Mîzlûl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Di leşkelêşiyê da, mîzlûl (bi Inglîzî ureter) borîyek e ko mîzê ji gurçikê dibit mîzdanikê. Mîzlûl borîyeka masîlikanî ye ko dikarit bi rêya livîna kirimkanî anko peristalsisê mîzê bibihurînit. Di zelaman da mîzlûl 50 heta 70 santîmetiran dirêj e.

Di mirovan da, mîzlûl li piştve hundirê mîzdanikê dibit û berî hundirbûnê çend santîmetirekan bi nav masîlka mîzdanikê ra derbaz dibit. Çi miçînik di mîzlûlê da nîne, lewma tiştî ko nahêlit mîz ber bi paşve, ber bi gurçikan bihêt paşvehinartin tenê pesta nav masîlika mîzdanikê li ser wê para mîzlûlê ye ko bi nav masîlkêa ra derbaz dibit.

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)