Legleg

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Legleg
Legleg-ku.jpg
Rewşa parastinê
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Ciconiiformes
Famîle: Ciconiidae
Cins: Ciconia
Cure: C. ciconia
Navê zanistî yê latînî
Ciconia ciconia
(Linnaeus, 1758)
Belavbûna leglegan li cîhanê       Cihên ku tê de hêlînên xwe çêdikin      Zivistan
Belavbûna leglegan li cîhanê

     Cihên ku tê de hêlînên xwe çêdikin      Zivistan

Legleg an leglege[1] an hacîlegleg[2] an jî hecîlegleg[3] (bi latînî: Ciconia ciconia), balindeyeke famîleya leglegan e.

Legleg hindek balindeyên mezin û pê û stû û nikuldirêj in. Nêr û mê yek reng in.Nikulên gihaştiyan sor,ên çêlikan reş e. Dema rêveçûnê hêdî gavên xwe diavêjin. Li ser daran û avahiyên bilind û minare û dartêlan hêlînan çêdikin. Xwarina wan behra pitir masî û beq û mar û mêş û mor vekolîne.

110-115 cm dirêj e. Rawestayî nêzîkî 85 cm bilind e. Teyrekî reşbelek û stûdirêj e û pê û nikul sor in. Serçeng û serbask û serbaskveşêr û perên milan yên dirêj reş in. Yê nêr mezintir e ji ya mê. Têjik wekî yê mezin e. Tenê reşatiya çengan û perên milan şûna reşî qehwayî ye. Reşika çavî risasiyekî bi ser şînî ve ye. Çermê rûsê di navbera binê nikulî û çavî û dormandorî çavan reş e.

Li cihên bilind li ser qube û minare û qevlexanî û zincan û darên hişk û dartêlan hêlîna xwe çêdike. Hêlîna xwe her sal ji nû ve dike. Di serê sibatê û adarê de ji 3-5 hêkên spî spî dike. Têjikan gulan û xizîranê tîne derê.

Li perê avan û di nav zevî û mêrg û golên avê de beq û mar û margûse û gêz û mêz û mar û masiyên biçûk dixwe û gelek hez ji xwarina kuliyan jî dike.

Legleg balindeyekî koçer e, ji nîva îlonê karê barkirinê dike, xwe dike ref ref (refa wan hindek caran xwe li pênciyan jî dide eger nebore) û qesta başûrî dike (ji tebaxê heta kanûna dûyê li herêma Kurdistanê namîne qesta nişîv dike) heta bakurê rojava û başûrê Afrîkayê diçe.

Hêjayî gotinê ye di van pazdeh-bîst salên dûmahiyê de bi awayekî aşkera legleg li Kurdistanê ber bi vebiryanê diçe.

[biguherîne] Çavkanî

[biguherîne] Nîşe

[biguherîne] Bîblografî

  • Îsmaîl Taha Şahîn (2006). Balindeyên Kurdistanê. Spîrêz, Dihok. (Bi tîpên erebî ye, ji bo tîpguhêziya latînî û wîkîpedyandina nivîsê, bikarhêner MikaelF).
  • Zana Farqînî (2004). Ferhenga kurdî-tirkî. Enstîtuya Kurdî, Stenbol.
  • H. Heinzel, R. Fitter û J. Parslow (1995). Türkiye ve Avrupa'nin Kuşlari (Kuzey Afrika ve Orta dogu dahil). Türkiye Dogal Hayati Kuruma Dernegi, Stenbol. ISBN 975 94098 28
  • D. Îzolî (2007). Ferheng. Kurdî-tirkî Tirkî-kurdî. Deng, Amed.
  • R.F. Porter, S. Christensen, P. Schiermacker-Hansen (1996). Field Guide to the birds of the Middle East. T & A D Poyser, London.

[biguherîne] Galerî

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din