Mahmut Zengîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mahmut Zengîn

Eslê xwe ji Sêweregê ye, lê belê ji ber ku kalkê wî barkirin Hîlwanê beşeke mezin ê jiyana wî li Hîlwanê derbas bû. Dibistana sereta û navîn li vir qedand. Malbata wî feqîrbû. Li hemberî zextên feodal ku di wê demê de li ser herêmê dihate ferzkirin, hîn di temenê xwe yê biçûk de bubû xwedî nerazîbûnê. Li Hîlwanê di sala 1978an de li hemberî çeteyên feodal yên bi navê " Sülaymaniyan" hizkirina wî ji têkoşîna çekdarî ku di wê demê de di pêşengiya APOCIyan de pêşdiket, çêbû û di nava tevgerê de cîhê xwe girt. Di nava yekemîn xebatên ciwanan de cîh girt. Her wiha di nava xebatên weke xebata girseyê, propanda û hwd. de cîh girt. Piştre li herêma bejayî ya Hîlwan û Sêweregû li hemberî çeteyên Süleymaniyan û Bucakan di fermandariya kadroyê PKKê Cuma TAK de di nava têkoşîna çekdarî de cîhê xwe girt. 7 Tîrmeha sala 1979an di şerekî ku di dawiyê de ketê, hewil dida hevalekî xwe yê di çeperê de rizgar bike, dîl kete destên hêzên artêşa Tirk û ew birin zîndana leşkerî ya Amedê. Di çalakiya ÇARan a xwe şewitandinê de rawestineke bi biryar nîşan da.