Müslüm Aslan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Müslüm Aslan
Müslüm Aslan
Jidayikbûn25ê nîsana 1974an
Hatxê, Nisêbîn (Mêrdîn)
PîşeNivîskar, helbestvan
Zimanê nivîsinêKurdî, tirkî
NeteweKurd
Şêweyê wejêyîHelbest
Şanenav
biguhêreBelge

Müslüm Aslan (jdb. 1974 li gundê Hatxê, Nisêbînê (Mêrdîn)), helbestvanekî kurd e lê sê pirtûkên xwe bi zimanê tirkî nivîsandiye. Dibistana xwe ya seretayî û ya navîn li Nisêbîne dixwîne û di salên 1990î de jî li Nisêbînê diçe lîseyê. Di wan salan de li heremê tevgera siyasî xurtir dibe. Gelek kes tên girtin, kuştin û gelek kes jî tevlî refên şoreşgeriyê dibin. Tu bikî nekî ev rewş bandorekê li Müslüm Aslan dike.

Di sala 1991ê de hate girtin ji ber siyasetê, 10 sala di girtîgeha Amedê de ma. Endamê PENa Kurd û [1] Nivîskarên Kurd a Amedê ye.

Di despêkirina nivîsandinê ya Müslüm Aslan de tesîra bapîrê wî gelekî heye. Hezkirina bapîrê wî ya li hember Cegerxwîn û ji dil û can xwendina helbestên Cegerxwîn dike ku Müslüm Aslan berê xwe bide nivîsandinê. Di girtîgehê de jî bêtir helbestan dinivîsîne. Û helbestên wî yên yekem di kovara Hawarê de ya ku di dema Mazlum Doğan û Ferhat Kurtay de di girtîgehê de dest bi weşanê kiribû, ji aliyê girtiya weşana wé berdewam dikirin de diweşe. [2] Di sala 2001ê ji girtîgehê derdikeve. Di 2002an de di Kovara Utopyayê de berpirsiyariya wêşanê kiriye.

Di sala 2004an li Nisêbîn bi navê Roza Kültür ve Sanatevi[3] mala çandé vekirin. Wî du kovar derxistin: Dem Dergisi û Nûbîn.[4] Ev xebat ji ber şert û mercan temenkin bû.

Helbest, nivîs û ceribînên wî di kovarên weke Güney Dergisi, Ütopya, Yaratı, Hayal Dergisi, Tîgrîs, Kovara W, Tîroj û gelek kovar û rojnameyên dîtir de hatiye weşandin.

Arjen Arî di pirtûka xwe ya ku bi navê Bakûrê Helbestê / Antolojiya Helbesta Bakûr de di weke gellek helbestvanan cih daye Müslüm Aslan jî. Nivîskar, helbestvan Müslüm Aslan, li ser muzîka kurdî jî xebat kiriye, serêşandiye.[5]

Helbesté wî yén ji bo strana hatine nivisandin ji aliyé Diljen Ronî û Raperîn muzîk ji wan re hatine çékirin, gotin.

Di 2021an de pirtûkeke wî ya helbestan a bi navê "Aram" ji Weşanên J&J derket.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]