Leyla (albûm)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Leyla albûmekî Ciwan Haco ye.

Stran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Leyla
  2. Dîlbera Qeşeng
  3. Behra Wanê
  4. Maçek
  5. Girîyanim Bese
  6. Hey Dîlberê
  7. Zemano
  8. Limin lê lê
  9. Zarok
  10. Çaçanê

Dîlbera Qeşeng Dîlbera qeşeng terhîn û ciwan Li serî zerzeng di dest de piyan Pêşkêşî min kir, mayî ji lêvan Bi vexwarin da kirim netîwan

Pênûs kişabû birhên kevanî Çavên şîn neqşîn rengê çîmanî Lêvên roj û dirûv hiş û giyanî Hilkir hilkişa ji laş deranî

Dîlbera nazdar tak ji rihana Buharên rengîn mîhên gulana Gîyanên kovî dan ser zîndana Hilkir hilkişa xist nav însana Gotin: Rojen Barnas Musîk: Ciwan Haco