Mîkaîlê Reşîd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Mîkaîlê Reşîd yek ji helbestvanên kurdên Sovyet ê(ya berê) yên herî mezin û navdar e. Ew li rex helbestvan Firîkê Ûsiv û Sikoyê Hesen di salên 1950-an de bibûn nîshanek nû ya helbestvaniya kurdî. Helbestvan û wêjevanê mezin Mîkaîlê Reşîd, yek ji pêshengên nûjentiya helbesta kurdî ya kurdên Soveyet ê bû. Wî gelek stîl, mûtîf û cureyên teknîka helbesta nûjen ya cîhanî xiste nava helbesta kurdî. Di helbestên wî de teknîka nûjen û giyanê kurdî yên resen di nava hev de bi awakî jîr û hostayî hatiye strandin. Di helbestên wî de deng û bêhna civaka kurd, bi xeml û shemaleke nûjen diherikin. Herî zêde jî wî di nava sepeta helbestên xwe de, wêneyên Kurdistan û nîshtiman bikarhaniye. Hezkirina ji welat, ji xwe bêhtir hezkirina ji netewên din, dilsozî û welatperwerî ji hêmanênhemû helbestên wî ne.

Mîkaîlê Reşîd di sala 1925-an de, li paytexta Gurcistan ê Tîblîsî ji dayîk bûye. Li Êrîvan ê xwendiye û di sala 1948-an de, xwendingeha Êrîvan ê ya amadekirina mamostetiyê qedandiye. Piştî du salan ew li Înustîtuta Moskowa ya Wêjeya cîhanî Maksîm Gorkî tê qebulkirin.

Di sala 1954-an de înstîtutê ye bi dawî dike û vedigere Ermenîstan ê. Li Ermenîstan ê jî çend salan bi karê rojnamegeriyê re mujul dibe. Di Rojnameya “Kolxonîkê Eshterekê” û “Riya teze” de dixebite. Gelek salên du û dirêj jî, di radiyoyê Êrîvanê-Beshê weshana kurdî de wek wergervan xebitiye.

Gelek helbestên wî hatine weshandin û çend pirtûkên wî hatine çapkirin. Mîkaîlê Reshîd bi 3 zimanan helbest nivîsandin(Kurdî, Ermenî û Russî). Bi wan her sê zimana jî pirtûkên wî hatine çapkirin. Ji pirtûkên wî em dikarin çend navan bidin: “Rêdama”, “Mitale”, “SHems”, “Pencere”, “Wede” û hineke din jî hene.

Helbestvan û rojnamegerê kurd yê mezin Mîkaîlê Reşîd di sala 1985-an çû ser dilovaniya xwe. Wî gelek berhemên bi nirx yên wêjeyî ji pirtûkxaneya kurdî re hîshtin. Wî sermayekî giranbuha ya hozanvaniya kurdî xist xezîneya wêjeya gelê kurd. Hezar heyf û mexabin ku berhemên wî û bi deham yên wek wî negihîştin kurdên derveyî Sovyet ê. Sedema sereke jî ew ku hemû bi tîpên krilî hatine çapkirin. Heya ku ev berhemên wan neyên wergerandin ser tîpên latînî, wê xwendevan û wêjevanên kurd ji vê xezîneya binirx bêpar û bê agahî bin.

Em dixwazin di vir de sê helbestên wî biweşînin.

WETEN

Dayîka min ezîz avê veduxwe
Û kaniya gundê wan tê bîra wê,
Dayîka min nanê Somiyê germ dixwe
Nanê tendûra wan tê bîra wê,
Vê biharê xwesh baran dibare,
Ewrê ezmanê wan tê bîra wê,
SHeher de dayê hêdî digere,
Gundê wanî nas, çûk tê bîra wê,
Timê wetenê dûr tê bîra wê,
Û Kurdistane navê weten.

Hizreta dê de
Û çavê wê de
Ez Kurdistana xwe dûr dibînim.

Baxçê gelek mileta de
Vebûn hezar kûlîlk û gul,
Lê nav bax û baxçê Kurda
Tijî derdin û tijî kul
1966
QÎZA KURDA

Nava hezara
Ew qey xezale,
Baxçê de gule,
Mirazê dile.

Bi xwe qemere,
Enî kevere,
Lêve narînin
Dişewtînin.

Bejne zirave,
Sot dil-hinave,
Birû kevanin,
Çav tîrê wanin.

Lê çaxê sher be,
Eseh wê shêr be,
Ta li dinêbim,
Qurbana wêbim.

Gelo ew kî ye?
Ji çi eslî ye? 

Shede ezmane,
Qîza Kurdan e.
1968
DUA DAYÎKA KURMANC

Herro, her sibe
Dayê radibe
û dua dike:
“Rebê alemê,
mirazê heftê û du mileta
dinê de bike,
mirazê xerîb, bêçara bike,
mirazê der û cinara bike,
tek paşê were tu hewara min
û ewladê min,
û mirazê min
kurê min bike.” 

Dê bûye dayîka
Hemû mileta,
Hemû xerîba,
û tek dê zane derd û kulê wan,
wekî xwe bîrke,
boy wan duake.
1966
  • ÇAVKANÎ: Rojnameya Mezopotamiya-Hêjmara 1. sala 2002-an.