Lech Wałęsa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Lech Wałęsa

Lech Wałęsa (bilêvkirina bi kurdî: Leh Valesa * 29'ê rezberê 1943 li Popowo a Lipno, Polonya) siyasetmedar û çalakgerekî polonî yê navdar e. Pîşeyê xwe elektrîst e.

Di hilweşîna sazûmaniya real-sosyalîst a Polonya de xwedî roleke terxanker e. Ew bi saziya wan Solidarność (Hevkarî), têkiliyên bi dêra Katolîk û çalakiyên xwe yên demokratîk tê naskirin. Di dema Şerê Sar de ji 1980 heya 1990'î birêvebiriya sendîkayek kiriye. Piştî têkçûna sazûmaniya sosyalîst, sala 1990 heya 1995'î serokdewletiya Polonyayê kiriye. Ji aliyê welatên rojavayî ve hatiye piştgirîkirin û wekî kesê ku welatê xwe ji komûnîzmê azade kiriye û xistiye riya demokrasiyê tê pêşkêşkirin.

Sala 'î Xelata Nobel a aşitiyê dane wî.