ve maye û ketiye ber şkenceyên giran.

L. Qaso ji salên 1990ê ve li Swêdê dimîne û romanan, nivîsaran û helbestan dinivîse.

Berhemên L. Qaso bi gelemperî satîrîk in û rexneyên tûj in hem li dewleta Tirkiyeyê û hem jî li PKKê.

Ta niha şeş pirtûkên Laleş Qaso derketine. Çar jê roman in û yek jî dîwana helbestan e. Sê romanên wî - Sê şev û sê roj, Xezeba Azadiyê û Wêran - mîna trîlogiyê berdewamiyên hev in lê dikarin serbixwe jî bên xwendin. Pirtûka wî ya dawiyê, Ronakbîr, romanek kurt e.

Berhemên Laleş Qaso li hin zimanên biyanî jî hatine wergerrandin, wek erebî û swêdî.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]