Mahabad Felat Arda

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mahabad Felat
biguhêreBelge

Mahabad Felat nivîskarekî kurd e.

Di sala 1966an de li bajaroka Farqînê ku li ser bajarê Amedê ye hatiye dinê. Xwendina xwe ya sereta, ya navîn û lîseyê li Farqînê kiriye. Heft salan li bajarê Mersînê maye û li wir di avakirin û rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan de cî girtiye. Di heman demê de nûneriya kovara Özgür Halkê ya herêmê kiriye. Di sala 1992yan de bi navê Salar Amedî ji bo Rojnameya Welat gotar nivîsîne. Di dawiya heman salê de derketiye Ewropayê. Di sala 1995an de di rêveberiya MED-TV de cî girtiye û demekê bi navê Mahabad Amedî ji rojnameya Özgür Politikayê re gotar nivîsîne. Çend gotar ji bo rojnameya Axîna Welat û ji hin malperên kurd re jî bi navê Felat Arda nivîs û helbest nivîsîne.

Mahabad Felat ji sala 1999an ve li Swêdê dijî û ji nîsana sala 2005an ve jî berpirsyarî û edîtoriya malpera amidakurd.net'ê dike. Heya niha bi sedan gotar û helbest nivîsîne. Her wiha ji bo xizmeta çand ziman, wêje û hunera kurdî, bi komek hevalê xwe re komeleyek bi navê Komeleya Perwerdeyî, Wêjeyî, Çandî û Hunerî ya Kurd (PERKURD) damezirandine û Mahabad Felat Arda 3 salan serokatiya vê komelê kiriye.

Di navbera salên 2014 û 2017an de perwerdeya pedagojiyê dîtiye û niha li Swêdê mamostetiya zimanê dayikê dike.

Mahabad Felat bi komek mamosteyên din re di navbera salên 2017 û 2019an de kovareka bi navê "Modersmål" (Zimanê Dayikê) derxistin û edîtorî û berpirsyariya weşana kovarê kir.

Mahabad Felat endamê PENa Swedê ye û di sala 2023yan de wekî serokê Partiya Çep a bajarê lê dijî hat hilbijartin.

Berhem: Roman: Zagros û Zerdest - Wesanxaneya Lîs - Amed - Adara 2011, Helbest: Pêtî - Weşanxaneya Lîs - Amed Berfanbara 2017, Lêkolîn: Ol û Desthilatdarî - Weşanxaneya Ar - Avrêl 2022

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]