Letera katekî
Letera katekî, letera firneyê, mucvera firûnê cure xwarineke kundirê ye ku wekî kateyan di firûnê de dipijînin. Ev jî awayekê leterê (mucver) ye.
Berkelî (bo du kesan)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- 2 serî kundir
- 1 hêk
- 2 kevçî penîrê qaşar
- 2 kevçî ard (arvan)
- Xwê, îsota reş
- 4-5 ta hêliz (pîjinda, şiwît)
Amadekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Penîr û kundirê xwe li rêşkerê bidin. Ard, hêk, hêliz, xwê û îsota reş bixinê û tevdin. Vê çênca, têkela we amade kiriye, berdin amaneke ji camê ye.
Di germiya 230 pileyê de bavêjin firneyê (firûnê) û heya zerayî pê ket bipijînin. Hûn dikarin letera xwe bi mast jî bixwin.