Lolê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Lolêya gilolikî
Di forma dilê de, bo destgirtiyan

Lolê, lolîpop, mêtole cure şekirek, berhemek ji şekiroyan e. Navê wê ji zimanê îngilîzî tê. Li Kurdistanê zarok herwiha jê re topitop, şekirê bi darik jî dibêjin. Di destpêka 1920'ê de dest bi firotina lolêyê hatiye kirin.

Bêjeya lolîpop cara pêşîn sala 1789'ê li Brîtanyayê hatiye bikaranîn. Îdiayek e ku ev şekiro ji romanan (çîgan) belav bûye, wan sêv û şekiroyên sêvê bi darikan didane devê xwe û jê re "lolî papa" digotine.