Mîde

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Mîde, gedek anko aşik (bi înglîzî stomach) endamek ji ko endama herisê ye. Gedek dikevit navbera sorîçik û dazdegirêyê. Gedek berpirsa qonaxa duyê ji heriskirna zadî ye.

Bi alîkariya ava mîdeyê, ku bi asîd pêkhatiye û bi alîkariya enzîman (li livikên -tosbiyên- bedenê mirovan da tên çêkirin û ji bo hezmê u pir tiştên din hewce ne) xwarin tê hezimkirin. Mîde kareki wek ambar pêktîne û xwarinê perçe perçe dide rûviya danzdeh gire, him ji destpêka hezma xwarine dike. Dawiya wê rûviya zirav tê, ku 3 metre dirêjiya xwe heye. Dawî rûviya zirav xwarin tê û digiheje rûviya stûr. Rûviya stûr nêzîkî 1,5 metre dirêj e.

Nava gedekê bi giştî gelek tirş e. Rêje ya tirşatî ya gedekê anko pH a gedekê, di navbera 1 heta 4'ê da ye. Xaneyên serekî yên gedekê maddeyekî bi navê pêpsînosênê dirêjin nav gedekê ko bi tirşê hîdroklorîk dibit pêpsîn. Gedek rojane 2 heta 4 lîtreyên şîrê gedekê dirêjit.

Erk [biguherîne]

Erkê serekî yê gedekê şkandina molêkûlên mezinên zadî jibo molêkûlên biçûktir e da bikaribin ji rûviya biçûk bihên vemêhtin. Ev şkandin bi arîkarî ya trişê hîdroklorîk û pêpsînê (şîrê gedeyê) çêdibit.

Erkê neserekî yê gedeyê vemêhtina hindek maddeyên wekî qehwe, alkohol û aspirîn ê ye. Hindek av û proteîn û ayon jî ji gedekê dihên vemêhtin.

Ji nesaxiyên mîdeyê yek jî brîna herisê ye.