Mîxaîl Lomonosov

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Mîxaîl Vasîlyevîç Lomonosov


Mîxaîl Vasîlyevîç Lomonosov (bi rûsî: Михаи́л Васи́льевич Ломоно́сов, Mikhail Vasilyevich Lomonosov) nivîskar, dîroknas, astronom, wênesaz, helbestvan, zimanzan, muzîsyen, deryager û bêjekarê rûs di navbera salên (1711-1765)'an de jiyaye. Zilamê, bi coş, dilşad û evîndarê zanistê, zanîngeha Moskowê ku bi navê wî tê naskirin Pûşkîn, wî bixwe ava kiriye.

Lomonosov di sala 1731'ê de ji gundê xwe diçe Moskowê û li vir xwe mîna kurê mirovek dewlemend nîşan dide, ji bona ku wî bigirine zanîngihê (wî wextî mafê gundiyan û xwendinê nebû). Ew di xwendina xwe de bi derecek pir baş bi ser dikeve û ji loma li Almanyayê bûrsek bas bidest dixe. Vê dema ku li Almanyayê dijî, gelekî li ser hûnerê nazim disekine û di vê navberê de difikirê, ku ji bona pêşketina hunerê nazim, di zimane rusî de çêbibe, divê ku şoreşa ziman pêk bê.

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din