Mahmut Aydin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mahmut Aydin
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mahmut Aydin nivîskar û mamosteyê zimanê kurdî ye. Aydin di 01.01.1967 de li Gundê Şêxo (mezraya Gundê Avakor) ku li ser navçeya Tatosa Erzîromê ji dayik bû ye, ji dayik bûye. Wî li gundê xwe dibistana seretayî qedandiye. Dû re dibistana navendî (Tatos), lîse (Erzirom) û Zanîngeha Dokuz Eylûl/Fakûlteya Perwerdeyê ya Bucayê, beşa Mamostetiya Erdnîgariyê (Izmir-TR) qedand.

Mahmut Aydin ji sala 1994 vir de li Almanyayê dijî û ew ji sala 2001 vir de hemwelatê Almanya ya Federal e. Aydin Ji sala 1998 vir de jî mamostetiya zimanê dayîkê dike. Ew bi karên perwerdeyê re mijûl e. Ji bo ku zarokên Kurd zimanê xwe hîn bibin, wî du pirtûkên dersê ji bo polên 1. û 2. amade kirine û li ser berhemên nû xebata xwe dimeşîne. Ji bilî karên perwerdeyê, ew helbestan jî dinivîse. Gelek helbestên wî di malperên înternetê û kovarên wêjeyî de hatine weşandin.