Mahir Kaynak

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mahir Kaynak
Jidayikbûn1934 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin14 sibat 2015 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Stembol Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêGoristana Karacaahmetê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Şükran Kaynak Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Deniz Ülke Arıboğan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mahir Kaynak ekonomîst, pisporê siyasî, nivîskar û kevneendamê MÎTê ye. Di xebata xwe de ji agahîberhevkirinê zêdetir, agahîbelavkirin kiriye ku ev ji du aliyên sereke yên karê sîxuriyê (îstîxbaratkarî) ye. Ango pisporê belavkirina agahiyên dezînformatîv û hatine guhertin e.

Nav an kodnavê wî tê wateya "çavkaniya jîr(ek)". Tê zanîn ku îstîxbaratên tirk bi kodnavan dixebitin, navên wan ên tên zayîn, ne yên rastîn in. Îhtîmaleke mezin e ku ev ne nav, kodnav be.

Jînenîgariya fermî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1934ê de li bakurê Kurdistanê li bajarê Dîlokê hate dinê. Piştî ku dibistana seretayî û navîn li vê derê qedand, di sala 1948an de çû lîseya leşkerî ya Kuleliyê. Di sala 1953an de Dibistana şer qedand. Di 1967ê de ji leşkeriyê veqetiyaye.

Di 1961ê, di fakûlteya îktîsadê ya zanîngeha Stembolê ku jê mezûn bû de, dest bi asîstaniyê dike. Di 1965ê bû doktor, di 1971an de bû doçent. Mahir Kaynak, di wê demê de bi dizî kete nava teşkîlata îstîxbaratê ya neteweyî (MÎT). Kaynak di 1980yê de ji MÎTê teqewît (malnişînî) bû.

Di 1989an de bû profesorê îktîsadê. Mahîr Kaynak ku di 1971ê de tayîna wî ji bo MÎTê derket, di 1993a de, ji Zanîngeha Gazi’yê malnişînî bû. Piştre ji ber eleqeya xwe ya li hemberî pirsgirêka kurd, rayedarên dewletê û hin derdorên siyasî yên kurd derheqê pirsgirêkê de serî li nêrînên wî dan. Bi gotineke din ket nava kurdan û him agahî berhev kir, him jî agahiyên dewletê di nava kurdan de belav kir.

Heta niha 4 pirtûkên wî hatine weşandin. Nêrînên xwe yên radîkal ên di warê stratejiya cîhanê û Tirkiyê de, di quncikê rojnameya Starê de dinivisîne. Kaynak, dibêje ku ji ber nivîsên xwe yên li ser pirsgirêka Kurd, li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ji alîkarî û hewandina PKKê hatiye darizandin.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Amerika 11 Eylül Afganistan Irak - DYA. 11ê îlonê, Efxanistan, Iraq
  • Başımıza Çuval Geçirenler - Çewaldarên serê me
  • Yeni Ortadoğu Haritası - Nexşeya nû ya Rojhilata Navîn (bi Emin Gürses re)
  • Büyük Ortadoğu Projesi ve Türkiye Üzerine Stratejik Analizler - Projeya Rojhilata Navîn a mezin û analîzên stratejîk li ser Tirkiyeyê (bi Ömer Lütfi re)
  • İstihbarat ve Terör Oyunları - Sîxurî û lîstikên terorê
  • Dünyayı Kimler Yönetiyor - Kê cîhanê birêve dibe
  • Maskeli Balo / Türkiye, ABD ve Diğerleri - Baloya bimaske / Tirkiye, DYA û yên din
  • Para İmparatorluğu / Kontrol Kimin Elinde? - Împeratoriya diravê / Kontrol di destên kê de ye
  • Sil Baştan - Ji serî ve
  • Sonuçlardan Sebepler - Ji encaman sedem
  • Üç... İki... Bir (Ters Labirentlerde Final) - Sê...Du..Yek (fînal di labîrentên berevajî de)
  • Yel Üfürdü Su Götürdü - Bayê pis kir avê bir
  • Derin Devlet (bi Ömer Lütfi re) - Dewleta veşarî (dendikê dewletêm dewleta kûr)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]