Mîzdank

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mîzdank an jî kîsikê mîzê (bi înglîzî: urinary bladder) yek ji endamê koendama mîzê ye ko ji borrîmîz, mîz werdigre û ji bo demek kin embar dike.[1]Karê serekî yê mîzdankê embarkirina mîzê ye. Mizdank endamek firehbar û masûlkî ya bi şêweyî tûrik e. Gava vala ye, mîzdank dişibe pîramîdek serberjêr, lê dema bi mîzê tijî dibe, aliyê jorê diwerime û mîzdank bi şeweyê hêlkeyî xuya dibe.[2] Mîzdank di hewzekelênê de cih digire. Qebareya mîzdanka vala bi qasî gûzek e, lê mîzdank dikare fireh bibe û bi qasî 800 mL mîz embar bike. Mîzdanka mêyan ji ya nêran kêmtir mîz embar dike.[3]

Anatomiya mîzdankê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mîzdank ji du beşên serekî pêk tê: laş û stû.

Laş beşa tûrikî ya herî mezin a mîzdankê ye, mîz li wir tê embarkirin.

Stû bi şeweyî kovikî (bi înglîzî: funnel-shaped) ye li aliyê jêrê mîzdankê, ji pêşiya mîzdankê dirêj dibe, mîzdankê bi mîzerê ve girê dide.[4] Stûyê mîzadankê 2-3 cm dirêj e. Di stûyê mîzdankê de lûsemasûlkeyên taybet, guşera navî ya mîzerê (bi înglîzî: internal urethral sphincter) pêk tînin. Di rewşa asayî de masûlkeyên guşera navî, rê nadin mîz biherrike nav stûyê mîzdankê û mîzerê, ta ko pestoya mîza nav mîzdankê bi têra xwe zêde bibe û bigihîje asta derazînkê.[4] Ji stûyê mîzdankê wêde, mîzerê di nav navpençika mîzûzaûzê (bi înglîzî: urogenital diaphragm) de derbas dibe. Navpençik guşera derve ya mîzdankê lixwe digire. Guşera derve ji çînek peykeremasûlkeyên bazinî pêk tê. Çalakiya masûlkeyên guşera derve di bin kontrola koendama demarê de bi awayek xwewîst (bi înglîzî:voluntary) rû dide. Ji ber vê taybetmendiya guşera derve, gava mîza mirov tê, mirov dîsa jî dikare mîzkirinê ji bo demek bi paş bixe û neçe destavê.[4]Qebareya mîzdanka mirovek piştî temenê pêgihîştinê bi qasî 500 heta 600 mL (mîlîlître) ye.[5]Li rûyê paş ê mîzdankê, li beşa jorê stûyê mîzdankê de sêgoşeyek piçûk heye û wekî trîgon (bi frensî: trigone) tê navkirin. Di serê jêrîn a trîgonê de stûyê mîzdankê bi mîzerê ve girêdayî ye. Herdu borrîmîz di goşeyên jorîn a trîgonê de bi mîzdankê ve girêdayî ne[3] Ango her goşeyek trîgonê kunek lixwe digire[6]. Rûyê navpoşê mîzdankê di beşa trîgonê de lûs e.[4]

Pêkhateya mîzdankê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîwarê mîzdankê ji çar çînan pêk tê[2]: 1.Linceperde, 2.Jêrelînceperde, 3.Çîna masûlkî û 4.Betan.

Navpoşê mîzdankê ji perdeya lîncê (bi înglîzî:mucus membrane- mucosa) pêk tê û rûkeşeşaneya guherbar (bi înglîzî: transitional epithelium) lixwe digire.[7] Dema mîzdank vala ye, rûkeşexaneyên rûkeşeşaneyê bi şêweyê stûnî (bi înglîzî:columnar epithelium) ne, lê gava mîzdank bi mîzê tijî dibe û diwerime şeweya rûkeşexaneyên stûnî diguhere bo rûkeşexaneyên pehn (bi înglîzî: squamous epithelium).[5]Xaneyên rûkeşeşaneya guherbar, firehbûna mîzdankê hêsantir dikin.[8] Di mîzdanka vala de rûyê lînceperde qurmiçî ye.

Li ser lînceperdeyê, çîna jêrelînceperde (bi înglîzî: submucosa) cih digire. Jêrelînceperde ji bestereşaneya tund a bêrêz (bi înglîzî: dense irregular connective tissue) pêk tê û destek dide dîwarê mîzdankê.[2]

Çîna masûlkî ji sê çînên lûsemasûlkeyan pêk tê. Lûsemasûlkeyên mîzdankê wekî masûlkeyên detrusor (bi înglîzî: detrusor muscles) tên navkirin. Di zimanê latînê de ji bo thenkirina ber bi jêr, peyva “detrus” tê bikaranîn.[9] Ango masûlkeyên detrusor mîzê ber bi jêr ve tehn didin û mîzdankê vala dikin.

Betan, çîna derve ya mîzdankê ye. Ne hemû lê tenê rûyê jorîn a mîzdankê bi çîna betan dapoşî ye. Betan ji bestreşaneya sist pêk tê, lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û demar lixwe digire.

Mîzkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Plazmaya xwînê hertim tê parzûnkirin û wekî mîz bi navbeynkariya borrîmîzan, ber bi mîzdankê ve tê guhaztin. Mîz di mîzdankê de berhev dibe. Valakirina mîzdanka tijî, wekî mîzkirin (bi înglîzî:micturition-urination) tê navkirin.

Mîzkirin bi du gavên serekî rû dide. Gava yekem hêdî bi hêdî tijîbûna mîzdankê ye. Her ko mîzdank bi mîzê tijî dibe, diwerime û qebaraya wê zêde dibe. Werimiya mîzdankê dibe sedema vekêşina masûlkeyên li dîwarê mîzdankê. Heke hêza vekêşinê ji asta derazinkê (bi înglîzî: threshold level) ya masûlkeyan bilindtir bibe, gava duyem a mîzkirinê dest pê dike. Gava duyem refleksa demarî ye û wekî refleksa mîzkirinê (bi înglîzî: micturition reflex) tê navkirin. Bi gelemperî di laşê mirov de refleks bertekên bêhemdê mirov in û ji aliyê dirkepetik an jî ji aliyê lakêşemox (bi latînî: medulla oblongata) ve tên kontrolkirin. Herwisa navendên li tûkilê mejî an jî li qedê demax bi rêgirtin an jî hêsankirina mîzkirinê, bandor li ser refleksa mîzkirinê dikin.[4] Ango hinek kontrola mirov li ser refleksa mîzkirinê heye.

Gava qebareya mîza nav mîzdankê li derdora 150 mL ye, hestê mîzkirinê li mirov peyda dibe, lê mirov dikare ji bo demek vê hestê paşguh bike û nehêle guşera derve ya mîzerê sist bibe, ango mîza xwe bigire. Her ko mîz di mîzdankê de berhev dibe û qebareya mîzdankê nêzîkî 300 heta 400 mL ye dibe, êdî kontrola mirov a li ser paşxistina mîzkirinê kêm dibe.[5]

Heke mîzdanka tijî neyê valakirin, mîzdank pir diwerime, ji ber firehbûna mîzdankê li masûlkeyên dîwarê mîzdankê de vekêşin zêde dibe. Hêza vekêşinê ya li ser dîwarê mîzdankê, dibe ko bibe sedema qelîşbûna diwarê mîzdankê û xwînberbûn rû bide. Herwisa dibe ko bibe sedema çêbûna bîrînan (bi înglîzî: ulcerations) li ser dîwarê mîzdankê.[10]

Kontrola demarî ya mîzkirinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

1. Gava mîzdank bi mîzê tijî dibe,wergirên vekêşinê (bi înglîzî: stretch receptors) yên li ser dîwarê mîzdankê sinyalên demarî dişînin dirkepetikê û refleksa mîzkirinê didin destpêkirin.[2]

2. Ji beşa parasîmpasawî ya demarekoendama xweyî, demareragihandin tên şandin bo masûlkeyên detrusor û guşera navî ya mîzerê.

3. Lûsemasûlkeyên guşera navî ya mîzerê xav (sist) dibin û masûlkeyên detrusor jî girj dibin.

4. Xwestina mîzkirinê ya mirov rê li ber demarên livînê digire ko sînyal neşînîn guşera derve ya mîzerê û guşera derve jî xav bibe.

5. Bi girjbûna masûlkeyên mîzdankê, qebareya mîzdankê kêm dibe, pestoya mîza nav mîzdankê zêde dibe û mîz ber bi mîzerê ve diherrike. Li gel masûlkeyên mîzdankê, masûlkeyên diwarê zik û masûlkeyên henaseyê jî bandor li ser valakirina mîzê dikin.[2]

6. Ber bi dawiya valabûna mîzdankê, vekêşina li diwarê mîzdankê kêm dibe. Masûlkeyên detrusor xav dibin û demareragihandinên ji refleksa mîzkirinê tên sekinandin, herwisa masûlkeyên guşera navî jî girj dibin. Refleksa mîzkirinê hê dema ji dayikbûnê de di laşê dergûşan de çalak e, lê her ko derguş mezin dibe hînê kontrolkirina guşera derve ya mîzerê dibin[11] . Zarok bi temenê 2-3 salî de êdî dikarin bi awayekî çalak kontrola mîzkirinê bikin.

Refleksa mîzkirinê hê dema ji dayikbûnê de di laşê dergûşan de çalak e, lê her ko dergûş mezin dibe hînê kontrolkirina guşera derve ya mîzerê dibin[11] . Zarok bi temenê 2-3 salî de êdî dikarin bi awayekî çalak kontrola mîzkirinê bikin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  2. ^ a b c d e McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  3. ^ a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  4. ^ a b c d e Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  5. ^ a b c Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  6. ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  7. ^ Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  8. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  9. ^ Miller-Keane Encyclopedia and Dictionary of Medicine, Nursing, and Allied Health, Seventh Edition. (2003). Retrieved May 8 2022 from https://medical-dictionary.thefreedictionary.com/detrusor
  10. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "urination". Encyclopedia Britannica, 28 Nov. 2017, [1]. Accessed 7 May 2022.
  11. ^ a b Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc