Mêlak bi savarê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mêlak bi savarê, savara mêlakê yan wekî Cemşîd Bender tomar kiriye mêlaka savarê xwarineke hêsan e. Mêlak navê kezeb û pişikê ye. Lî Mêrdînê bêhtir tê xwarin. Terîfeya wê de mêlak û savar bingehîn in, lê berkeliyên din ne standard in. Li vir terîfeya herêma Mêrdînê tê dayîn.

Berkelî (melzemeyê xwarinê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Cîger (piş)
  • Cîgera reş, kezeb
  • Rûnê malê
  • Xwê (solin
  • Şemujek, gijnîj (latînî:Coriandrum sativum)
  • Savar (bulxur, girar)
  • Îsota tûj (îsota pûlpelî, îsota sor)

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piş(ik) û kezebê bi hev re hûr bikin, bikelînin û sor bikin. Savarê bikelînin, xwê, îsota reş û sor, gijnîjê tevlî bikin. Kel bidawî bû, rûn bihelînin, berdin ser savarê.

Savar û mêlakê tevlîhev bikin, li binikên servîsê belav bikin.