Mahmûd Derwêş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mahmûd Derwêş (bi erebî: محمود درويش‎, bi Fransewî Mahmoud Darvich) (jdb. 13ê adara 1941ê li El-Birwah a Celîl m. 9ê tebaxa 2008an li Houston (Texas, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê)) yek ji navdartirîn helbestvanên filistînî bû.

Di têkoşîna azadiya gelê xwe heta mirov bêje bes cihê xwe girt û ti carî hêviyên xwe ji aştiyê qut nekirin. Nav û dengê wî ji sînorê welatê buhurî û derbasî gelek welatan bû. Ew serokê komeleya nivîskarên Filistînî bû. Wî bêhtirî 20 pirtûkên helbestan, 7 pirtûkên pexşan nivîsandin.Ew di qada navneteweyî de ji bo helbestên xwe yên li ser welatê wenda tê nasîn. Berhemên wî gelek caran çap bûn û bi 22 zimanan hatin weşandin.

Di salên 60î de Derwêş bû endamê Partiya Kommunîst ya Îsraîlê Rakahê, lê ew bêhtir bi xebatên xwe yên di nava Rêxistina Rizgarkirina Filistînê (RRF) de hat nasîn. Ew di sala 1887an weke endamê Komîteya Rêveber a RRFê hat hilbijartin. Ji bo ku Peymana Osloyê protesto bike ew ji RRFê veqetiya. Piştî 30 salan mişextiyê, bi şert dikarîbû vegere Filistînê û li Ramallahê bi cih bibe.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]