Famîleya lîliyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Liliaceae hat beralîkirin)
Tulipa kuschkensis

Famîleya lîliyan (famîleya lîliyasiyan, Liliaceae) famîleyeke riwekan e. Ji vê famîleyê re herwiha famîleya pîvok, sosin û pîvazkiyan jî tê gotin. Ev famîle jî ji desteya riwekê Liliales e. 250 celeb û 3.500 cureyê vê famîleyê hene.

Çend ji cureyên wê li Kurdistanê digihên ne diyar e. Bi texmîni 30-40 celeb û 300 cureyên li Kurdistanê tên dîtin. Dibe ku zêde be jî, mixabin xebateke zanistî li ser floraya Kurdistanê nehatiye kirin. Pirraniya cureyên vê famîleyê riwekên pirrsalane, bikok (kokên wan wekî pîvazê) in.

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]